Strana Rojê: Ayşenur Kolivar / Norhars Ellim

Hunermenda ji Hemşînê Ayşenur Kolivar bi dengê xwe yê xurt û kesayetiya xwe ya dilnizm tê nasîn, di sala 1976’an de li navçeya Çayeliya Rîzeyê hat dinê. Hunermenda Behra Reş li ser çanda Behra Reş jî lêkolînek berfireh kiriye. Ji bo Ayşenur Kolivar ku bi gelek muzîkjenên ji Behra Reş re dixebite, jiyana muzîkê ji bo zindîbûn û belavbûna zimanê Laz dest pê dike. Gelek fîlim xebatên muzîkî yên projeya rêzefîlma TV îmze dike. Di sala 2001’ê de, koma dengbêjiya jinan a bi navê Dalepe Nena tê avakirin. Ew di vokala jinan a piranî wê ji jinên Laz  pêk te de cih digre. Komê cara destpekê di 8’ê Adarê de konsera xwe daye. Di sala 2001’ê de, di Koma Helesa de cih digire. Koma ku bi piranî ji muzîkjenên amator pêk tê, bi perspektîfek pirçandî muzîka gelêrî ya herêma Rojhilatê Behra Reş şîrove kiriye. Her çend koma Helesa ji derve mîna komek muzîkê xuya bike jî ew bûye projeyek ku xebatên perwerdehî û lêkolînê pêk tîne. Ayşenur Kolivar, bi Leyla Çelîk re beşdarî xebata pirtûkan ku ji hêla nivîskarên cuda ve bi navê ‘Fadime Kî ye’ hatiye nivisandin re edîtorî kiriye. Dijmendiya xwe ya li hember projeyên veguheztina Deryaya Reş wekî navendek HES’ê, di gelek stranên xwe de aniye ziman û gotiye, "Ger ev çem ji zuha bibin dê çi bimîne destên me de.”