Portreya Rojê: Leyla Îbrahîm: Şoreşa jinan cejna azadiya min bû
Leyla Îbrahîm jina Êzidî ku bi vîneke xurt tevli şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê bûye û weke cejna azadiyê pênase dike, dibêje ku şoreşa jinan derfeteke nû li pêşiya wê vekiriye ku weke jineke Êzidî xwe bide nasîn. Bi şoreşê re jinên Êzidî reng, rastî, dîrok, çand, hêz û îradeya xwe qezenc kirine.
ROJ HOZAN
Qamişlo-Jinên Êzidî bi salan e ji ber zordariya kevneşopiyên civakê nikaribûn serî hildin. Her tim di qalibê malê de weke jinên hemû civakên din hatibûn çewisandin. Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vejîneke nû bû ku hemû jin tê de dengê xwe bilind bikin û daxwaza mafên xwe bikin. Bi şoreşê re pira gihandinê di navbera hemû jinan de hat avakirin û hebûna xwe di hemû qadên şoreşê de mayînde kirin. Her wiha jinan taybetmeniyên xwe bi hev re parve kirin û pêşketinên xwe ji hev re pêşkêş kirin. Jina Êzidî Leyla Îbrahîm a 50 salî ye û li gundê Til Xatûnkê yê girêdayî navçeya Tirbespiyê Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye dinê. Leyla niha li bajarê Tirbespiyê tevî 6 zarok û hevjînê xwe dijî. Leyla yek ji jinên Êzidî yên pêşengên şoreşa jinan bû, bi dilekî germ û vîneke xurt tevli wê bû. Têkildarî vê yekê Leyla Îbrahîm kurtejiyana xwe, xebatên xwe di nava şoreşê de û parastina destkeftiyên jinên Êzidî di vê şoreşê de ji mere parve kir.
Kurtejiyan û zaroktiya Leylayê
Leylayê li ser jiyana xwe ya zaroktî axivî û ev tişt got: “Jixwe li gundê Til Xatûnkê ji dayik bûme. Min dibistana seretayî bi dawî kiriye lê jê û şûnde min xwendina xwe nedomand. Di malê de ya mezin ez bûm ji bo wê berpirsyariyeke mezin diket ser milên min ku ez bi dayika xwe re malê bi rê ve bibim. Di temenê 20 salî de ez zewicîm û niha dayika 6 zarokan im. Di pêvajoya zewacê de ez derbasî jiyana nû bûm li mala hevjînê xwe tevî zehmetiyên jiyanê jî em bi hev re jiyanê xweş didomînin. Di aliyê ol û baweriyan de jî min dizanibû ez jineke Êzidî me lê wekî niha em nikaribûn bi rengekî rehet bijîn an jî baweriyên xwe bînin ziman. Di gundê me de ez jiyana hevbeş bi hemû neteweyan re dijiyam û tu carî me ferq û cudahî nedikir navbera ol, netew û mezheban. Ji bo wê jî em hîn nebûne hez nekin, her dem hezkirina min ji derdorê re heye.”
Jiyana Leyla ya beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê
Leyla weke jineke Êzidî behsa jiyana xwe ya beriya şoreşê kir û wiha domand: “Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi rastî min tu kar ji derve nedikir, tenê bi xwedîkirina zarokan û karên malê re ez mijûl dibûm. Li aliyê din jî derfetên kar ji jinan re pir kêm bûn, ji bo wê her ez di wî qalibê malê de bûm. Wekî din jî li gel dewletê em kêm hemwelatî dihatin binavkirin, tu mafên me weke Êzidî ji me re nedihat dayîn û derfetên me nebûn em di nava ol û baweriyên xwe de kûr bibin. Wisa li me kiribûn ku em bi van civakên din didan helandin. Em nikaribûn dengê xwe bikin û li saziyên dewletê heger tiştek ji me re pêwîst bûya me nedigot em Êzidî ne, ji ber em bê nasname hiştibûn û heya qirikê em fetisîbûn. Ev jî yek ji sedemên ne tevlibûna min ji xebatan re bû, ger ez bê çand û nasname û maf bim ez ê çima ji dewleteke min dide înkarkirin re kar bikim. Ya din ji derveyî cîranên me ên me nas dikirin, mirovên din ên civakê em nas nedikirin û bi hin gotinên ku têkildarî kevneşopî û baweriyên me bûn em aciz dikirin, ji bo wê tevlibûna me ji derveyî civaka Êzidî, em pir dêşandin.”
Tevlibûna ji kar û xebatê re bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re
Leyla bal kişand ser pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê û tevlibûna xwe ji kar û xebatê re û wiha pêde çû: “Şoreşa jinan li Rojavayê Kurdistanê derfeteke nû li pêşiya min vekir ku ez weke jineke Êzidî xwe bidim nasîn. Bêyî rawestandin û bêyî ku em bifikirin berê me bi ku ve diçe em tevli vê şoreşê bûn. Bi şoreşê re min reng, rastî, dîrok, çand, hêz û îradeya xwe qezenc kir. Ez bi xwe jî li benda vejîneke wiha bûm ku ez ji qalibê malê derkevim û weke jineke Êzidî hebûna xwe di vê civakê de mayînde bikim. Min pir hez dikir ez li derveyî malê karekî bikim lê weke min anî ziman pir sedem û alî hebûn rê li ber min digirtin. Ya herî girîng jî min bawerî û çanda xwe bi rastiya wê hîn bûm. Guhertinên bingihîn di jiyana min de çêbûn û weke jineke xwedî hêz derketim pêşberî civakê. Êdî ez hîn bûm mafê xwe û hemû jinên Êzidî biparêzim, bi cil û bergên xwe derkevim ber deriyê malê. Min êdî cejn û xweşiyên xwe bi dilkeniyeke fireh û eşqeke mezin pîroz dikir. Şoreşa jinan cejna azadiya min bû.”
Xebatên Mala Êzidiyan
Leyla bal kişand ser xebata xwe di Mala Êzdiyan de her wiha naskirina Êzidiyên herêmê û deverên din û wiha domand: “Bi şoreşê re û di nav vê rêxistina demokratîk de dema her neteweyek mafê xwe qezenc kir, me jî weke Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê dest bi avakirina sazî û dezgehên xwe kir. Ez weke jineke Êzidî ji hevserokatiya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê re hatim hilbijartin û niha jî xebatên xwe tê de didomînim. Bi vê xebatê re têkiliyên min bi jinan re xurt bûn, bi taybetî bi jinên Êzidî re. Niha ez jinên Êzidî li tevahî herêmên Rojavayê Kurdistanê û Şengalê nas dikim. Xebatên min pira gihandinê bi jinên din re bû, me taybetmendiyên xwe bi hev re parve dikirin û pêşketinên xwe ji hev re pêşkêş dikirin. Ez pir qîmetê didim vê xebata xwe û bi hêvî me hemû jinên Êzidî xwe ji zincîrên koletiyê rizgar bikin û li pey azadiya xwe bigerin.”
Xebatên Leylayê di Komîteya Rizgarkirina Jinên Êzidiyên Şengalê de
Leyla di Komîteya Rizgarkirina Jinên Êzidiyên Şengalê de jî cihê xwe digre û bi dehan jinên ku ji nav destên DAIŞ’ê rizgar bûne, bi dilekî germ hembêz kirine. Leyla ev xebata xwe wiha anî ziman: “Jixwe beriya şoreşê min Şengal nedîtibû û nizanibû Êzidiyên li wir çawa dijîn. Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an wijdanê me hemû hejand û dilê me her bi ser Şengalê ve bû. Em pir pê diêşiyan û vê yekê hişt ez zêdetir ji bo civaka Êzidî û bi taybetî jinên Êzidî xebateke xurt bidim meşandin. Li kêleka karê hevserokatiyê di Komîteya Rizgarkirina Jinên Êzidiyên Şengalê de jî cihê xwe digrim û jinên Êzidî yên ku ji destên DAIŞ’ê rizgar dibin ez destpêkê wan pêşwazî dikim. Bi rastî jî xebateke ne hêsan e û pir dilşewat e jî dema mirov dibîne jinek ji terora wekî DAIŞ’ê rizgar bûne û wisa wan çîrokên bi êş vedibêjin, pir dilê min dişewite û bi wan diêşim. Hin jin hene derûniya wan pir xerab e û nikarin êşên xwe bînin ziman. Erka min ew e ez jî weke dayik nêzî wan dibim jixwe çîrokeke pir bi êş di serê min de derbas bûye di nava vê xebatê de ez dixwazim vebêjim. Carekê zarokeke Êzidî ya 13 salî nû rizgar bûbû anîn ji min re, min jê re got ‘tu dayika xwe nas dikî?’ got ‘na’, min dîsa pirsî çi tê bîra te ji fermanê? Got; ‘Tenê tê bîra min destên min ji dayika min qut kirin di roja fermanê de û heya niha ez tiştekî din nizanim. Ji ber ku ew zarok di temenekî biçûk de revandibûn heya şiklê dayika wê jî nedihat bîra wê. Min ew bi dilekî germ hembêz kir û jê re got: Em hemû dayikên Êzidî dayikên te ne. Em dizanin em ê bûyerên hîn bi êştir bibînin lê ya girîng ew e ku em êşên xwe veguherînin cihê hêz û avakirinê.”
Têkoşîna ji bo vîneke azad
Leyla di dawiyê de soza domandina riya têkoşînê da û wiha bi dawî kir: “Ez êdî gavan paşve navêjim, ez ê xebatên xwe ji bo civaka xwe hîn xurtir bikim. Ez ê têkoşîna xwe li dijî zilm û zordariyê berdewam bikim heya hemû jinên Êzidî bên rizgarkirin. Serkeftin wê para jinên Êzidî û hemû jinên ji bo vîneke azad têdikoşin be.”