Portreya Rojê: Letîfa El-Nadî
Yekem jina di nava welatên ereban de pîlotî kirî Letîfa El-Nadî ji welatê xwe Misrê depêkiriye despêkê di navbera Qahîre û Îskenderiya de pîlotî kiriye paşê jî di pêşbaziyên navnetewî de cîh girtiye û bi serkeftinên mezin pîlotiya jê hez dikir domandiye.
Navenda Nûçeyan– Di nava welatên ereban de yekem jina despêkê pîlotî kirî Letîfa El-Nadî 29'ê Cotmeha sala 1907'an li Misirê ji dayik bû ye. Baweriya bavê wê wisanbû ku perwerdeya jinan ji qonaxa seretayî derbaz nabe, berevajî wê fikrê dayika wê cudabû. Dayika wê bawer dikir ku diviya bû jin xwendina xwe bi dawî bikin û li peyî xeyalên xwe biçin.
Rojekê Letîfa di derbarê hewavaniyê de dest bi xwendinê dike û bi nêrîna diyika xwe ya ku hewceye her jin xwendina xwe biqedyîne û li peyî xeyalên xwe biçe dikeve rêwîtiyek jêneger. Sala 1932'an dema nû dest qunaxa despêkê ya dibistana firînê kir hemû xwendekarên dibistanê mêr bûn. Li gel dizanî dê rastî zoriyan bê jî xwest dibistana firînê bixwîne, lê bavê wê ev xwesteka wê red kir.
Li dibistana firînê hem dixebite û hem jî dixwîne
Letîfa berê xwe da Midûrê Giştî yê Şirketa firînê ya neteweyî ya Misirî, Kemal Elew û jê re got ku ew dixwaze dibistana firînê bixwîne lê dahatek bikare pê bixwîne tüneye. Kemal Elewî jî vê daxwaza wê pejrand û ji bo bikare dahata dibistana xwe bi xwe qazanc bike jê xwest ku li dibistana firînê hem bixebite û hem jî bixwîne. Ji ber dikarî bi meaşê xweyê kar lêçûna xwendina xwe bide. Letîfa ev yek qebûl kir û li dibistana firînê wek sekreter dest bi kar kir û heftê du caran beşdarî dersên firînê dibû bêyî ku haya bavê wê jê hebe. Ew li gel hevalên xwe li ber destê mamosteyên Misirî û Ingilîz li Balafirgeha Almaza ya dikeve Bakurê rojhilatê Qahîrayê, fêrî firandina balafirê bû. Ew tenê jin bû di nava mêran de û jê re rêz û teqdîr digirtin.
Di heman demê de, li Balafirgeha Almaza dixebitî da ku heqê fêrbûna xwe ya firandina balafirê bide.
Piştî bavê wê cesareta wê dît piştgiriya wê kir
Latîfe di sala 1933’an de ruxseta hewavaniyê bi dest xist û bi vê yekê ew bû jina yekem a Ereb û Misirî ku ev ruxset bi dest xistiye. Letîfa di temenê xweyî 26 salî de xewna xwe ya ajotina balifiran pêk anî. Ji ber vê yekê rojnameyan nûçeya Letîfa bi wêneyênkişandin weşandin û dema bavê wê nûça wê dît pir hêrs bû. Ji bo ku Letîfa bavê xwe razî bike, ew bi xwe re xist balafirê. Dema bavê wê wêrekî û cesareta wê dît, wî Letîfa hembêz kir û ji wê rojê û şûnde êdî piştgiriya wê kir.
Di temenê 26 saliyê de, bû yekem jina Misirî ku di navbera Qahîre û Îskenderiye de pîlotî kir. Bi serkeftina di karê xwe de hat nasîn û beşdarî Pêşbaziya Hewayî ya Navneteweyî ku di 19'ê Kanûna 1933'an de pêkahtî lidarxistin bû. Pêşbazî ji Qahîre heya Eskenderiyê bû û 62 pîlotên ji neteweyên cûda beşdarî vê pêşbaziyê bûn. Di dema pêşbaziyê de, Letîfa pîlotiya balafirek sivik û xwedan motorek yekane û bi leza navînî ya 100 mph kir. Tevî gelek balefirên ku ji balafira wê zutir bejdarî pêşbaziyê bûn, Letîfa ya yekem bû ku gihîşt nuqteya dawî. Letîfa di vê pêşbaziyê de pileya yekem bi dest xist, lê kesên ku li ser pêşbirkê disekinîn ku piraniya wan Inglîz bûn, bi hinceta ku balafira wê tenê konek derbas kir û dû kon hene, nehiştin ku ew pileya yekem bi dest bixe.
Çalakvana Femînîst ya Misirî Huda El-Şarawî ji Letîfa re peyamek ya pîrozbahiyê şand û got: “Te welatê xwe bi rûmet kir, serê me bilind kir, em te pîroz dikin.”
Latîfe yekemîn kaptana pîlota Misirî bû, dema ji hewavaniyê teqawît bû û wekî Sekretera giştî ya Kluba Hewavaniyê ya Misrê hat wezîfedarkirin.
Letîfa dest ji beşdariya pêşbaziyên hewavaniyê berneda. Di sala 1937’an de beşdarî pêşbaziyek navneteweyî ya ku ji Qahîre heya Oasis bû ku 14 pîlotên ji neteweyên cûda beşdar bibûn. Di sala 2002’an de di temenê 95 li Qahêreyê jiyana xwe ji dest da.
Di sala 1996’an de belgefîlmek li ser çîroka Letîfa hat çêkirin. Di 1997'an de, fîlim xelata yekem a Civata Bilind a Çandê ya Swîsreyê girt. Di 2014'an de Google salvegera ji dayikbûna Letîfa pîroz kir.