Portreya Rojê: Nivîskar û dengbêja Cezairê Taûs Emrûş
Nivîskar û dengbêj Taûs Emrûş a ji qebîleya Emazîxî ye, navê xwe di wêjeya Cezairê de, bi tîpên zêrîn nivîsandiye. Wê li ser jiyana qebîleya xwe û qebîleyên derdorê di navê de jî rol û giringiya jinê nivîsiye û ji ber serkeftina xwe ya di wêjeyê de hêjayî xelatê hatiye dîtin.
Navenda Nûçeyan - Taûs Emrûş ku bi navê Marî Liwîza jî tê nasîn, di 4'ê Adara 1913'an de li Tunusê din ava malbatek girêdayî qebîleyên Elberber Emazîxî de ji dayik dibe. Malbata wê ji bajarê Agîl Elî û ji mezintirîn qebîleyên Cezairê ye. Ew di nava malbateke Rewşenbîr de û naskirîde mezin dibe. Dayika wê Fatima Mensûr helbestvan û stranbêjeke bi nav û deng a qebîleyên Berberab bû. Tê gotin ku şêwazê Fatima yê honandina helbestan, wêjeyî û kevneşopiyên wê yên çandî dişibe kelepurên qebîleyên Berber. Ev dewlemendiya çandî bandoreke mezin li ser kesayeta Taûs kiriye û hêlaye ew jî têkeve nava lêhurbûnên wêjeyê. Keça tenê ya malbatê ye di nava şeş lawikan de ew delaliya malêbûye. Ji ber baweriya xwe ya mesihî malata wê di nava misilmanên Cezaîrê de tengavbûne û rastî bertekên derdorê hatine. Nêrîna derdorê ew neçar kirine ku cihê xwe bihêlin û diçin li Tunusê bicîh dibin.
Taûs û birayê xwe Con, stranê qebîleyan werger dikirin
Taûs dibistana seretayî û navendî li Tunusê xwend. Di sala 1935'an de diçe Firensa û li dibistanên mamosteyan a li taxa Sevres karê lêkolînê dike. Di despêka sala 1936'an de Taûs û birayê wê yê mezin Con Emrûs, dest bi wergera stranên qebîleyan bi zimanê cuda dikin. Taûs li Îspaniya jî li ser têkiliya stranên geleri yên berber û Îspanî lêkolîn kiriye.
Di nivîsê xwe de parastina mafê jinê dikir
Taûs di nivîsên xwe de hewil dida civakeke ku mafê jinê tê heyî bê avakirin. Di hemû nivîs û karê xwe de parastina mafê jinê dikir, bi taybet jinên ku li Gundan, çiyayê Cercera û El-weras dijiyan gelek êş ji destê pergala baviksalarî dikşandin, ji bo wê jî tim bala wê li ser wan bûyerên ku şopên kur li peyî xwe hêlayî û hewil dida bi zimanê wêjeyî rave bike.
Di sala 1966'an de li Firensayê xelat wergirt
Despêkê ji jiyana xwe despêdike û romana jiyana xwe bi navê Yaqûta Elsewdai ango (Kevirê Reş) dinivîse û sala 1947'an weşandiye. Piştî wê jî komek çîrokan berhev dike û bi navê Elbizara Elshriya (Beşa Sêrbaz) nivîsiye û sala 1966’an weşandiye. Bi van serkeftinên xwe yên di qada wêjeyê de Taûs di nava jinên despêkê ji Bakurê Efrîqa romana weşandiye tê cihê xwe girtiye. Li Firansa sala 1966'an ji ber nivîsên wê yên ser kevneşopiyên qebîleya wê Emazîxî û jin xelat wergirt. Ev berhemên me navê wan rêzkirine jî di navê de bi dehan çîrok û romanên nivîsiye. Piranî mijara nivîsên wê jî ser jiyana qebîleyên li herêma lê jiyaye û têde rola jinê girtiye dest. Herî dawî jî bi navê Ûzle Ûmî (Tenahiya dayikê) romanek nivîsiye û di sala 1995'an de hatiye weşandin.
Piştî têkoşîna jiyanê ya li hember nexweşiya penceşêrê di sala 1976'an de çû ser dilovaniya xwe.