Portreya Rojê: Sûad Mistefa

Sûad Mistefa dibêje: “Ger mirov karê xwe xurt bike û bi erka xwe ya welatparêziyê rabe dikare li ser axa xwe azad bijî. Rûmeta min di têkoşîna min de ye, dayikeke weke min êdî nema dikare li pêşiya volkana tolhildanê raweste. Ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim û tola zarok û birayên xwe rakim.”

ROJ HOZAN
Qamişlo - Dayika Sûad Mistefa ji gundê Eyn Dîwerê yê girêdayî bajarê Dêrikê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, bi temen 64 salî ye. Dayika Sûad di sala 1982’an de cihê xwe di nav xebatên Tevegra Azadiya Kurdistan de digre û di oxira doza têkoşînê de 2 bira û 2 zarokên wê şehîd bûne. Xebatekî wê bi nirx di rêxistinkirina civakê de heye, bi taybetî ji bo doza jinan her pêşengî kiriye. Tevî temenê xwe heya niha karê xwe berdewam dike bê rawestan mîna volkaneke tijî tolhildan li dijî hemû rengên hovîtî û koletiya dijminan disekine. Dayika Sûad pir êş kişandiye, şînên dilê wê her xwe nû dikin û bi serkeftinên mezin vê şînê li hev dipêçe. Dayika Sûad xwedî mîraseke tijî têkoşîn, sozdarî, ked û xebat e. Li gel dayika Sûad Mistefa me li çîroka wê guhdar kir.
  
Bîranînên zaroktiya dayika Sûad 
Sûad behsa jiyana û bîranînên xwe yên zaroktiyê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Zaroktî û ciwantiya min weke bîranîn xweş tên bîra min. Di malbata min de ez bi tenê zaroka keç bûm û her ji dayika min re meraq bû keçek jê re çêbibe, ji ber zarokên dayika min hemû kur bûn. Di aliyê aborî de rewşa malbata min pir baş bû. Di pêvajoya zaroktiya min de ez wisa vekirîbûm û pir delalî mezin bûm. Dayika min karên weke çêkirina tenûran, cer, den, şerbik bi axa qewaqan çêdikir û ez jî hemû xebatan ji wê hîn bûme. Dayika min bi eslê xwe ji Cizîra Botanê ya Bakurê Kurdistanê ye û li gundê Endîwerê zewiciye, hemû ked û xebatên jiyanê min jê girtiye. Rast e di zaroktiya min de kar bi min nedikir lê min hînî pir tiştan kiriye. Tevî hemû delaliya min jî dema ez zewicîm pirs ji min nekirin, ji ber di wan deman de kevneşopiyên civakê wisa bûn. Ez li gundê rêhanîkê yê girêdayî Dêrikê di temenekî biçûk de zewicîm û 6 zarokên min çêbûn 2 keç û 4 kur. Min zaroka xwe ya yekemîn jî di temenê 15 salî de anî dinê û ez keça xwe Zozan bi hev re mezin bûn.  Carê berbolî hebûn dema ez zewicîm jî dapîra min gazî min kir û ji min re got bi zewacê re divê tu wê delaliya xwe bavêjî, ji ber tê bibî xwedî mal û zarok. Ji roja duyem a zewacê ve êdî hemû xebatên ez ji dayikê hîn bûm min pratîze kir. Rojane me 50 çêlek û 200 serî pez didotin û ji berhemên wê tişt çêdikirin. Her wiha vedana melû, çêkirina tepikan, kizmik û bêranê ev kar hemû beşek ji keda jiyana min bûn û tenê min cot nekiriye. “
Tevlibûna nav xebatê
Sûad bal kişand ser tevlibûna xwe ya xebatên Tevgera Azadiyê û têkoşînê û wiha domand: “Tevlibûna min di nav kar û xebatê de bi riya birayê min Reşîd bû. Berê em bi Partiya Yemîniya ve girêdayî bûn û me tê de kar û xebatên xwe dida meşandin. Di sala 1980’yan de Tevgera Azadiya Kurdistanê li Sûriyeyê ji nû de civakê bi rêxistin dikir, wê demê birayê min şehîd Reşîd weke xwendekar xebatên rêxistina ciwanan dikir. Di sala 1982’yan de dema Mezlûm Doxan şehîd bû û agirê Newrozê piştî Kawayê Hesinkar geş kir, ez tevli kar û xebatê bûm. Di sala 1983’an de şehîd Egîd (Mehsûm Korkmaz) hat Dêrikê ji me re civîn çêkir lê min nedizanî ew kî ye. Di civînê de ji me re destnîşan kir ku tevgera me mîna tirênekê ye hinek wê lê siwar bibin û heya dawiyê berdewam bikin hinek jî dê siwar bibin û jê dakevin. Her wiha xebatên me ji bo avakirina Kurdistana azad demdirêj e tê de çalakî, pêvajo û hemû tiştên ku mirov nirx bide wan heye. Ew gotinên wan hê li bîra min in. Birayê min Reşîd di sala 1985’an de tevli Tevgera Azadiyê bû, di sala 1988’an de şehîd bû. Dema birayê min şehîd bû min got ‘şekirê dayika min tu ewqas delal bûy û bi wê delaliya xwe ve çû, ez sozê didim te kîjan zaroka min barê te rake ez riya wan negirim.’ Piştî wê min pêwîstî dît ez zêdetir tevgera xwe xurt bikim û civaka xwe bi fikrên Rêber Apo hînî azadiyê bikim.”
Sûad behsa hevdîtinên xwe bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û perspektîfên ku jê girtine, kir û wiha pêde çû: “Di sala 1991’ê de em derketin pîrozbahiya 15’ê Tebaxê, min xwest vê carê ez 15’ê Tebaxê bi Rêber Apo re pîroz bikim. Ez û keça xwe Zozan bi hev re bûn û li Şamê tevli pîrozbahiyê bûn. Dema min wisa ew coşa gel dît, ez pir kêfxweş bûm. Rêber Apo derbasî nav vê coşê bû û destpêkê got tişta herî xweş ev kombûna we ye lê mixabin di pîrozkirina 15’ê Tebaxê de em ne li ser axa xwe ne, ger em li ser xaka xwe bûna wê hîn xweştir bûya. Rêber Apo axaftin kir heya berê sibehê û got bila malbatên şehîdan bimînin. Roja din Rêber Apo bi me re civîn çêkir, bi silavên germ dîsa em pêşwazî kirin. Dema gihîşt gel min ku silav bide got ‘Tu çi dixwazî’ min got rêberê min ez dixwazim heya dawiya temenê xwe rê û doza te bişopînim’ ez wek jineke têkoşer bi nav kirim. Di sala 1994’an de cara duyem dîsa li Şamê min hevdîtin bi Rêber Apo re çêkir, dîsa hevdîtina me bi rengê civîna rêxistinî derbas bû. Bêtir Rêber Apo xebatên rêxistinbûna jinan, xurtbûn û naskirina wan ji me re nirxand. Her wiha xalên bingehîn ên ku jin di civakê de kole kirine şîrove kir û rêbazên çareseriyê pêşkêş kir. Her wiha nirxdayina ji keda jinan re anî ziman û got ‘Pêwîst e jin xwe mîna dara şikestî nebînin, berê digotin jin dara şikestî ye û mêjiyê mirîşkekê di serê heft jinan de ye û ew mirîşk jî nizanim çi dike lê em ê van gotinên dijberî jinan biguherînin vîneke xurt ku ji canê jinan bipejire û bi xwe re jî civakek azad biafirîne.’  Wisa Rêber Apo baweriyeke xurt dida jinan û got ’Pêwîst e ev gotin bê îsbatkirin bê şêr şêr e çi jin e çi mêr e fikir, zanebûn û pêşketin wê tola jinan ji van hemû paşverûtiyên civakî hilîne.’ Di nav hevdîtinê de gel pirsgirêkên civakê anîn ziman. Rêber Apo jî rêbazên çareseriya rast ji wan re pêşkêş dikir. Rêber Apo digot ‘Em ne civakeke lawaz in heya em pişta xwe bi dewletan bidin girêdan, bila keda me ji xwêdana eniya me be’ Wisa me demên xwe pê re derbas kir û hê jî fikrên wê yên azad û bi nirx bûn.”
“Di sala 1984’an de berpirsa xebatên jinê bûm”
Sûad mîna dayikeke têkoşer rêxistineke xurt a jinan di Rojavayê Kurdistanê de ava kir her wiha bi dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şîn girtiye. Sûad Mistefa hestên xwe wiha anî ziman: “Di sala 1984’an de min xebatên (cebhewî ) dikir berpirsyara jin ez bûm. Me xebatên xwe bi rengekî aktîf dida meşandin êdî em derbasî hemû malan dibûn civînên me hatin çêkirin û me dest bi çalakiyên di nava civakê de kirin. Li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê min jin birêxistin dikirin, ew soza xwe bi silava Rêber Apo re pêk anî. Ger mirov karê xwe xurt bike û bi erka xwe ya welatparêziyê rabe, dikare li ser axa xwe azad bijî. Di xebata me de tehemul pir girîng bû, ji ber me fikrek di nava civakê de belav dikir. Min barê vê tevgerê ji ser milên xwe rakir û weke deyndara felsefeya azad xwe dît. Piştî xebateke girîng min dayikên aştiyê li Rojava ava kir û berpirsyariya wan kir her wiha li hemû bajarên Rojava min xebatê jin fireh dikir wisa min berdewam kir heya komploya navneteweyî li ser Rêber Apo. Dema Rêber Apo hat girtin min li televîzyonê temaşe dikir, bi wan dîmenan ez pir dilşewat bûm, min çavên xwe li nexweşxaneyê vekir û wisa qîreke kûr ji dengê min derket. Piştî çend rojan li nexweşxaneyê, ez vegeriyam malê û wisa ji xwe re dihizirîm gelo ew dîmen xewn bûn yanî jî rast bûn. Ji nişkêve ez hatim ser hişê xwe û min got Rêber Apo hîn bi fikrên xwe nav me de ye û mayîna min li malê wê tiştekî neke. Min dest bi çêkirina civînan kir, vê carê me ji civakê re digot pêwîst e em hîn bi hêztir bin heya em bikaribin vê komploya bêbext vala derxin. Wê demê min soza xwe careke din nû kir û kincên reş ser bejna xwe de berdan, ev 23 sal in min şîn girtiye. Hin kesayetên civakê û malbata min li dijî min rabûn çawa yadê Sûad jiyana xwe kire reşiyê de lê di wateya xwe de min tenê şîn girtiye û xebata min heya niha bê rawestandin ji bo azadiya Rêber Apo berdewam dike. Tenê Hevrîna min digot bela xwe ji dayika min vekin ew sozdara dozekê ye, bila berdewam bike.” 
“Min û Zozana xwe bi hev re kar dikir”
Sûad behsa tevlibûna zaroka xwe ya yekemîn ji Tevgera Azadiyê re kir û wiha dirêjî da gotina xwe: “Piştî dîlgirtine Rêber Apo bi demek kurt keça min Zozan tevli refên Tevgera Azadiyê bû, soza min di vir de jî hebû ku kîjan zaroka min barê Tegera Azadiyê hilgire li pêşiya wan nabim kelem. Zozana min refa amadehî bi dawî kir û ji min re got ‘Daye êdî xwendin ji bo min bes e, ez ê êdî barê rizgarkirina Kurdistanê rakim.’ Wisa kir stranê ku ‘Xwendin ji bo welatê me bes e, bejin û bala min bilind e ez ê girê bidim şalûşapan û bombe bavêjim kefa destan û herim li ser çiyayê Kurdistanê destê xwe bidim kêla gora xalan û bêjim ma riya min di nav we de nîn e çîçeka çiyayê Kurdistanê bidim dest we.’  Zozan jineke xwedî sekn bû û dengê wê jî pir xweş bû, min ew hînî ruhê welatparêziyê kiribû û dengbêjiyeke xweş ji min girtibû. Min ji zozana xwe re got ‘Oxir be lê berî wê sozê bide min tu îxanetê li vê tevgerê û keda dayika xwe neke, şîrê min li te heram be ger tu wisa bikî.’ Zozan got ‘Dayê em koçer in deştî nabin, em zêrê reşadî ne xera nabin û şagirtên Rêber Apo ne poşman nabin, sozê didim te dayê li xwîna Xemgîn û Reşîdan xayîn nabi.m’ Bi qasî 9 salan min û Zozanê xwe bi hev re xebat dikir, bi çûyîna wê re şehadeta xalê wê duyemîn Xemgîn hat îlankirin, berî biçe ji min re got ‘Hevrîn amanetê min e li gel te ye lê pir miqate be.’ Min Hevrîn bi delaliyeke ecêb mezin kir, Hevrîn bû refa madehî û Zozanê min şehîd bû. “
“Rûmeta min di têkoşîna min de ye”
Dayika Sûad bi şehadeta zaroka xwe Zozan serbilind bû, li şûna wê Hevrîn weke sebra dilê xwe didît. Dayika Sûad wiha dibêje: “Bi şehadeta Zozan re êdî Hevrîn bû hemû jiyana min, hevala min, keça min û xwîşka min. Êdî di jiyanê de min dayik û bavê xwe winda kirin, birayê xwe û hevjînê xwe winda kirin, keça xwe winda kir û xwişkên min jî nebûn, tenê sebra dilê min Hevrîn bû. Ger ewqas cîhan bi hemû xweşiya wê bidane min, min Hevrîn nedida, ew berdêla emre min bû. Zarokên min kî biçe bila biçe lê Hevrîna min cihê wê di dilê xwe de cuda kiribû. Dema Hevrîn heqîqeta xwe nas kir Partiya Sûriyeya Pêşerojê ava kir û bû sekreter giştî ya partiyê. Dewleta tirk tehemul nedikir ku jinên weke Hevrîn Xelef bijîn û civakê birêxistin bikin. Dewleta tirk Hevrîna min bi kemîneke hov û plankirî di 12’ê Cotmeha 2019’an de şehîd xistin. Qetilkirina Hevrîn sûcekî şer bû, di şexsê mirovahiyê de, fikir û têkoşîna jinan de ku îro bûye bawerî, hêz, îrade û şoreş ew qetil kirin. Ez ewqas behsa wê hovîtiya li Hevrîna min kiribûn bikim kêm dimîne ger di canê wê de cihê guleyekê jî mabûya wê lêbixistana. Xwestin fikrên wê , xebat û hevgirtina jinan tune bikin. Bi şehadeta birayên min û keçên min re, barê min di nava vê tevgerê de zêde bû. Bila dewleta tirk û hemû dijminên Kurdistanê baş bizanin ez ji riya vê dozê venagerim. Ez ji şer re hazir im û ji aştiyê re jî amade me. Di dawiyê de ez dibêjim “Dayikeke weke min êdî nema dikare li pêşiya volkana tolhildanê bisekine, ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim. Rûmeta min di têkoşîna min de ye, ez ê tolhildana zarok û biryarên xwe rakim. Yan mirina bi rûmet an jî mayînek ji koletî ez ê qebûl nekim.”