Portreya Rojê: Mart Şimonî û qetilkirina 7 zarokên wê

Ji pîrên Suriyanan Meryem Xano ya 76 salî qala çîroka jiyana jina di nava civaka wan de weke destanek xîret û cesaretê ji nifş derbazî nifşan dibe Mart Şimonî û 7 zarokên wê kir û da zanîn ku ew 15’ê Cotmehê weke roja cejin û bîranîna Mart Şimoniyê pîroz dikin.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Gundê Til Cûma "Helemon" ê girêdayî navçeya Til Temirê ji xweştirîn gundê li qiraxa Çemê Xabûrê ye. Li gorî lêkolînan beriya 2011'an şêniya gund zêdetirî 3 hezarî û bi giştî 400 malbûn. Ji ber cûdabûna gundê Til Cûma ji 33 gundên Aşûriyan yên din, navê Gelê Çînê li wan dihate kirin û di nava herêmê de gund bi vî leqabî dihat nasîn. Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re pêla koçberiyê despêkir û hejmara gundiyên gundê Til Cûma kêmbû. Ya herî xedar jî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji gelê kurd û ereb zêdetir bandor li gelê Aşûrî kirîbû. Bi êrîşê re pêla koçberiyê ya duyemîn destpê kir û vê carê hejmara kesên ku koçber bûn pir zêde bûn. Gundê Til Cûma xwedî taybetmendiyên cûda ne, hem ji aliyê erdîngarî, hem ji aliyê dîrokî û pîroziyê ve. Ji xwe dêra gund a bi navê Mart Şimonî tê nasîn hîn zêdetir cudahiya wê dide nîşandan. Ji bo em bêtir rewşa gund a berî û piştî êrîşan li gel serpêhatiya Dêra Mart Şimonî nas bikin, me serdana gund kir û nêrîna Meryem Xano ya 76 salî ye, girt. 
Serpêhatiya bênîşe Mart Şimonî û 7 zarokên wê…
Meryem Xano serpêhatiya Dêra Mart Şimonî ya ku li wir qidas û merasîmên xwe yên olî lidar dixin bibîr anî û wiha bi me re parve kir: "Ji ber rewşa korona yê, ev nêzî du sal in em bi rengekî giştî û hejmara wan a zêde, li dêrê kom nebûne. Ji ber wê jî em qidas û cejnên ku bi vê dêrê ve girêdayî ye, li dêra Meryem El-Ezra a Til Temirê lidar dixin. Her dêrek bi navê bînêşeyekê/î tê nasîn. Dêra me ya gund jî bi navê Bênîşe Mart Şimonî tê nasîn û serpêhatiya wê jî wiha ye…”
Meryemê hinek serê xwe bilind kir weke ku bi serbilindî qala Mart Şimoniyê bike û wiha dest bi çîroka jiyana wê kir: “Mart Şimonî bi eslê xwe Yahûdî ye û 7 zarokên wê hebûn. Padîşahê bi navê Antiyokos ê bi eslê xwe Yûnanî, biryar da ku bi Mart Şimonî û her 7 zarokên wê goştê beraz ê di ola xirîstiyanan de gunehe, bidexwarin. Lê Mart Şimonî bi biryardarî ev yek qebûl nekir û li hember wê jî berdelên giran da û serî netewand. Di serdema kevin de, ew zarok yek bi yek celid kirin û gelek rengê îşkenceyê li wan kirin. Mart Şimonî her rengê îşkencê li ser xwe û zarokên xwe qebûl kir, ji ber baweriya xwe ya bi ol û baweriya xirîstiyanan li ser her tiştî re dizanî. Piştî ku serî ji her 7 zarokên Mart Şimîniyê kirin, ew parçe parçe kirin, xistin beroşekê û li ser êgir kelandin. Lê Mart Şimonî ji ya xwe daneket û li hemberî wan serî netewand.”
“Em di peyîz û biharan de Mart Şimoniyê bibîrtînin” 
Meryem Xano girêdayî aliyê dîrokiyê vê destana çelengiya Mart Şimoniyê jî ev agahî da: “Ev serpêhatî B. Z di sala 160-164’an de rû da ye. Her çiqasî Mart Şimonî ne Xirîstiyane, ji ber baweriya wê bi ola xirîstiyaniyê dêrê cihekî girîng da yê. Ji bo bîranîna wê û fedakirina her 7 zarokên wê, her roja 15'ê Cotmehê û 3'ê Gulanê, wekî cejna Mart Şimonî tê bi nav kirin û pîroz kirin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk ne gund weke berê maye ne jî dêr maye ku em vê rojê Mart Şimoniyê bi bîr nînin."
“Em di cejna Mart Şimînê de, xwarina helîsa ya gelerî çêdikin”
Meryem Xano da zanîn ku ew di roja cejna Mart Şimînê de ji bo bîranîna wê xwarina herîsê çêdikin û wiha pêde çû: "15’ê Cotmehê em weke roja cejna Mart Şimîniyê dizanin û ji bo bîranîna wê amadekariyan dikin. Em xwarinên cûr be cûr ên wekî kutilik, pelên pêçayî û goşt çêdikin, lê ya xwarina herî sereke û divê teqez di wê rojê de bê çêkirin jî xwarina Herîsa ye. Tê gotin ku Mart Şimonî roja cejna xwe li dîwarê dêrê dixuyê û kesên bawermend wê dibînin ku ew dimeşe diçe û tê û zarokên wê li pey wê dimeşin. Em jî li vir her sal cejna wê pîroz dikin û ji bo bîranîna wê xwarinê ji tevahî gund û hemû mêvanên ji derve re çêdikin."
“Bûyera Mart Şimoniyê dişibe êrîşên dewleta tirk ên niha”
Meryem bûyera Mart Şimonî ya ku B.Z rû da û rewşa ku niha şêniyên xirîstiyan têre derbas dibin, nêzî hev dîtin û wiha dom kir: "Bûyera Mart Şimonî û 7 zarokên wê, hinekî dişibihe roja me ya îro, wekî ku dîrok xwe ji nû ve dûbare dike. Zarokên wê parçe parçe kirin, da ku bihêlin Mart Şimonî serî ji biryarê wan re bitewîne, lê ev yek qebûl nekir. Niha jî dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe, serjêkirina sivîlan û zarokan heman re tişt dûbare dibe. Padîşah Antiyokos îro pir dişibe dewleta tirk a dagirker. Çawa ku Mart serî ji biryar û hovetiya wan re netewand, ruxmî ku zarokên wê li ber çavên wê serjêkirin, em jî îro vê dagirkeriyê û hovetiya dagirkeriya tirk qebûl nakin. Ji ber ku îro êrîş û binpêkirin ne tenê derheqê gelê xirîstiyan de ye, di heman wextê de jî êrîşên wan li dijî gelê Kurd û Ereb û hemû pêkhateyên din e. Em ê bi rûmetî bimirin, lê em serî natewînin û neheqiyê qebûl nakin."
Meryem girêdana xwe ya gund weke eşqa bi axê re pênase dike 
Meryem keda ku ewqas sal di avakirina mala xwe de dide û rêwîtiya xwe ya çûyîna Ewropayê berî çend salan bibîr xist û wiha dewam kir: "Ez 70 sal in li vir dijîm û kevir bi kevir mala xwe ava dikim, wê hinek çete û tirk werin min ji mala min derbixin û dagir bikin. Wê bi çi heqî wiha bikin. Çawa be ev yek nayê qebûl kirin, ku li ser mirina me be jî. Bohistek ji axa gund, ez nadim nadim bi zêr û zîvê dunyayê. Em dilxwazê aşîtiyê, ne dilxwazê şer in. Saetek ji rûniştina me li gund, ez nadim bi hemû cîhanê. Min êş a xerîbiyê ceribandiye û kişandiye, ji ber ku berî çend salan ez carekê çûm Nêmsa yê sê mehan li wir, Elmaniya û Belcîkayê mam, lê min hîs nekir ku li wir dijîm. Dilê min li gundê min lêdida, min her dixwest û hêvî dikir ku li wir nemrim. Dema ku ez li kolanên wir dimeşiyam, her kesî di bin çavan re li min dinêrî, lê çima ez ê ne li vir di nav cîranê xwe de bim û di kolanê de silavê bidim ên bi rûkenî bersiva min bidin. Ev kêlî ji min re pir bi wate ne. Xerîbî êş e, mayîna li ser ax ê eşqeke bê dawî ye."
Meryem reşwa şêniyên gund a berî destpêkirina aloziya Sûriyê di 2011'an de wiha anî ziman: "Mirov çi bike û çawa pênase bike jî dîsa kêm dimîne, lê rewşa gund berî destpêkirina aloziya Sûriyê ji ya niha pir cûda bû. Bi destpêkirina aloziyê re, çemê Xabûr ji aliyê dewleta tirk ve hate qutkirin, ji ber vê yekê êdî roj bi roj çandinî paşdiket û her der zuha dibû. Ji ber ku bi şerê ku li dijî herêmê rû da, li ser piskilojiya şêniyan bandor kir, beşekî mezin derketin welatên Ewropayê. Ji ber hejmara şêniyên gund yên zêde, gund bi navê Gelê Çînê dihate nasîn. Piraniya şêniyên wê ji ber destpêkirina aloziya Sûriyê, êrîşên Cebhet El-Nusra û paşê DAIŞ'ê li ser herêmê û qiraxa çemê Xabûrê, koçî welatên Ewropayê bûn. Ne tenê ev, êrîşên dewleta tirk a dagirker jî li ser gundê me û hedefgirtina mal û milkên sivîlan, hişt ku yên dixwestin ji welatên ewropayê vegerin gund, êdî venegerin. Her wiha dewleta tirk hemû şêniyên gund bêyî ferq û cûdahî, hedef digre."