Portreya Rojê: Xwediya Xelata Fields ê Meryem Mîrzaxanî

Xwediya Xelata Matamatîkê ya Fields ê Maryam Mîrzaxanî ya di qada matamatîk û geometriyê de serkeftinên mezin bidest xistî bi lêv dike ku dema ew tiştek nû keşif dike xwe li ser lutkeya çiyayekê hîs dike.

Navenda Nûçeyan - Meryem Mîrzaxanî 3’ê gulana 1977’an li Paytexta Îranê Tahranê hatiye dinê. Dibistana seretayî di pêvajoya şerê navbera Îraq û Îranê de qedandiye. Paşê li dibistanek baş a Îranê xwendina xwe berdewam kiriye. Her çendî bi dehan caran mamostayên wê jêre dabin diyar kirin ku di ti karên matematîkê de dê serkeftî nebe jî mafê di zanîngehên herî giring ên Îranê de xwendina matematîk û zanistê bidest xistiye. Di pêvajoya xwendina dibistana amadeyî de meyîla Meryem ê diçe ser matematîkê û her diçe têde pêşdikeve. Midurê dibistana amadeyî vî pîşeyê Meryemê keşif dike û wê dişîne olumpiyatên matematîkê. Meryem ji olumpiyatan bi madalya zêr vedigere. Di wan kêliyan de şanaziya ser ruyê mamostayên wê hêjayî dîtinêbûne.

Di olumpiyatan de matematîkvanên navdar nasdike û dibîne eleqeya ji bo zanista matematîkê zêdeye lêhurbûnên wê di qada matamatîkê de hînzêdetir pêş dikeve.

Xebatên geometrî

Heskirina Meryem ê ya matematîkê bi pirsa birayê wê yê mezin ya komkirina ji 1 heya 100’ê dibe çiqas re despêkiriye. Meryem ji bersiva heman pirsê ya di kovara Gauss de bandor dibe û hezkirina wê matematîkê zêde dibe.

Meryem a zanîngehên cîhanê yên herî mezin maf kirî li zanîngehên weke Harvard û Stanford ê ders daye. Di qadên weke hiperbolik geometri, ergodik teori, simplektik geometri û Teichmüller teorisine de xwe pêşxistiye. Xebatên xwe piranî di çarçoveya Riemann geometrî de kiriye û di wê şêwazê de xetên tayîbet ayîdê xwe pêşxistiye. Li ser ruyê xwar xebateke sîmetrî kiriye, xebatên wê piştgirî dida lêkolînên kuantum û fîzîkê jî.

Hevjînê Meryem Jan Vodrak yê ku li Zanîngeha Stanford ê muhendizê komputerane ddi hevpeyîvînekê de dide zanîn ku her ew ji kar vegeriyaye malê dinêrî hevjîna wî bi hezaran şêwe û rengên cuda çêkiriye. Jan bilêv dike ku ji ber çêkirina van şêweyên cuda keça wan wezaniye ku dayika wê wênesaze.

Xeyalên nivîskariyê

Di roportajekê de Meryem dema qala zarokatiya xwe dike tîne ziman ku despêkê xeyalê wê nivîskarîbûye û wiha berdewam dike: “Min ji xwendina romanan kêfek mezin digirt. Di rastiyê de min çî dîtiba hema dixwend. Heya dibistana amadeyî jî qet nedihat hişê min ku rojekê bi matematîkê re mijul bibim.”

Meryem di hevpeyîvînekê de jî diyar kiriye ku dema tiştek nû keşif dike xwe li ser lutkeya çiyayekê hîs dike, bi wê kelecanê her tişt hîn zêdetir bi zelalî li bûyeran dinêre û kêfxweş dibe.

Bi pirsekê rêwîtiya matematîkê

Di temenê 37 salî de Xelata Matematîkê ya fields ê ku yek jî xelatên herî girîng a matematîkê ya cîhanê ye û wekî Nobelê tê dîtin digire. Ji sala 1936’an ve bi navê matamatîkvanê Kanadayi John Fields her 4 salan carekê tê dayîn. Sala 2014’an jî matamatîkvan Meryem ê hêjayî heman xelatê dibînin. Dema ku xelat girtî jî dibêje: “Despêkê kelecana min a ji bo matematîkê bi çareserkirina pirsekê despêkir.”

Camîaya Matematîkê demdirêjbû li benda jinek a hêjayî Xelata Fields ya nobelê bigire bû.

Profesor Frances Kirwan a di juriya xelatdayînê de cîh girtî jî di nirxandina xwe ya merasîmê de bilêv kir ku matematîk weke qada mêran dîtin nêrînek şaşe û wiha domand: “Bi sedî salane jin bi matematîkê re mijul dibin û gelek keda wan di vê qadê de çêbûye.”

Perwerdêra Zanîngeha Oxford ê Profesor Alison Etheridge jî di merasîma xelat dayînê de anî ziman ku bi xelatdayîna Meryemê gelek şanazbûye û gotibû: “Di qada matematîkê de êdî jin serketinên mezin bidest dixin. Ev xelat jî serketinên jinan tacîdar dike. Serketinên wiha giringin ku di raya giştî de bên dayîn, ji bo ku ser nifşê nû bandorên erênî bihêle.”

Yekem jina xwediyê Xelata Fields a Matematîk ê ya Nobelê Meryem ji ber nexweşiya penceşêra pêsîrê 15’ê Tîrmeha 2017’an li Stanford Hospital, Palo Alto, CA yê jiyana xwe jidest daye. Demek dirêj bû bi nexweşiya pençeşêrê re têkoşîn dida, dawiyê çare pênekir. Herî dawî li Zanîngeha Stanfordê ya Amerîkayê dixebitî.