Portreya Rojê: Rojnamevan û rewşenbîra Kurd Rewşen Bedirxan
Wan bi ked û wêrekiya xwe hest û ramanên bi baweriyê qewînbûyî di nava rûpelên dîrokê de nivîsandin. Derfetên wan tune bû bi zimanê dayika xwe dibistan bixwînin û rojnamevaniyê bikin lê belê wan bi derfetên kêm û bi zimanên cuda şitlên rojnamevaniya Kurd çandin. Rojnamevaniya Kurdî ya ku li çar aliyên Kurdistanê îro bi gelek zaravayên Kurdî û zimanan tê kirin encama keda wan e.
AYFER YILDIZTAN
Kobanê - Rewşen Bedirxan ji Cizîra Botanê ye, ji ber êrîşên Osmaniyan malbata wan neçarî koçberiya deverên cuda dibe. Rewşen Bedirxan 11’ ê Tîrmeha 1909’ an li bajarê Qeyseri yê Tirkiyê hatiye dinê. Dema Rewşen di temenê du salî de bû, malbat berê xwe dide bajarê Stembolê. Sala 1913’an jî tevli malbata xwe ji ber zextên Osmaniyan neçar dimînin berê xwe didin paytexta Sûriye Dîmeşq (Şamê) û du salan li taxa Salihiyê niştecih dibin. Beriya Rewşen bibe şeş salî bavê wê diçe ser dilovaniya xwe. Dayika wê Samiye Bedrî hemû barên jiyanê digre ser milên xwe û nahêle Rewşen ji derfetên xwedinê bêpar bimîne. Du salan li dibistana Terakî Şule bi zimanê tirkî dixwîne. Piştî şert û mercên wê demê tên guherîn leşkerên Tirkan ji Şamê derdikevin, êdî li dibistanan wane bi zimanê Erebî û Îngilîzî tên dayîn dewam dike. Piştî dibistana seretayî, dibistana mamosteyî ya bi navê Der EL-Muelîmat dixwîne û sala 1925'an li bajarê Kerek ê Urdunê dest bi xebatê dike. Di sala 1927'an de vedigere Şamê û li dibistana Layik dibe mamosteya zimanê Erebî.
Rewşen xanim a ji wê û şonde li dibistanên Sûriyeyê dibe mamosteya fermî der barê vê yekê de di nivîseke xwe de wiha gotiye; "Hemû demên jiyana min bi nivîs û alîkarîdayîna hejaran derbas dibû." Rewşen di navbera salên 1924-1927’ an de li Urdunê di dibistanekê de karê rêveberî û mamostehiya ziman dikir. Rewşen ji kesên ji nifşê sêyem ê ku li Sûriyeyê dibistana mamosteyî qedandibûn. Rewşenê li ser daxwaza dayika xwe Samiye mamosteyî hilbijartibû lê di dilê wê de rojnamevanî hebû, ji ber vê hezkirina wê ya rojnamevaniyê di demên pêş de wê her du kar bi hev re bidana meşandin. Di sala 1928’an de dizivire Şamê li vir jî dibe rêvebera dibistanan, di navbera salê 1929-1935’an de li Şamê pîşeya mamostehiyê didomîne. Sala 1929’an bi xortekî Ereb ê bi navê Omer Madan re dizewice, ji vê zewacê keçek wê ya bi navê Useymexan çêdibe lê vê zewacê 20 mehan berdewam kiriye.
Têkoşîneke bênavber
Di sala 1934'an de dibe endama Yekitiya Jinan (Ittihadu'I-Nisai) a Sûriyeyê. Piştî hevjînê xwe Omer Madan berda, di 22'ê Sibata 1935'an de bi Mîr Celadet Elî Bedirxan re jiyana xwe dike yek. Ji vê zewaca duyem keçek û du kurên wan ên bi navê Sînemxan, Cemşîd û Saftar çêdibin. Lawê wan Saftar hê yeksalî jiyana xwe ji dest dide. Di heman demê de keça Rewşenê ya bi navê Useymexan a ku ji hevjînê wê yê yekem bû jî li cem wê dimîne. Piştî Rewşen xanim bi Mîr Celadet re hevjînî dike û şûn de, di jiyana xwe ya mamosteyî, rojnamevanî û xebatên jinan de hîn çalaktir dibe. Ji ber meraqa wê ya ji zimanan re di du salan de fêrî zimanê Tirkî, di sê salan de fêrî zimanê Înglîzî û Fransî dibe.
Ji ber ku ji Kurdî zêdetir di Erebî de pispor bû, di xebatên wêjeyî û çandî de zimanê Erebî bi kar tîne. Ligel nivîsandina bi zimanê Erebî, berheman ji zimanên biyanî werdigerîne zimanê Erebî.
Kovara Hawarê
Rewşen xanim di xebatê de piştgiriyeke mezin dide hevjînê xwe. Di sala 1932’yan de Celadet destûrê ji Fransayê digre, ji bo li Sûriyeyê kovarekê derbixe. Piştî amadekariyan di 15’ê Gulana 1932’ an de hejmara yekem a kovara Hawarê gihand xwendevanan. Armanca ew bû ku alfabeya Kurdî li seranserê Kurdistanê belav bike. Di heman salê de pirtûka ‘Rêzimana Alfabeya Kurdî’ çap kir. Yek ji xebatên Rewşenê yên herî girîng, xebatên kovara Hawarê bûn. Hem nivîskarî, hem wergervanî û hem jî rojnamevanî dikir. Li gel wê xebatên siyasî jî dikir û li ser navê Kurdan tevli Kongreya Antî-kolonyalîst bûye.
Rewşen xanim di nivîseke xwe de wiha qala xebatên xwe yên di kovara Hawarê de kiriye: “Di sala 1932’ an de Hawarê dest bi weşanê kir. Min jî di kovarê de erk girt, min navnîşan sererast dikirin, bi karê ji aboneyan re rêkirina kovaran ve mijûl dibûm. Li rex van karan di demên awarte de min karê tîprêziyê jî girtibû ser milên xwe.”
Mala Rewşenê weşanxaneya Hewarê bû
Mala Rewşen û Celadet rola weşanxaneyê dilîst. Her du jî nivîsên xwe yên Kurdî yên yekem di kovara Hawarê de diweşînin. Rewşen xanimê ne tenê karê nivîsê û edîtoriyê dikir li rex van karan, karê ambalaj, rêzkirina rûpelan û gelek karên cuda jî dikir. Bi van xebatên xwe yên giranbiha bû yekem jina ku di Hawarê de bi alfabeya latînî nivîsîye. Bi wan zimanên ku dizane wergera berhemên zanistî dike û bi xebatên wergerê yên weşanxaneyan debara malbatê dike.
Rewşen weke nûnera jinên Sûriyê tevlî Kongreya Jinên Cîhanê dibe
Di sala 1944’ an de li ser navê jinên Sûriyeyê li Misrê beşdarî Kongreya Jinên Cîhanê dibe. Rewşen bi hemû hêza xwe li dijî mêtinkariya Fransayê sekinî û piştgiriya doza Ereban kir. Bi taybetî jî doza Filistînê parast û di dibistanên Ereban de mamosteyî kir, gelek nivîs û gotar di kovarên Erebî de weşandin. Ji bo perwerde û serwextkirina jin û zarokan xebat da meşandin. Her wiha ji bo rewşa jinên di girtîgehan de çareser bike bênavber têdikoşiya. Li gel van têkoşînan wê dest ji xebatên serxwebûna Kurdistanê jî bernedida. Ew jineke Kurd bû, di her warî de nasnameya Kurdbûyînê bingeh digirt. Weke jin û Kurdek bîrewer bû.
“Min dixwest weke jinek Kurdistanî bên nasîn”
Rewşen xanimê vê rewşa xwe bi van gotinan aniye ziman: “Navê me her çi be, dixwazî Tirk be, dixwazî Ereb be, dixwazî Fars be, dixwazî jî Kurd be; rengê dixwazî bila spî be, zer be, esmer be, em wek jin mexdûrên armanca zîhniyeta zilam a mêtinger in. Min xwest bi endambûna yekitiya ku ji aliyê tevahî jinên cîhanê ve hatibû avakirin, xebatên xwe bigihînim asteke fermî. Di sala 1934’an de bûm endama Yekitiya Jinan, di navbera jinên Sûriyeyê de, mîsyona rêveberiyek wisa dabûn ser milên min. Di sala 1944’an de li ser navê jinên Sûriyeyê, li Misrê tevli Kongreya Jinên Cîhanê bûm lê her tim aliyek min digot; ‘Weke jinek Kurdistanî, em ê kengê di navbera jinên xwedî rengên cuda de mafê nûnertiyê bigrin? Em ê kengê bi rengê xwe pirsgirêkên xwe bînin ziman? Bi van lêpirsînan hundirê min dişewitî… Dema aliyek me dikeniya aliyê din her tim kêm dima. Sirgûn parçe dike, me dike du parçe.”
Bi nivîsên xwe asoyê jinan fireh kiriye
Rewşen Xanim di sala 1946’ an de li dibistana ku mamosteyî dikir dibe rêveber. Di sala 1947’an de çend mehan di radyoya Sûriyeyê de pêşkêşvaniya bernameya zarokan dike. Di cihê ku kar kiriye de li ser rewşa jinan çavdêrî dike û dibîne ku jin her tim di rolên kêm û duyem de dimînin. Ji ber vê jî her tim karê rêveberiyê girtiye ser milên xwe û bi nivîsên xwe hewl daye asoya jinan fireh bike, da ku karibin bi cehaletê re şer bikin û bîrewerbûna welatperweriyê ava bikin. Bi taybetmendiyên jinên xwedî kevneşopî re têkoşîn daye meşandin.
Kovara Ronahî
Celadet Elî Bedirxan destpêka Şerê Cîhanê yê Duyem sala 1942’ an li Şamê Kovara Ronahî weşand. Pênc hejmarên destpêkê li ser Şerê Cîhanê yê Duyem bûn. Piştî demekê êdî kovara Ronahî bi nivîsên Kurdî yên li ser wêje, çand û zimanê Kurdî sekinî. Dema kovara sala 1943’an kovara Hewarê hat rawestandin, Celadet giranî û bala xwe da ser kovara Ronahî. Ev kovar heya sala 1945’an dom kir, paşê ew jî hat rawestandin. Ji ber rewşa aborî Celadet û Rewşenê di sala 1950’an de li gundê Hecanê yê nêzî Şamê ji bo xwedîkirina zarokên xwe dest bi karê çandiniyê kirin. Ji ber di demên derbasbûyî de dewleta Osmaniyan dest danîbûn ser mal û milken Bedirxaniyan tiştek ji wan re nemabû. Ji bo avdana zeviyan bîreke mezin kolabûn navê wê bîrê kiribûn “Bîra Qederê.”
Mîr Celadet 15’ê Tîrmeha sala 1951’ê jiyana xwe ji dest da. Rewşen xanim bi van gotinan behsa jiyana piştî mirina Celadet kiriye: “Rehmetî Celadet ji min re ne tenê hevjîn, di heman demê de mamosteyeke pir baş bû. Vê bûyerê bandorek mezin li min kir. Wefata wî şoqek bû, kêm mabû ez xwe winda bikim lê belê her kêlî gotinên wî dihatin bîra min. Wekî ku mirina xwe bizanibe. Demek kurt beriya wefata xwe, ranavîş xwendina duqayan (telqîn) ji me re kiribû, vê yekê ez li ser piyan girtim.”
“Bîranînên Jinekê”
Rewşen piştî hevjînê xwe malek kirê dike û bi Sebahat Xanimê (xwişka hevjîna Qedrî Can) re dimîne. Di jiyana Rewşenê ya mayî de êdî Sebahat pê re bû alîkar. Rewşenê karê xwe berdewam kir û bi pêş xist. Di sala 1951’ê de du çîrokên bi navê “Bîranînên Jinekê, Evîn û Renca Min” ji zimanê Tirkî wergerand Erebî. Gelek nivîs û berhem ji Tirkî û Kurdî wergerandiye Erebî.
Di sala 1956’an de bi Dr. Nûrî Dêrsimî, Hesen Hişyar, Heyder Heyderî û Osman Sebrî re li Helebê Komeleya Zanist û Alîkarî ya Kurd ava kir. Rewşenê heya sala 1964’ an rêveberiya gelek dibistanan kir lê piştî ku ev kar ji destên wê hat girtin, ew jî hizirî ku dema karbesiyê hatiye ji vê sûd wergirt û malnişîn bû. Dest ji karê aktîf berda û li malê bi karên nivîsan re mijûl bûye.
Di 1’ê Hezîrana 1992’an de li bajarê Banyas ê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da û li Goristana Şêx Xalidê Neqşîbendî ya Şamê li kêleka hevjînê wê Celadet Elî Bedirxan û kalikê wê Mîr Bedirxan spartin axê. Gotina dawî û wesiyeta wê ew bû ku Kurd bibin yek. Têkoşîna jinên Kurd li ser şopa xebatên Rewşen xanimê didome.