Strana Rojê: Adele/ Merheba-Hello

Em di serdema telekomunasyonê de dijîn. Ji bo hûn li vîdyoyek ku hûn dikşînin temaşe bikin, ne tenê televîzyon, her amûrek ku tevneke înternetê li dest e bes e. Ev serdem, serdemeke wisa ye ku her kes dikare ‘navdar’ bibe. Tenê hinek ‘hin zedêtir navdar’ dibin. Adele ya ku di temenê pir ciwan de bê xwestek ket nava jiyana muzîkê, hêz û ahenga dengê xwe bi hev ra bikar tîne. Tenê xebata Adele ya ku bi navê Merheba (Hello) di sala 2015’an de, xebata xwe ya tekane ji hezkiriyên muzîkê re anî, ji hêla zêdeyî 2 milyar û 8 sed milyon kesan ve di kanala youtube de hatetemaşekirin, guhdarkirin û ecibandin. Di hefteya yekemîn ku hat  weşandin de gihîştibû rekora milyonek temaşekirinê. Di strana Hello de, dengê jinekê ku lêborîna xwe ji bo hemû tiştên ku raboriyê de dîtiye dixwest deng vedida.