Portreya Rojê: Nadine Gordimer

20’ê Mijdara 1923’an li Springs a Gauteng ê hatiye dinê. Ji ber nexweşiyê nedikarî biçe dibistanê û di malê de xwe perwerde kiriye. Di zaroktiya xwe de zordariya li ser mirovên reş dihate kirin didît û vê yekê bandoreke mezin li wê dikir.
15 salî dest bi nîvîsandina kurteçîrokan dike, bi dil xwe da karê wêjeyê û di nava wêjeya cîhanê de bû xwedî cihek taybet. Di romanên xwe de cih daye polîtîkaya nîjadperest a apartheid a ku berê di bin sazûmaniya mirovên sipî de dihate birêvebirin. 
Bi berhemên xwe yên weke wijdana Başûrê Efrîqayê dihat nasîn 3’ê Cotmeha 1991'an hêjayî Xelata Nobelê ya Wêjeyê hat dîtin.
13'ê Tîrmehê 2014 li Johannesburg ê jiyana xwe ji dest da û li peyî xwe gelek berhemên wêjeyî hêla.