Portreya Rojê: Nivîskar Şêrîn Tekelî

Di mijara lêkolînên jinan û tevgera jinên li Tirkiyeyê de yek ji jinên pêşeng nivîskara femînîst û aktîvîst Şîrîn Tekelî 13’ê Hezîrana 2017’an jiyana xwe ji dest da.

 
Navenda Nûçeyan - 28’ê Sibata 1944’an li Enqereyê hatiye dinê. Dê û bavê wê mamosteyên felsefeyê bûn. Dema li Lîseya Keçan a Eneqereyê Beşa Fenê dixwend zêdetir pirtûkên wêje û felsefê dixwîne. Sala 1961’an piştî lîseyê çû Parîsê. Piştî li Parîsê beşa hiqûq û zimanê Fransî diqedîne li Zanîngeha Lozanê ya Siwîsreyê perwerdeya zanista siyasetê dixwîne. Di navbera 1968-1981’ê de li Zanîngeha Stnbolê Fakulteya Îktîsadê hîndekarî kir. 
“Jin û Jiyana Civakî-Siyasî”
Piştî 12’ê Îlonê bi avabûna YOK’ê re ji zanîgehê îstîfa kir. Di 1980’ê de cihê jinan a di qada cemawerî ya li Tirkiyeyê de lêkolîn kir û teza doçentiyê ya bi navê ‘Jin û Jiyana Civakî-Siyasî’ amade kir. Teza wê ji weşanên Bîrîk wek pirtûk hat çapkirin. Sala 1984’an di serî de bernameyên weke ‘Kampanya daxwaznameyan a guherîna Qanûna Medenî’, di 1987’an de ‘Meşa protestoya li dijî lêdanê’ û ‘Şahiya Kariyerê’ ji gelek xebatên wiha re pêşengî kir. Xebatên avakirina Weqfa Navenda Zanîn û Pirtûkxaneya Berhemên Jinan da destpêkirin. Di 1997’an de di avakirina Komeleya Piştgiriya Namzetên Jin (KADER), Mor Çati, Koperatîfa Anakultur û Wînpeace- Hewldana aştiyê ya Jinên Yewnan-Trik de cih girt. Di 1996’an de hêjayî Xelata Palmiya Akademîk a Wezareta Çanda Fransayê hat dîtin. 
“Tevlîbûna jinan a siyasetê”
Şîrînê di nirxandinek xwe de diyar dikir ku yek gotinek Fransî nizanîbû, çû Parîsê û li wir hewl da Fransî fêr bibe û piştre di 1962’an de dest bi xwendina hiqûqê kiriye. Piştî Parîsê berê xwe dide bajarê Lozan a Swîsreyê û li wir Zanistên Siyasî û Civakî ya zanîngeha Lozanê dixwîne. Piştî perwerdeya xwe tema dike vedigere Stenbolê û di beşa zanistên siyaseta fakulteya îktîsadî ya zanîngeha Stenbolê de wek asîstan dixebite. Di wê demê de bi Ahmet Tekelî re dizewice. Berhema xwe ya ewil di 1973’an de teza xwe ya doktorayê temam kir. Di 1978’an de jî teza doçentiyê li ser ‘tevlîbûna jinan a siyasetê’ amade kir. Di damezrandina Yekitiya Asîstanên Dibistana Bilind, Akademî û Zanîngehan (TUMAS) de cih girt. Di van civînên ku hîna femînîzm nedihat telafuzkirin de got ku çima dengê jinan kêm derdikeve. Di 1979’an de di mîsyonek jinan de cih girt û di mijara tevlîbûna jinan a siyasetê de xebat meşand. Li dijî YOK’an ji peywira xwe ya zanîngehê jî îstîfa kir. Ji bo femînîzm bê fêmkirin ewil berhemên femînîstan wergerand Tirkî. Her çiqas hemû berhemên xwe neweşandibe jî li Tirkiyeyê piştgiriyek girîng daye tevgera femînîstan. Di 73 salan de 25 pirtûk nivîsî.
Doç Dr. Şîrîn Tekelî ya li ser mijara jinê û tevgera jinan a li Tirkiyeyê lêkolîn dikir, 13’ê hezîrana 2017’an di 73 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Li pey xwe gelek xebatên girîng ên ku rê dide ber jinan, hişt. Beriya biçe ser dilovaniya xwe got ku bila bedena wê ji bo lêkolînên zanîstî bê bikaranîn û bexşê Fakulteya Tipa Cerrahpaşayê kir. Ji ber vê merasîma cenazeya wê pêk nehat. Piştî Şîrînê parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu wiha got: “Em ê zanyarek jin teslîmî zanyarek jin bikin; Em ê teslîmî mamoste Şebnem Korur Fîncanci bikin.” 
Navenda Xebatên Jinan û Zayenda Civakî ya Zanîngeha Sabanci (Su Gender) piştî mirina Şîrînê her sal ‘Xelata Lêkolînê ya Şîrîn Tekelî’ dide.