Portreya Rojê: Parêzvana edaleta jinê Yadê Eqîde

Rêhevalên dayîka Eqîde Osman di duyemîn salvegera bîranîna wê de ew bibîranî û gotin: “Me temenekî wisa derbas kir ku her têkoşîn û jiyana me bi hevdu re bû, em ê her Eqîde weke mînaka serkeftina şoreşa xwe bi nav bikin û wiha jê re bibin nîşanên serkeftinê.”

ROJ HOZAN
Qamişlo- Di 9'ê Cotmeha sala 2019'an de dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê bi rengekî hovane êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Li Rojavayê Kurdistanê her der veguherî qadên şer û şoreşê. Di roja 5’emîn a şerê li Serêkaniyê kerwanekî sivîlan ji hemû bajar û herêmên Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca piştgiriya şervanên Berxwedana Rûmetê û bilindkirina moralê gel berê xwe dane Serêkaniyê. Dewleta tirk kerwanê sivîlan hedef girt,  di nava kerwanê sivîlan de Endama Kongreya Star, di heman demê de Endama Meclîsa Edaleta Jin Eqîde Osman jî cihê xwe digirt û di encama êrîşê de şehîd bû. 
Kurte jiyana Eqîde Osman
Eqîde Osman li gundê Girêpirê yê girêdayî navçeya Girkêlegê Kantna Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 1966’an ji dayîk bûye. Dayîka Eqîde li Girêkêlegê zewicye û dayika 5 zarokan ye. Ew Dayîkeke welatparêz bû û di wateya fêmkirina şoreşa azadiyê de naskirinên wê yên kûr hebûn, her wiha pêşenga parastina nirxên şoreşê bû. Dayîka Eqîde Mîna dildareke azadiyê tevdigeriya û di mala xwe de jî xwedî sekin û biryar bû dikarîbû weke jineke xwedî zarok hevsengiyekê bike nava mal û xebatê xwe yê rêxistina jin de.  Di axaftina xwe de xwedî gotin bû û rihê wê yê dilgeş her kes hembêz dikir. Ji bo vê fikira azad çend caran ji aliyê Rêjîma Baas ve hate girtin, girtina wê jî tu carî hêz û îradeya wê li hember dijmin neşikandiye û her carekê bi rihekî nû tevlî xebatê dibû. Têkoşîna wê û rêhevalên wê rihekî zindî ji hezkirina şoreşê re di hundirê her jinekê de avadikir. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hesreta bi salan ji dilê xwe derxist û bi şoreşê bextewar bû. Her xeyalên wê hebûn wê rojekê vîna gel bipejire û şoreşekê bi xwe re avabike mîna jineke şoreşger xwe ji bo şoreşê esas didît û mîna pêşenga şoreşê amadebû li pêşberî civakê. Xwedîtina di nava watedariya şoreşê de ji bo hemû dayîkan serkeftina herî mezin bû. Giraniya barê şoreşê dayîkên weke Eqîde hilgirtin ser milê xwe, ji ber ew jinên xwedî tecrûbe bûn û hertim di wî rihê xwe de ev ji me re didan nîşandan. Rawestandin ji wan re tune bû û armancên wan her serkeftin bû. Dayîka Eqîde ne tenê pêşenga şoreşê bû, lê belê bi vî rihî zarokên xwe jî tevlî refên şoreşê kirin û li pêşiya biryarên wan nedisekinî. Tevgera wê zindî bû û her jin hînî rihê tolhildanê dikir heyanî gihîşete asta şehadetê. Dayika Eqîde bi kerwanê sivîlan re bi armanca piştgiriya şervana berê xwe dabû bajarê Serêkaniyê û li wê derê heya deqa dawiyê dirûşmeyên serkeftinê digotin. Dewleta tirk bi êrîşên hewayî kerwanê sivîlan topbaran kir, di encamê de dayîka Eqîde şehîd bû.
“Di nava eşqa felsefeya azad de em gihîştin hevdu”
 Rêhevala Yadê Eqîda Esma Mûrad ku di her kêliyên têkoşîna wê de mil bi mil pê re bû behsa rihê wê yê hevaltiyê dike û wiha dibêje: “Ji salên demdirêj ve min û Dayika Eqîde hevdu nas dikir. Em cîranên hev bûn û di heman demê de hevalên hevdu jî bûn. Ji bo min hevaleke herî rast bû, kar û xebatê xwe hemû kiribû xizmeta vî welatî  de û her di nava têkoşînê de bû. Me bi hev re gelek êş kişandin û li kêleka wê jî me rojên berxwedan û serkeftinê bi hevdu re derbas dikirin. Rêzdarî û qîmet dida hemû dayîkan û deriyê mala wê her ji mirovên welatparêz re vekirî bû. Me fikirê azad bi hevdu re nas kir û di nava eşqa felsefeya azad de em gihîştin hevdu. Hevaleke şêrîn bû li ber dilê min û bi kêliyên jiyan û şoreşê re jî em bi ser ketin. Bi dîlgirtina Rêber Apo re em pir bandor bûn, bi hevdu re jî me şîn kişand û cilên reş ser bejna xwe de berda. Bi heduv re em hertim li çalakiyan, grevên birçîbûnê û li her qadên şoreşê bûn. Me jin birêxistin dikirin û weke dayîkên şoreşa jin em dihatin pênasekirin. Di dema serweriya Rêjîma Baas de me bi dizî kar dikir, me gelek êşkence bi hevdu re ji rejîmê dîtiye û her me biryara domandina xebatan dida. Eqîde ji nava gurûpa me dayîkan bû pakrewana şoreşê. Ez nizanim bêjim min xwîşka xwe winda kir, yan cîrana xwe yanî jî hevala xwe winda kir. Me ji hevdu fêm dikir û xebatên me yek bû. Eqîda sembola dayîka berxwedêr û Berxwedana Rûmetê bû.”
Xebatên dayîka Eqîde di Mecilsa Edaleta Jin de
Esma bal kişand ser xebatên xwe û dayika Eqîde yên rêxistinî û wiha domand: “Berî şoreşê em weke jinên cebhewî dixebitîn û Endamên Yekîtiya star bûn. Bi hatina şoreşê re dîsa me xebatên xwe bi navê Kongreya star domand. Piştî demekê me bi hevdu re di Meclisa Edaleta Jin cih digirt. Helbet dema mirov qala edaletê bike dibîne ku hemû kes nikare edaletê bi xwe re bîne û biparêze, lê me dikarîbû bi nêrîneke hevbeş û sekneke dirust vê yekê di nava civaka xwe de bidin mayinde kirin.  Bi şoreşê re jî zexteke mezin ser jinan dihat kirin, ji ber hîn şoreş nû bû û civak tam nehatibû birêxistinkirin. Min û şehîd Eqîde tundiya ser jinê qebûl nedikir, helwesta me di aliyê piştgiriya jin de diyar bû. Ji bo jinan me edalet bi xwe re dianî û em desteka wan bûn. Pirsgirêkên ku edalet tê de pêwist bû, me mafê jin her diparast û jin hînî watedariya mafê wê dikir. Ger jin li kêleka jinê be helbet wê edaleteke mayinde bi xwe re bide avakirin û zîhniyeta ku jin pê hatibû xapandin ji ser xwe bavêje. Me temenekî wisa derbas kir ku her têkoşîn û jiyana me bi hevdu re bû.”
Xatirxwestina dawiyê
Esma hestên xwe ên xatirxwestina dawiyê bi rêhevala xwe Eqîde re wiha anî ziman: “Bi çûyîna wê ya Serêkaniyê min nizanîbû, ji ber em hemû dayîk li merasîmê pakrewanên Berxwedana Rûmetê bûn. Me li telefona wê dixist li me venedigerand, ez dikarim bêjim ew cara yekem û dawiyê bû ji min qut bû. Dema me bihîst ku dewleta tirk kerwanê sivîlan hedef girtiye, dilê min hîs dikir ku rêhevala min êdî xatirxwestina dawiyê xwest. Şehadeta wê pir giran bû. Em ê her wê weke mînaka serkeftina şoreşa xwe bi nav bikin û wiha jê re bibin nîşanên serkeftinê. Eqîde di dilê min de hîn jiyan dike, pir caran wê di xewna şevê de dibînin ku dîsa em bi hevdu re ne. Her sibeh despêkê silavê li wêneyê wê dikim û li ber gora wê dîsa êşên xwe pêre parve dikim. Di mehê de carekê li ber serê wê yê di gorê de radizim û wisa heyanî derengê şeve ez pêre diaxivim. Eqîde her wê bimîne rêhevala jiyana min bê wê jiyan ji bo min pir zehmeta.”
“Eqîde sembola têkoşîna me hemû dayikan bû”
Eyhan Mûrad ku ew jî rêhevala şehîd Eqîde bû behsa bîranîn û hevaltiya xwe ya pê re kir û wiha parve kir: “Ez çiqas behsa wê rêhevaltiya xwe bi dayikê Eqîde re bikim kêm dimîne, lê pêwîst e caran mirov ew jiyana bi hevdu re derbas dikin bîne ziman da ku hindeki barê dilê xwe sivik bike. Di navçeya Girkêlegê de gurûpa me dayîkan bi pêşengtî û têkoşîna xwe têne nasîn û hevaltiyeke pir xurt di navbera mede heye. Gotina hevaltî pir xweş e, bi hevaltiyeke rast  di nav tevgereke  durist  de em gîhane hevdu. Şehîd Eqîde bîranîn pir xweş li pey xwe hîştin bi nexweşî û xweşiyên xwe em weke malbatekê bûn. Jineke rûken bû mirov wisa dikşandin di nav rihê xebatê de. Em bi hevdu re di zîndana de mane û kêliyên herî zehmet jiyan e. Roja Rêber Apo dîl hate girtin ew heyecan û tevgera wê jibîra min naçê, me bi hevdu re biryar da em şînê bigirin. Hertim dilê wê hîz dikir ku rojekê wê şehîd bikeve û layiqî nirxê şehadetê bibe. Di rojên dawiyê de berî şehadetê wisa zêdetir hîzdikir. Ji xwe ji berê de me sozek dabû hevdu kî ji me dayîkan şehîd bikeve, pêwîst e rêhevalên wê domdarên wê têkoşîna wê bin. Min qet texmîn nedikir em ê rojekê hevdu winda bikin, Eqîde pêşenga têkoşîna me hemû dayîkan bû.”