Portreya Rojê: Liri Gero

13 salî li hember dagirkeriya Naziyan şer kir. Bi 68 jinan re despêkê tevlî nava refên Tevgera Rizgariya Netewiya Arnewutan bûn paşê jî tevlî nava Êrîşa Tugaya 16’emîn bûn. Di êrîşekê de Naziyan ew ji ser hişê xwe çûyî girtin û qetil kirin. Her 68 jinên tevlî berxwedanê bûne di roja me ya îro de jî bi rêzdarî tên bîranîn.
Piştî jiyana xwe ji dest da nasnavê ‘qehremana gel’ girt. Navê Lîra li parq, dibistan û taxan kirin.