Portreya Rojê: Pêşenga jinên Sûriyê Nazik El-Ebdî

Stêrka Meyselûnê, gula Şamê û pêşenga rizgarkiriya jinê Sûriyê Nazik El-Ebdî bi gelek nasnavan hatiye nasîn û ev nasnav li gorî hêz û cesareta wê ne. Nazik despêkê sînorên malbat û civakê li ser jinên ciwan ên weke wê ferz dikirin, hemû bendên li pêşiya xwe derbas kir û xwe gihand asoyên fireh.

 
Navenda Nûçeyan – Stêrka Meyselûnê, gula Şamê û pêşenga rizgarkiriya jinê Sûriyê Nazik El-Ebdî ya xwediyê hunera pêşengiyê û hemû hewildanên wê ji bo şiyarkirina jinên Ereb di şerê Meyselûnê yê 24’ê Tîrmeha 1920’an de rolek giring girtiye ser milê xwe.
Weke dibêjin her serkeftinek pêşengê wê hene, ev jin jî pêşenga rizgarkirina jinê Sûriyê ye. Jina yekem li Sûriyê ya ku pêşengtiya azadiya jinê dikir û derî li pêşiya jina vekir. Ermanca wê ew bû ku jinê Sûriyê bibin pêşengê rizgarkirina jina Ereb, ew jî Nazik El-abid bû. Di 24'ê Tîrmeha sala 1920'an de şerê Meyselûnê di navbera hêzên Sûrî yên Yûsif El-Ezma pêşengtiya wan dikir û leşkerên Fransî bi pêşengtiya Maryano Xewabî li rojavayê Şamê li ser riya diçe Beyrûdê despê kir. Şer di navbera artêşeke 3 hezar dilxwaziyên Sûrî de, ji aliyekî ve artêşa Ferensî bi 9 hezar leşgerî re çêbû, ji aliyekî ve bi balafir, tank, û alavên leşgerî hatine çêkirin. Encama şer zû hat diyarkirin ku 400 leşgerên dilxwaz jiyana xwe ji dest dan û hezar jî birîndar bûn, yê artêşa Ferensî li gor agahiyê wan 42 mirin, 154 birîndar bûn. Hejmarek ji şêxên ereb tevlî şerê Meyselûnê bûn, yê herî ber biçav meleyê Mizgefta Şamê Mihemed Seîd Berhanî bû.
Sedemên şerê Meyselûnê
Rêvbeberê leşgerên giştî yê Ferensî Hinrî Xoro hêza xwe anî ser peravê Sûrî, dixwest ku ew rêveberiya bajar bikin, û her tiştî têxin bin serweriya xwe de, radestî wan bikin, ji bilî wilo jî çavê xwe berdabûn zengîniya welat, gelek ji wan kesan ew biryara radestkirinê pejirandin, lê wezîrê şer Yûsif El Ezma ev biryar qebûl nekir. Ciwanê şamê dixwestin parastia welatê xwe bikirn. Ji bo damezirandina artêşek sivîl Fêsel El haşimî di sala 1220'an de yê ku rêvebertiya Sûriya Mezin dikir, her wiha di sala 1921'an de rêvebertiya Iraqê dikir ew jî di lêgerînê de bû, ji bo welatparêzên Sûrî, di parastina welatê xwe de weke artêşekê kar dikir, ciwan û şêxên Meyselûnê li eniya şer dikirin. Tevî wilo jî hêzên mucahid parastin bi Yûsif re dikirin, li " Wadî El Qirin" li ser riya êrîşkiran mayîn diçandin, dema dît ku dagirker nêzî Meyselûnê dibin xwest ku wan biteqîne, lê neteqiya têlên wan qetiya bûn.
Rêveberê Ferensî serdana goristana "Selah Dîn" kir
Yûsif û hevriyên xwe bi rûmet şer dikirin, bi hebûna xayina hêzên Sûrî têk çûn. Yek ji hêzên dilxwaziyên Sûrî alîkariya dagirkeran kir, agir bi cihê çekan xistin şewitandin, tevî wilo jî Yûsif bi hemû hêza xwe şoreş bi rêve dibir. Bi têkbirina ertêşa Sûrî şer 8 saetan berdewam kir, Yûsif ji bo parastina welatê xwe hat kuştin, jiyana wî û ya welatê wî sekinî. Rêveberê dagirkeria Ferensî roja duyem ji şer bi hêza xwe re derbasî Şamê bû, serdana goristana Selah Dîn El eyûbî kir û got: "Em vegeriyan Selah Dîn"
Di sala 1887'an de Nazik çavê xwe li jiyanê vekirye, ji malbateke siyasetmendar bû. Bi eslê xwe ji bajarê Mîdan bû, bavê wê Mistefa Başa yek ji wan mêrên bi nav û deng bû di serdema Osmaniya de waliyê Mûsilê bû. Pismamê wê Ehemed Ezet Başa jî şêwermendê Ebid Elhemîd bû. Nazik li dibistanê Şamê û Mûsilê xwend, li ser destê mamosteyan fêrî zimanê Elmanî û Ferensî bû.
Di şerê cîhanê yê yekemîn de bavê wê ji welat hat derxistin çû tirkiyê
Di şerê cîhanê yê yekemîn de bavê wê ji welat hat derxistin çû tirkiyê, Nazik peşdarî dibistana Firdos ya Emêrkî a li ezmîrê bû, di wê demê de fêrî wênekêşiyê û wênesaziyê jî dibe. Bi hinceta ku seroka heyva Sor ya Sûrî ye, Roleke mezin di avakirina komeleya jina de lîst, li dijî dagirkeriya Ferensî beşdarî şoreşa Meyselûnê bû.
          
kovarê wê li ser azadiya jinê bû
Fermandara jinên leşger bû, nivîskar û siyasetmendara civakî bû. Nazik yek ji wan jinê ku fikrê civakê navxweyî li Sûriyê bû, ew ya despêkê ku tevlî rêxistin û komeleya bû, her wiha nazik tevlî çêkirina Heyva Sor ya Sûrî bû, bi axaftin û çekan li dijî dagirkeran tevlî avakirina welatê xwe, tevlî gelek kovara weke kovara bi navê "Arûs" tê wateya "Bûk" û kovara "Haris" bi piranî tiştê ku di hindirê kovara de dinivîsand li ser azadiya jinê bû.
Ermanca wê çêkirina saziyek jina li Şamê
Sala 1916'an de dema Şerîf Hisên li dijî Osmaniay pêşengtiya şoreşa erebî ya mezin dikir Nazik dixwest rolek wê jî di şoreşê de hebe. Bi navê komeleya diaxivî, girîngî dida jinê Şamê ji bo ku piştgiriya şoreşê bikin, peşdarî xwepêşandanê jina bû. Di sala 1920'an de bû seroka komeleya "Stêrka Sor" ji bo ku di yekê Sibata sala 1920'an de kovara "Nour Feyhaa" Nûr Feyha ew jî kovareke Edebî û civakî ye, ermanca wê jê ew e, çêkirina saziyek jina li bajarê şamê, dibistan û pirtûkxaneyek zarokên şehîdan vekir.
Cilên leşgera li xwe kir, peşdarê şoreşa Meyselûnê bû
Di sala 1920'an de dema ku Fêsel rêvebertiya bajar bi rêve dibir, di wê demê de wî Nazik bijart ku bibe rêveberiya koma leşgeran. Nazik cilên leşgerî li xwe kir  beşdarî şoreşa Meyselûnê bû. Ji bo ku hevalên xwe yê birîndar ji bin destê dagirkeran xelas bike. Gava dixwest alîkariya leşgerên Sûriyê bike, bû şahida şehîdxistina Yûsif El Ezma dixwest alîkariya wî bike. Piştî şoreşa Meyselûnê bi dawî bû, cardin cihê xwe di nava leşgerên Sûrî de girt.
Bi derbasbûna hêzên Ferensî li welat îdî Nazik bi leşgerên Sûrî re li dijî hêza Ferensî meş li dar dixistin, û bi rêxistin dikir. Bi ermanca daxwaza azadiyê û derxistina dagirkeran ji welat. Nazik bi dizî dest bi karê xwe kir, çavê dagirkeran ji çalakiyê wê dişkest, loma her dem ew di bin çavdêriyê de hiştibûn. Kovar û dibistanê wê girtin, nidihiştin ku li tu deveran kar bike, neçar ma tevlî hêzên ku bi dizî li dijî dagirkeriya Ferensî kar dikirin bibe.
2 salan Nazik dûrî welat xistin
Di sala 1920'an û 1922' an de Ferensiya biryarek derxistin ku derdora 2 salan Nazik derxin û wê dûrî welatê wê bixin, piştî ku vegeriya cardin ew di bin çavdêriyê de hiştin ji bo ku bizanin çi çalakiya dike. Nazik li hemberî koletiyê bê deng nema, her dem wê bi axaftina aciz dikirin, ji ber vê yekê ji neçarê berê xwe da Rojhilatê Urdinê, li wir daxwaza doz û azadiya welatê xwe di şoreşa erebî de dikir. Cesareta wê ya xurt hişt ku li Emerîka û peytextên Rojava bi rehetî rastiya netewa welatê xwe ji siyasetmendara û rojnamegeran re şîrove bike, razîbûn bi dest xist. Rojnameyên Rojavayî behsa lehengiya wê kirin û navê "Can Darik Ereb" lê kirin. Di sala 1922'an de nivîskara Ingilîzî "Rozîta Forîs" bi Romana wê ya bi navê "Pirs" bandor bû. Piştî ku Nazik vegeriya welatê xwe dagirkeran lê feriz kirin ku dûrî karê siyasî bikeve û tu zirarê nede karê wan, bi şert ku tenê li hundirê bexçeyê xwe yê li bajarê Şamê ye, bi çêkirina çandiniya şînatiya mijûl bibe, bi gelê bajarê Xota re jiyan kir, û alîkariya wan bi çêkirina çandiniyê kir.
Bi siyasetmendar Mihemed re dizewice
Di sala 1925'an de şoreşa Sûriyê ya mezin despêkir, Nazik yek ji wan şoreşgerê wê bû, cilên mêran li xwe kirbû û gelek çalakî ji bo şoreşê kir, di erdîngariya bajarê ku lê jiyan dikir pispor bû, alîkariya şoreşgerê "Xota" kir. Di sala 1929'an de bi Mihemed Cemîl re dizewice, siyasetmendar û parêzvanekî  pirsgirêkê jina bû, li Beyrûtê ew naskir. Di heman salê de bi hevjînê xwe re çû bajarê Ewropa ji bo belavkirina piropagandayeke jinê  Ereb û Lubnanî. Piştî vegeriyan welatê xwe komeleyek jinê karker ava kirin, û cihek ji bo xwedîkirina keçên şehîdên Lubnanê ava kirin.
Di sala 1948'an de Nazik komeleyek ji bo koçberên Felestînê ava kir. Dema temenê wê bû 70' ê salî komîsiyonek jina ava kir, ji bo bilindkirina asta dayika Lubnanî di hemû beşê jiyanê de, hewildanê wê her ji bo pêşxistina nifşê jina di jiyanê de, û wekheviya di navber jin û mêran de bû. Di temenê xwe yê 72 salî de, sala 1959'an de jiyana xwe ji dest da. Tekoşîna xwe ji bo parastina welatê xwe û parastina rûmeta xwe derbas kir, ew bi bedenê xwe ji me dûr bû, lê giyanê wê di beşekî girîng yê dîroka neteweyê Sûrî de bimîne.