Portreya Rojê: Siyasetmendar Henan Eşrawî
Siyasetmendara bi dan û sitandinên xwe yên di derbarê aştiyê de û bi helwesta xwe ya ji bo pirsgirêka Filistînê tê nasîn.
Navenda Nûçeyan - Çalakvana siyasî Henan Eşrawî perwerdeya xwe ya destpêkê li dibistana keçan a “El-Ferendez” a bajarê Ramellahê wergirt. Di sala 1964`an de ji bo xwendina wêjeya zimanê înglîzî çû Zanîngeha Emerîkayê ya li Paytexta Lubnan Beyrûdê. Li zanîngehê tevli şaxa Yekitiya Giştî ya Xwendekarên Filistînê bû, paşê jî berdevkiya wê kir û tevli şaxa "Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînê" jî bû. Ligel van xebatan jî gelek karûbarên komeleyên mîna komeleya "Pêncê Hezîranê" dikir. Tevî beşdariya wê ya ji bo çalakiyên raghandinê û xebata civakî li kampên penaberên Filistînê yên Beyrûdê jî.
Di nava malbatek xwendekar de mezin bûye
Bi eslê xwe ji bajarê Ramallah ê Nablusê li bakurê delava rojava ye. Di 8`ê Cotmeha 1946`an de ji dayik bûye. Di malbateke xwenda de mezin bûye, dayika wê Wedîa Esed e û bavê wê jî Dawid Mîxaîl e, keça pêncemîn di nav xwişkên xwe de ye. Zaroktiya xwe di navbera bajarên Nablus û Ramallah de jiyaye. Di sala 1975`an de bi Hunermendê muzîkê Îmêl Eşrawî re zewiciye û du zarokên wê yên bi navê Zêna û Emel çêbûne.
Komeleya ji bo Filistîna Azad
Di sala 1969`an de ji bo xwendinê çû Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û li wir ket Zanîngeha Virginiayê. Di destpêka sala 1973`an de “Komeleya Dostên Emerîkî ji bo Filistîna Azad” damezirand, tevî beşdariya wê di damezrandina şaxê Yekitiya Xwendekarên Ereb ên li Virginiayê û tevlibûna wê ji semîner û çalakiyên piştgiriya bi gelê Filistînê re. Hanan Eşrawî Berî ku balanameya xwe ya di wêjeya hevrûkirî û wêjeya serdeman de biqedîne vegeriya Filistînê. Ji ber ku bi gelek tawanên wekî tengavkirina ewlehiyê û beşdarbûna di xwepêşandanan de hatibû tewanbarkirin ji bo wê jî gelek caran hat binçavkirin. Her car di bin çavan de rojekê dihat girtin, di hin demên taybet ên wekî salvegera pêncê Hezîranê û bîranîna daxuyaniya Bêlfour a 2`ê Mijdarê de.
Wê beşa zimanê înglîzî di Zanîngeha Birzeit de vekir û di navbera salên 1973`an û 1978`an de rêveberiya wî kir. Paşê jî vegeriya Emerîkayê ji bo ku balanameya xwe ya doktorayê biqedîne û di sala perwerdeyê ya 1981-1982`an de li ser wê nîqaş bike. Piştî temamkirina guftûgoyê vegeriya Filistînê û serî li Beşa Zimanê Ingilîzî da. Ji bo cara duyemîn di navbera salên 1981-1984`an de rêvberiya wî bike.
Nasnavê ’Nayt layn’
Bi ked û helwesta xwe dengîniyek mezin girt, ji ber wê jî di sala 1986`an de li Zanîngeha Birzeitê wekî rêveberiya amojgeha bilind a wêjeyî hat erkdarkirin. Dema ku li zanîngehê dixebitî, rastî gelek zordestiyan hat ji hêla rayedarên Israîlê ve sedema wan jî beşdariya wê di grev û xwenîşandanên ku li dijî binpêkirina hêzên Îsraîlî yên li ser kampusê bûn.
Endamtiya Komîteya Siyasî ya Serhildana Gel a Yekemîn a di Çileya 1987`an de hat lidarxistin kir. Li welatên cur be cur di komcivînên TV yan de jî cihekî cihêreng girt. Dema çar caran di bernameya “Nayt Lanyn” de bû mêvan, rola wê xuya bû wekî rûyekî dengînî yê Filistînê. Bi rastî çîroka derketina wê ya nava siyasetê û çalakiyên giştî bi hêz bû, dema ku nûneriya aliyên Filistînî bi rengekî bi hêz û bi bandor dikir, weke jinek xwedî gotin û perwerdekirî bû. Piştî van serkeftinan di nav derdorên Emerîkîyan de bi navê “Nayt Layn” dihat nasîn.
Bû berdevka fermî ya şandeya Filistînê û di navbera salên 1991 û 1993’an de endamtiya komîteya rêvebiriya wê kir. Bi axaftina xwe ya di civîna Encûmena Niştimanî ya Fîlîstînê ku di îlona 1991’an de li Cezayîrê hatibû lidarxistin de temaşevan bi şêwaz û hişmendiya xwe ya bihêz matmayî hiştibûn. Ew wekî yek ji kesayetiyên navdartirîn û herî famînîst ên neteweyî û siyasî yên Filistînê di her astê de hat binavkirin.
Di kanuna 1996`an de ji bo endamtiya Encûmena Zagonsaz a Qudusa Filistînê hat hilbijartin. Di salên 1996-1997`an de bû seroka Komîteya Siyasî ya heman lijneyê. Di sala 1998`an de jî bû wezîra Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî lê di wezaretê de berdewam nekir, ji ber nebûna cîbicîkirina plansaziyên reformên hikumetê û nakokiyên wê yên bi serokatiya Filistînê re li ser danûstandinên aştiyê.
Xebata akademîk û siyasî bi hev re dikir
Endamtiya gelek desteyên pirsyarî, sazî û dezgehên navneteweyî yên weke “Saziya Lêkolînên Fîlîstînî”, “Peymangeha Navneteweyî ya Demokrasî û Alîkariya Hilbijartinê” ya Siwêdê û “Mercy Corps International” a Washingtona Emerîkayê kiriye. Paşê jî li Peymangeha Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşketina civakî li Cinêva Siwîsreyê xizmet kiriye.
Di navbera salên 2000 – 2005’an de Serokatiya Komîteya Reforma Zagonsaziyê kiriye. Di sala 2006`an de ji bo dewreya duyem a Encûmena Zagonsaz a Filistînê ji nû ve hat hilbijartin, ji bo navnameya Rêya Sêyemîn a bi serokatiya Selam Fayyad. Her wiha serokatiya gelek sazî û dezgehên weke "Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan" ên ji bo şopandin û dabînkirina daxwazên parastina mafên mirovan di nav zagonsaziyên cihêreng ên Filistînê de kir.
karbidestiya komkara “Serpereştiya Filistînî ji bo Kûrkirina Hevpeyvînên Cîhanî û Demokrasiyê” ya ji bo aktîfkirina prensîbên demokrasî û rêveberiya rast di civaka Filistînê de û bandora li ser biryar û raya giştî ji bo pirsgirêka Filistînê, bi riyên hevpeyvîna çalak, kûr û danûstandina azad a agahî û ramanan.
Di rêxistina "Hevbendî ji bo destpakî û lêpirsînê" ya ji bo nehiştina dubendiyê û geşkirina pergala destpakî, zelalî û berpirsyariya di civakê de cihekî bilind girt. Di sala 2009`an de wekî endam, di komîteya cîbcîker a Rêxistina Rizgariya Filistînê de hat hilbijartin, paşê jî serokatiya "Wezareta çand û ragihandinê" ya heman rêxistinê kir û heta sala 2017`an peywira xwe domand.
'Em ê destûr nedin ku dengê me were birîn'
Bi gotinên xwe yên bihêz û jîrbûneke xurt, karibû reng û şopa xwe ya ronî li ser hemî ast û forman bihêle, têkoşîn danûstandin û rojeva jina berxwedêr a Filistînê, ji kesayeta xwe re sabareke siyasî di nav hewldanên ji bo şikandin û binpêkirina wê de çêkir. Di bîrawerî, nivîs û civînên xwe de anî ser ziman.
"Ev alî ji aştiyê" pirtûka wê ya ku bi înglîzî nivîsiye, di nav de ew li ser pêwendiya Filistînê diaxive û yek ji wan gotinên xweşik ên wê di nav de "Niha, piştî zêdetirî nîvsedsal e ku ji trajediya me derbas bû. Hîn jî bi milyonan Filistînî hene ku ji kokên xwe hez dikin. Hin ji wan hîn jî ji te re dibêjin em ji Heyfa, Yaffa, Lid, an yek ji gundên binxetê yên Filistînê ne. Bi vê bîranîna dîrokî. Em bûne mirovên ku qebûl nakin winda, bêpar û hilweşyayî di bîra dîrokê de bimînin."
Ya ku baweriya wê zêde kir ev bû "Divê derfeta heyî ji bo guhgiriya cîhanê neyê windakirin." Dema ku wê li ber pencereya mala xwe li ofîsên Rêveberiya Sivîl a Israîlê nihêrî û dît ku têlên bi kelem li derdora wan hatine girêdan, wê demê got: "Em têra xwe hatin piştguhkirin û em destûr nadin ku dengê me were birîn." Ev axaftin bû sedema dilgermî û hewldanên wê da ku serokatiya rêxistinê bide bawerkirin ku dema xwe winda neke û li Konferansa Aştiyê ya Madrîdê di dawiya Cotmeha 1991’ê de nîqaş bike li gorî daxwaza Dewletên Yekbûyî.
‘Me ewlehiya xwe û pêşeroja zarokên xwe xistibû xeteriyê’
Gotina wê ya navdar û helwesta wê ya li ser doza Filistînê hîna jî di nav rêzên dîrokê de ye dema ku wê got: "Xemgîniya windakirina filistînê em ji hestên bextewarî û kêfxweşiya xwedîtiya wê dûr xistine. Baweriya gelê Filistînê ji me re li hin deran wekî desthilatdariya nûnerê wan temsîl dike." Nêrîna xwe bi bîr, bawerî û aqilmendiyê di qada Oslo ya Norwecê de got ku ji hêla hikûmeta Israîlê û Rêxistina Rêzgarkirina Filistînê ve hat îmzekirin di 13'ê Îlona 1993'an de. Wê wiha gotibû "Tu carî mijar ji me re ne ya erdê bû ji ber ku erd a me bû û wan dagir kiribû, me dest bi lênêrînek aştî û xewnek azadiyê kir lê Osloya ku dûrî çavên guftûgokiriyên Filistînî, tu carî ji bo me ne ew tiştê ku ji bo wî me jiyana xwe têkbiribû û ewlehiya xwe û pêşeroja zarokên xwe kiribû xeteriyê de."
Henan Eşrawî ne alavek hêsan di destên siyasetmedaran de bû, ew tu carî ji biryarên wan ne razî bû, ji ber vê yekê bang kir ji bo avakirina saziyên serbixwe dema ku wê keser kişand û got: "Ez ji siyasetê dûr neketime, ez nikarim bi rastî ji jiyana xwe dûr bikevim. Lê belê ez ji pozîsyonan dûr ketim, ji ber ku rayedar jinan wekî sembol bi kar tînin û ji wan re dibêjin têbikoşe, li ber xwe bide, bikeve xwepêşandanan, şehîd bikeve.' Lê encamp û dema girtina biryaran ew bi tevahî mijareke cyda ye."
Di danûstandinên aştiyê de, wê gazî Emerîkiyan kir bi zimanê dijberî û zordariyê dema ku got: "Her roj em piştrast dibin ji nêrîna dibe ku wê çêtir be em bi xwe bi Israîliyan re biaxivin li şûna ku em xwe bavêjin we wekî amûrek zextê li ser wan."
Da xuyanêkirin ku 'peymana sedsalê' wekî hewldanek ji bo têkbirina çareserkirina pirsgirêka Filistînê ye û got: "Peyman hewldaneke ji bo bidestxistina rewa ya hêza dagirker e lê em dev ji mafên xwe bernadin û bîra mezinbûna vê komployê dibin. Pêdivî heye ku em xwe bidin hev û bawerî bi hêza berxwedanê bînin, di dawiyê de em ê bi ser bikevin"
Henan Eşrawî hewldanên Israîlê ji bo pêşînkirina rapora neteweyên yekbûyî ya li ser Xezayê rexne kir, tevî ku ew hewl didin vegotina rastiyan kontrol bikin, bi gotina xwe ya: "Ew hewl didin çîrokek xapînok û çêker ne rast çêbikin da ku bertekekê di nav mirovan de çêbikin."
Xelatên li ser mijulbûna pirsgirêkên jinan girtine
Henan Eşrawî bawernameyên doktoraya rûmetdar wergirtiye ji gelek zanîngehên erebî û biyanî yên rojavayî, wekî zanîngeha “Sant Marî Halifax” ya Kenedî di sala 2000`an de, Zanîngeha Amerîkî li Qahîreyê di 2003`an de û Zanîngeha Emerîkî ya Beyrûdê di 2008`an de.
Wê gelek xelatên cîgehî û dewletî di warê pirsgirêkên jinan, rewşa aştiyê, karûbarên navneteweyî, mafên mirovan û xwendina bilind de wergirtin. Di nav de xelata "Olve Palm" di 2002'an de, xelata "Jinên Ereb ên Pêşketî ji bo Navbeynkariya Siyasî" ji Navenda Lêkolînên Jinên Ereb ên li Dubaiyê di sala 2005'an de, xelata “Avustralya Sêdney a Aştiyê" di sala 2003'an de wergirt, xelata "Mahatma Gandhî"di sala 2005'an de ji hêla UNESCO ‘yê ve jê re hat pêşkêşkirin û xelata "Sazkarê Aştiyê" ji Destgeha Aştiyê ya Rojhilata Navîn di 2004'an de wergirt.
Di sala 1998`an de xelata “derçûyiya Serkeftî" wergirt, xelata "Derçûya Serkeftî" ji Zanîngeha Virginia ya Emerîkayê di sala 1995'an de, xelata "Hevaltiya Rûmetdar" li beşzanista "Sant Antonî" ya Zanîngeha “Oxfordê” di sala 2006'an de, xelata "Welatiya Cîhanî " ji ZanîngehaTuftsê, xelata "Peymangeha Rêveberiya Cîhanî " di sala 2014'an de wergirt. Konsulê Frensî "Hêrv Magroux" wê di sala 2016`an de bi madalyaya rûmetê ya Fransayê "Hêjaya Niştîmanî bi Payeya Cenguman" xelat kir.
"Ev aliyek aştiyê ye"
Di gel kesayetiya xwe ya siyasî û akademîk, Henan helbestvan û rexnegir bû, ji ber ku ew di warê helbest û rexneyê de di zimanê Îngilîzî de jîr û jêhatî bû. Bi piranî bala xwe dida piştgiriya gelê xwe yê Filistînê û jiyana kesên ku axa wan hatiye talankirin, mafên wan hatine xwarin û welatê wan hatiye dagirkirin.
Wê hejmarek pirtûk li ser wêje û rexneya wêjeyî ya Filistînê weşandin û gotarên li ser çand û siyaseta Filistînê pêşkêş kirin. Tevî wan, pirtûka wê "Helbesta Filîstînî ya Hevdem di bin Dagirkeriyê de" ya di sala 1976'an de, tê de berhevdanek berfireh ji cîhana helbestan re di nav bijartekek helbestvanên Filistînî de hat çapkirin.
Pirtûka wê "Ev aliyek aştiyê ye" di sala 1995'an de hat weşandin. Nasname û belavkirina navdewletî wergirt, di nav de ew şîrove û hûrguliyên aliyê veşartî yê pêvajoya aştiyê pêşkêş kir, ya ku li Israîl û Emêrîkayê di hemû pîvanên mirovahî de hatibûn bikaranîn û ew ne tenê ji bo behskirina pêvajoya aştiyê û karakterên wê ji her du aliyan e, her wiha ji tevahiya cîhanê re jî diyar kir ku danûstandinên bi hêzên Israîlê re ji berbanga dîrokê heya roja îro ne gengaz in.
Berhemên wê yên din jî hene, ji wan "Ji Serhildanê ta Serxwebûnê", "Jinek Filîstînî diaxive", "Dergehek ji Rexneyên Zanistî" û "Pêşgotinek di Rexneyên Ezmûnî de." Wê di sala 1986'an de komcivînek li Pêgeha Ramanî ya Erebî li dar xist, tê de pirtûka xwe "çîroka kurt a li xaka dagirkirî" pêşkêş kir û yek ji helbestên wê yên herî navdar "Mirina bi binaxkirinê" ye, ya nivîsandibû dema ku hêzên Israîlê çar ciwanên Filîstînî li gundikê Salim li nêzî Nablusê sax binax kirin lê cotkaran piştî derketina leşkerên Israîlê ew rizgar kirin. Çalakvana siyasî Henan di pêşxistina civaka medenî ya Filistînî de û bihîstina dengê Filîstînê ji welatên cîhanê re roleke çalak lîstiye.