Portreya Rojê: Têkoşer û rojnamevanek wêrek: Dilîşan Îbîş

Dilîşan Îbîş mînaka hevaltiyê, giyana hevkariyê û tekoşîna bêhempa ya li dû armancan bû. Bi xebata xwe ya medyayê di nava Şoreşa Rojava de, mîrateyek dewlemend a têkoşîn û berxwedanê li pey xwe hişt.

Navenda Nûçeyan - Dilîşan Îbîş di 26'ê Îlona 1993'an de li gundê Helincê yê bajarê Kobanê di nav malbateke welatparêz de hatiye dinê û ji malbata xwe fêrî hezkirina welat bûye. Di karê xwe de pir cidî bû, alîkariya her kesê dikir lewma her kesê ku wê dinasî jê hez dikir. Di nava malê de ji sê keçik û şeş lawikan di rêza heftan de bû. Di sala 1999'an de dest bi dibistanê kir û li dibistana seretayî ya bi navê Muhaddath a Kobanê xwend. Di nava dibistanê de bi aramî û jêhatîbûna xwe ya di xwendinê de dihat nasîn lewma ji hêla heval û mamosteyên xwe ve pir dihat hezkirin. Li dibistana Khansa asta navîn xwend û li dibistana Shreha jî xwendina xwe ya amadeyî berdewam kir. Di sala 2011'an de xwendina xwe ya amadeyî bi dawî kir û berê xwe da bajarê Helebê da ku enstîtuya Birêveberiya Karsaziyê ya Zanîngeha Helebê bixwîne. 
Di sala 2012'an de dema pola duyemîn a Enstîtuyê dixwend li Rojava agirê şoreşê geş dibû tîna xwe belav dikir. Ji ber kelecana şoreşê nedikarî xwe li Helebê bigire, dibistana xwe terikand û ji bajarê Helebê ber bi welatê xwe yê şoreşê ve ket rê. Bi kelecanek mezin berê xwe da Kobanê û beşdarî nava refên Şoreşa Rojava bû. Destpêkê di karên rêxistinê yên di çarçoveya konfederasyona xwendekarên Kurd ên neteweyî de cih girt û bi enerjiya xwe ya herikbar reng da xebatê.  
Di jiyana wê de destpêkeke nû 
Ji wê demê ve beşdarî hemû xwepêşandanên ku li bajarê Kobanê ji bo azadî û rûxandina rejîmê hatibûn organîzekirin bû. Di 19'ê tîrmeha 2012'an de şahidiya destpêkirina şoreşa Rojava kir ku li wê derê şahiya azadiyê û derxistina rejîma Baasê ji bajêr dijiya. Her wiha ev di jiyana wê de destpêkek nû bû, ji bo wê bû xalek werçerxanê. Têkoşîna xwe di rêxistinkirina xwendekaran, perwerdekirin û naskirina wan a bi şoreşê re xurt kir.
Xebatên rojnamevaniyê 
Di 11'ê mijdara 2012'an de Radyoya Dengê Kobanê vebû. Di sala 2013'an de Dilîşan dest bi karê rojnamevaniyê kir da ku dengê şoreşê bigihîne hemû cîhanê, di Radyoya Dengê Kobanê de xebitî. Di destpêkê de wekî pêşkêşvaniya nûçeyên zimanê Erebî kar kir. Piştî çend heyvan çeteyên Cebhet El nusra û DAIŞ’ê êrîşî gundên rojhilatê Kobanê û bajarê Girê Spî kirin. Di wan êrîşan de Dilîşan weke nûçegihanek şer eniyên berxwedanê şopand û nûçeyên berxwedana Yekîneyên Parastina Gel û Jinan li pêşberî êrîşên çeteyan gav bi gav ragihand. Wê bi fermandar û şervanan re hevpeyvîn pêk anî û gelek bernameyan li ser pêşveçûna şoreşê amade kir. 
Pêşkêşvaniya bernameyên siyasî 
Piştî demekê ji xebata nûçegihaniya şer, vegeriya Radyoya Dengê Kobanê. Lê vê carê ew ne weke pêşkêşvaniya nûçeyên Erebî bû, dest bi amadekirin û pêşkêşkirina bernameyên siyasî kir û hevalên xwe yên di Radyoya Dengê Kobanê de li ser awayê pêşkêşkirina bername û nûçeyan perwerde kir. Di 15'ê îlona 2014'an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî kantona Kobanê kirin, careke din berê xwe da eniyên şer, ji eniyên rojhilat, rojava û başûr nûçe dişopand, li kêleka wê jî pêşkêşvaniya nûçe û bernameyên siyasî jî berdewam dikir. 
Bi hevalên xwe re 13 rojan ket greva birçîbûnê 
Bi hevalên xwe re li avahiya Radyoya Dengê Kobanê ya ku 5 km. dikeve rojavayê bajarê Kobanê man, dev ji karê xwe bernedan heya ku mesafeya di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de ji 1 km. kêmtir bû paşê cihê xwe berdan. Di wê demê de bi hevalên xwe re neçar man biçin bajarê Kobanê û li bajar man heya ku di 5'ê Cotmeha 2014'an de çete ketin nav bajarê Kobanê û êdî sivîl nedikarîn li bajêr bimînin. Wê  demê wê û gelek rojnamevanên din berê xwe dan Bakurê Kurdistanê. Dema wan sînorê Bakurê Kurdisatanê derbas kirin, rayedarên Tirk ew girtin, di saloneke sporê ya girtî de ew binçav kirin û nehiştin ku derkevin derve. Ji ber vê yekê Dilîşan bi hevalên xwe re 13 rojan ket greva birçîbûnê lewma rayedarên Tirk neçar kirin ku wan serbest berdin. Piştî ku serbest hatin berdan, Dilîşan vegeriya kantona Cizîrê.
Di rêveberiya Radyoya Dengê Cûdî de xebat dida meşandin
Piştî ku Dilîşan gihîşt kantona Cizîrê ber bi bajarê Qamişloyê ve çû, ji destpêka Mijdara 2014'an heya rizgarkirina Kobanê ya di 26'ê çileya 2015'an di rêveberiya Radyoya Dengê Cûdî de xebat da meşandin. Piştî rizgarkirina Kobanê bi çend rojan Dilîşan vegeriya Kobanê û ji nû ve dest bi vekirina Radyoya Dengê Kobanê kir. Di sibeha 13'ê adara 2015'an de Radyoya Kobanê tenê xwedî yek endam bû ew jî Dilîşan bû, dest bi kar kir. Dilîşan ji nû ve endaman li ser amadekirin û pêşkêşkirinê perwerde kirin û gelek ked da ku Radyoya Dengê Kobanê vegerîne asta wê ya berî êrîşkirina çeteyên DAIŞ’ê.
Rêwîtiya ragihandinê bi televîzyona Ronahî berdewam kir
Piştî ku Dilîşan kadroyek medyayî ji Radyoya Dengê Kobanê re amade kir û piştî komkujiya Kobanê ya di 25'ê Hezîrana 2015'an de, Dilîşan bû nûçegihana şer ji bo şopandina hemleya rizgarkirina bajarokê Sirînê ya ku di 27'ê Tîrmeha 2015'an de hat rizgarkirin. Piştre çû perwerdeya ku du heyvan domiya. Dema perwerde qedand, bû nûçegihana televîzyona Ronahî, du heyvan tê de kar kir û gelek raporên taybet amade kir. Piştre dîsa vegeriya Radyoya Dengê Kobanê.
Bû nûçegihana ANHA’yê
Di dawiya sala 2015'an de Dilîşan berê xwe da bajarê Qamişlo û bû nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê, demekê weke nûçegihan li bajêr xebitî, paşê xwest bibe nûçegihana şer û li Rojava û bakurê Sûriyeyê dest bi şopandina kampanyayan kir. Destpêkê kampanyaya rizgarkirina gundewarên başûrê Kobanê bû ya ku 23'ê Kanûna 2015'an de dest pê kir û bi rizgarkirina bendavê re di demeke kurt de gihîşt encamê.  
Dilîşan beşdarî şopandina kampanyaya rizgarkirina bajarê Minbicê bû ya ku di 1'ê Hezîrana  2016'an de dest pê kir bû. Li gel nûçegihanê Ronahî tv. şehîd Mustafa Mihemed pêşveçûna kampanyayên, rizgarkirina gundên Minbicê û piştre bajar û serbestberdana sivîlan ji destên DAIŞ’ê bi hev re dişopandin. Ji ber vê yekê şehadeta Mustafa bandoreke mezin li ser wê kir û soz da ku riya wî berdewam bike da ku rastiyê nîşan bide.
Bi dîmen û nûçeyên xwe rizgarkirina Reqayê nîşanî cîhanê da
Paşê Dilîşan beşdarî şopandina hemleya rizgakirina bajarê Reqayê û her 5 qonaxên wê bû. Destpêkê beşdarî Hemleya Xezeba Firatê ya ku di 5'ê Mijdara 2016'an de dest pê kir bû, piştre jî ji qonaxên mayî heya şer gihîşt hundirê bajarê Reqayê di çarçoveya hemleya rizgarkirina bajêr a di 6'ê Hezîrana 2017'an de dest pê kir şopand. Di 9'ê Îlona 2017'an de hemleya Bahoza Cizîrê dest pê kir ji bo rizgarkirina axa Herêma Cezîrê ber bi rojhilatê Firatê ve, li gel her du hevalên xwe yên nûçegihanên Ajansa Hewarê Rizkar Adanmiş û Hawker Mihemed bi hev re dişopandin. 
Di 12'ê Cotmeha 2017'an de, di demjimêr 18:30’an de DAIŞ’ê li hemberî sivîlên ku ji deverên di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyeyê de ji gundewarên Dêra Zorê direviyan û diçin herêmên ku ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatine rizgarkirin bi teqandina du seyareyên bombebarkirî li ser riya Xerafî ya ku dikeve navbera Dêra Zorê û bajarê Hesekê komkujiyek pêk anî. Nûçegihanên Hawarê Dilîşan Îbîş, Rizkar Adanmiş û Hawker Mihemed jî di nav wan sivîlan de bûn, agahiyên nû dişopandin û bûyerên gihandina sivîlan a deverên rizgarkirî radigihandin. 
Xwişka wê navê keça xwe kir Dilîşan
Di encama teqîna seyareyên bombebarkirî de Dilîşan tevî 14 sivîlên din şehîd ket. Rizgar û Hawker jî digel 73 kesên din birîndar bûn. Dilîşan li Goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê hat veşartin. Xwişka Dilîşan piştî şehadeta wê navê keça xwe kir Dilîşan ji bo ku weke Dilîşan bi cesaret be. 3 roj piştî wê Hawker ji ber ku bi giranî birîndar bûbû şehîd ket. Di 18'ê çileya 2017'an de Rizkar jî ji ber birînên xwe şehîd ket.