Portreya Rojê: Marie Maynard Daly

Biyokimyaci Marie Maynard Daly yekem jina Afrîkayî ku li Dewletên Yekbûyî doktoraya kîmyayê girtiye.

Navenda Nûçeyan - Biyokimyaci Marie Maynard Daly 16’ê Nîsana 1921’an li taxa Corona ya Queens a New York a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye dinê. Dema xwendevanbû gelek ji pirtûka Paul De Kruif The Microbe Hunters bandorbû û ji hezkirina bavê xwe ya zanistî îlham girt. Dema di Dibistana Bilind a Hunter College ku saziyek hemî jin têde dixebitin de hate perwerde kirin ku li wir hewesa wê ya bibe kîmyager hate piştgirî kirin û teşwîq kirin. Li Koleja Queens a Flushing, New York, wekî xwendekarek serkeftî hat dîtin.

Di sala 1942’an de di kîmyayê de lîsans xwend û mezûn bû û di nava salekê de jî mastir qedand. Zanîngehê ji ber pêşketinên wê pêşî lê vekri ku li Zanîngeha New York ê di kîmyayê de pêş bikeve. Paşê jî li zanîngeha Queens mamostetiya xwendekarên kîmyayê dike û beşdarî bernameya doktorayê ya li Zanîngeha Columbia dibe. Her weha ji zanîngehê fon jî stend ji bo di xwendina wê ya kîmyayê de bibe alîkar.

Lêkolînek li ser wê yekê kir ka pêkhateyên ku di laş de têne hilberandin çawa bandorê li xwarinê dikin. Navê teza wê "Lêkolînek li ser hilberên ku ji çalakiya Amylase ya Pankreasê" bû. Di sala 1947’an de sê sal piştî beşdarî bernameyê, pileya doktorayê girt û bi vê serkeftinê bû yekem jina Afrîkayî ku li Dewletên Yekbûyî doktoraya kîmyayê girt.

Paşê jî lêkolînên girîng li ser kolesterol, şekir û proteînan kir. Di lêkolînên xwe yên destpêkê de bandorên kolesterolê li ser mekanîzma dil, bandorên şekir û madeyên din ên li ser tenduristiya damaran û hîpertansiyonê dike. Li ser mijara proteyîn di şaneyê de çawa têne hilberandin û organîze kirin lêkolîn kir. Digel lêkolînên xwe di dibistanên tibî de perwerde jî dida.

28’ê Cotmeha 2003’an li New Yorkê jiyana xwe ji dest da.