Portreya Rojê: Rawiya Etiya

Siyasetmedara Misrî Rawiya Etiya di dîroka jinên ereb de pêşeng bû, jiyana xwe di nava kar û xebat ji bo xizmetkirina welatê xwe derbas kiriye, xebatê xwe yên siyasî di qada leşgerî de xiste piratîkê de.

 

Navenda Nûçeyan-Rawiya Etiya di 19'ê Nîsana 1926'an de li parêzgeha El-Cîza ji dayik bû. Ew di nava malbatek ku di warê siyasî de çalakin mezin bû. Bavê Rawiya Etiya sekreterê giştî yê partiya wafd a lîberal li Mexribê bû.

Tevî ku di wê demê de li misre perwerdehiya keçan ne asayî bû lê Rawiya Etiya xwendina xwe heya astek pêşkeftî domand û gelek bawernameyên zanîngehê wekî Dîploma perwerdehî, zanista psîkolojiyê, dîplomeya rojnamegeriyê û dîplomeya lêkolînên îslamî bidest xistin. Rawiya Etiya 15'e salan xebatê mamostetiyê kiriye û 6 mehan di karê Rojnamegeriyê de cih digirt.

Di qada tenduristiyê de zêdeyî 4 hezar jin perwerde kiriye

Rawiya Etiya di Şerê Suêyîs de ku tê de Misir ji hêla Fransa û îsrayîlê ve hat dagir kirin, rolek çalak lîst û di qada tenduristiyê de jî xwedî kêrhatiye û li ser tecrûbeya xwe yên hemşîretiyê zêdeyî 4 hezar jin perwerde kiriye. Rawiya Etiya di artêşa Misrê de wek efser (dabit) dihat nasîn, di yekîneya komando ya jinan de wekî fermandar bû û rêvebirtiya Saziya Malbatên Şehîdan û Leşkeran kir û ji ber wê jî nasnavê “Dayika Şehîdan” lê hat dayîn.

Rawiya Etiya Yekem jina ereb bû ku di parlamatoyê de cih girt

Li Misrê û li hemû cîhana erebî yekem jinan ku di parlamentoyê de cih girt Rawiya Etiya bû û di dema xwe ya parlamantoyê de parastina mafê jinan û karkeran dikir, her wiha Rawiya Etiya ji ber keda xwe û xebatên ku dan meşandin gelek caran ji aliyê dewleta Misrê xelatên leşkerî bidest xistiye, ji wan jî mîdaliya Artêşa sêyem, medalya 6'ê Cotmehê û Medaleya hêzên çekdar ku wê bidest xistin.

Rawya Atiya di dîroka femînîstên Misir û Ereb de wekî kesayetek pêşeng tê hesibandin. Di Kanûn 2007'de, merasîmek li Parlamentoya Misrê hat lidarxistin ji bo pîrozkirina pêncîemîn salvegera serkeftina di hilbijartinê parlamantoyê de. Piştê salên dem dirêj ku bi ked û xebatê dagirtî bû di 9'ê Gulana 1997'an jiyan xwe jidest da.