Portreya Rojê: Lêkolîner Rahel Varnhagen

Rahel destnîşan dike ku ramanên azad di hemû hêmanên civakî de pêvîste xweser bê pêşxistin û dibêje: “Felsefe wer xuya ye karê mirovên wêrek e. Di mijara lêgera heqîqetê de ne pêvîste ku mirov bitirse.”

Navenda Nûçeyan - Lêkolîner Rahel Varnhagen 19’ê gulana 1771’an di nava malbatek birêz a Yahûdî de li Elmanya çavên xwe li jiyanê vekiriye. Bi îqnakirina bavê xwe li Berlîn ê dest bi xwendinê dike. Bi taybetî di mijarên zimanê biyanî, wêje û felsefeyê de xwe pêş dixe. Piştî hatina Napolyon a Berlînê şert û merc tên guherîn, ji ber nêzikahiyên wê demê li dijî Yahûdiyan, rojên gelek zehmet dijî. Bi awayek balkêş Xiristiyantiya Katolîk dipejirîne û dizewice.    
‘Felsefe karê mirovên wêreke’
Li gor wê her tişt girêdayî ramanê ye û bingeha hemû heyînan ramane. Rahel destnîşan dike ku ramanên azad di hemû hêmanên civakî de pêvîste xweser bê pêşxistin û dibêje: “Felsefe wer xuya ye karê mirovên wêrek e. Di mijara li gera heqîqetê de ne pêvîste ku mirov bitirse.”
Rahel ramanên xwe yên di mijara felsefeyê de bi aforîzma û nameyan tîne ziman. Di van nivîsên xwe de dide diyar kirin ku mirov hebûneke ku nayê fêmkirin e. 7’ê adara 1833’an jiyana xwe ji dest da.