Portreya Rojê: Lavinia Lloyd Dock

Ji jinên di qada tenduristiyê de li hemberî sektorên ticareta dermanan û newekheviya zayendî têkoşîn dane Lavinya Llyod Dock dibêje: “Têgînên ku baviksalariyê di nava civakê de cih kirine tenê bi perwerdeya demokratîk dikarin bên çareserkirin.”

Navenda Nûçeyan - Hemû parzemînên cîhanê bi vîrûsa Covid-19 re di nav şerekî dijwar de nin. Pergala tenduristiyê demeke dirêje vê nexweşiya ku pêsîra mirovahiyê girtiye nikare çareser bike. Ne bi tenê pandemik covid-19, ji bo vîrusên din jî nikare çareseriyê peyda bikin. Ji ber qada tendûrîstiyê ku qadek sereke ya jiyanê ye bi taybetî di sedsalên 20 û 21’an de bû qadeke taybet a kirîn û firotinê. Nexweşxane, ji bo çi nexweşiyê çi çareseriyê pêşbixin weke amureke ticaretê difroşin û ev ji bo ti mirovan, jiyaneke bi tendûrist ava nake. Dikare bê gotin ku tendûristî ev demeke dirêje di destê dewletan de bûye amûra serfkirinê. Tenduristî di destê dewletan de ye ango dewlet rê dide ku tenduristiyê jî weke amûrên bazirganiyê bi destê şirketan birêve bibin.

Bêyî ku mirov berjewendiyên desthilatdaran bifikire heke pênaseya tenduristiyê bê kirin pênaseya keseke bi tendurist bi vî awayi ye; başiya fîzîkî, rûhî, civakî û siyasî ya mirovan e. Ango heke takekes di aliyê ruhî û fîzîke de, bi civak û xwezayê re di nav ahengekê de bîjî ew mirov bi tendûrîst e. Mirov heke bi civak û xwezaya ku têde ye re azad bijî, dikare bigihe jiyanek bi tendûrîst. Weke muzîkeke orkestrayê ya ku mirov keyfxweş dike, divê ferd, civak û xweza pêk ve bijîn.

Tevgera Jiyangeh

Di sedsala 19’an de dema ku şoreşa pîşesaziyê li Emerîkayê pêşket di nav karkeran de nexweşiyên curbecur peyda bûn. Di vê demê de tevgerên jinan û karkeran jî xwe birêxistin dikirin. Ji wan tevgerên jinan jî Tevgera Jiyangeh a ku mafê gihiştina tenduristiya baş ji bo hemû ferdên civakê daxwaz dikir bû.

Dewlet ango şîrket tenduristiyê li gorî dahatên mirovan difroşe. Lê başbûneke ji binî bi dest nakeve, Tenê dikare ji bo demekê di aliyê bedenî de hinek êş û azaran kêm bike. Bigotineke din çareseriyeke demkî pêşkeşî civakê dike. Ji vê rewşa tenduristî ketiye navê û sektorên ticarî zêde dike herî zêde jinên bijîşk û xebatkarên vê qadê nerihet kirine. Li dijî vê feraseta deshilatdariyê ji bo ku qada tenduristiyê hîn zêdetir nebe amûrek tîcarî û civak bi awayekî azad û tendurist bijî têkoşîneke giranbuha dane. Lavinia Lloyd Dock jî yek ji wan e.

“Hemşîretî xebatek polîtîke”

Lavinia Lloyd Dock 26’ê sibata 1858’an li Harrisburg, Pensilvanya yê di nava malbatek dewlemend de hatiye dinê. Ew hemşîreyeke ku perspektîfa wê di derbarê azadiya civakê de heye û hemşîretiyê weke xebateke polîtîk difikire. Di herikîna jiyana xwe de têkoşîna vê yekê dide û ji bo wê demokrasî, di heman demê de wateya jiyana azad e. Li gorî wê civakek eger azad be divê ji hemû peywendiyên desthilatdariyê xwe dur bigre, wê demê dikare bi tendûrîst bijî. Ji ber wê jî têkoşîna tendûrîstiya baş û têkoşîna dij-desthilatdariyê jî bilind dike. Li gel xebatên tenduristiyê nivîskar û pêşengek femînîzmêbû.

Li gorî sedsala 19’an rewşa malbata Lavinia baş bû. Perwerdeya huner, mûzîk, wêje û ziman girtibû. Wê demê şerê navxweyi yê Emerîkayê taze xilasbibû. Di 28 saliya xwe de bi dilxwazî diçe dibistana hemşîretiyê dixwîne. Pîştî ku dibistanê temam dike li bajarê Connecticut dibe hemşîre. Piştre li Rojhilatê New Yorkê li Gundî Henry Street kar dike. Li vir bi pirsgirekên aborî û civaki yên ku di encama pîşesaziyê de derdikevin re rûbirû dimîne.

Pisporên Tib ê yên Emerîkayê salên 1800’an ji bo ku jin mafê xwe yê dengdayinê bi kar neyînin nirxandinek wiha dikin; “deng dan karek gelek girane, bedenên jinan gelek narîne nikare vî karî rake.” Lavinya li hemberî vê nirxandinê gelek aciz dibe û dibêje ku ne tenê tenduristiya bedena mirov ev nêrînek giredayî durketina nirxên mirovahiyê ye jî.

“Pêdivî bi parastina tenduristiya civakî heye”

Sîstemên ku tenê girîngî didin hilberînê, ji nedîtî ve li civak û xwezayê dinêrin, bajarvaniyê pêşdixe û pîşesaziyê bilind dike. Bi van hewildanên xwe ji bo civakê jiyaneke nebitendurist ava dike. Lavinya vê feraseta desthilatdaran dît û li hember derket. Perspektîfa wê ev bû; “ger ku di erdnîgariyekê de jiyana netendurist ava bibe li wê azadî nepêkane.” Ji ber wê jî feqîrî û pirsgirêkên civakê, bi antî demokratîkbûyina sîstemê re şîrove dikir. Li gorê wê demokrasî, feraseta hemwelatibûnê, mafên polîtîk, berbirsyariyên sosyaliteyê û kolektîviteya civakê bi jiyana tendurist ve girêdayiye. Parastina tenduristiya civakê jî wiha dinirxand; “tendûrîstiya ferdî nabe, tendûrîstiya civakê divê em biparêzin, ji bo demokrasiyê divê pêdiviyên civakê bê pêşewazî kirin.”

Malên Tenduristiyê

Di dawiya sedsala 19’an de jinên reformist, li gel karkeran di tevgera tenduristiyê ya Emerîkayê de cihê xwe girtin. Xebatê vê tevgerê bi pîranî parastina tendûrîstiya civakê bû. weke mînak bîjîşkên dewletê ango yên ku girêdayî dêrê kar dikirin ji bo karkeran digotin serê xwe neşûn. Lê endamên tevgera tendûrîstiyê banga paqîjiyê û serşuştinê dikirin. Di dawiya sedsala 19’an de jî perwerdeya zayendî didan. Derbarê, karkerên zarok, demjimêrên xebata dirêj, mûçeyên kêm, şert û mercên nebaş yên jiyanê, şer, mafê dengdanê ji bo jinan de têkoşiyan.

Lavînya û hevalên xwe ji bo ku pirsgirekên tenduristiyê yên taxên karkeran çareserbikin bi dildarî li taxên wan kar kirin. sala 1893’an ji hevalên wê Lilian Wald û Mary Brewster li taxeke New Yorkê maleke tenduristiyê vekirin. Di sala 1896’an de Lavînya bi xwe jî beşdarî xebatên wan bû. Dixwestin civakek bi tendûrîst, azad û demokratîk ava bikin.

Pirsgirêka peyîdakirina sitargehan

Di dawiya sedsala 19’an de pirsgirêka civakê ya sereke peydakirina sitargehan û cihên mayinê bû. ji ber ku bajarvanî nû pêşdiket, gel ji bo ku di fabrîkayan de kar peyda bikin ji gundan koçî bajaran dikirin. Beşeke mezin ji van koçberan di malên gelek xirab de bicîh dibûn. Malên wan nebitendûrîst bûn, ji ber wê tevgerên tendûrîstiyê malên tendûrîstiyê vedikirin. Hem gel di wan malan de bicîh dibûn hem jî hemşîreyan di heman malan de gel perwerde û tedawî dikirin. Weke mînak xwarin û xwedî kirina zarokan pêkve dikirin. Jinên ku di van malan de diman têkoşîna azadiya jinan didan, karkerî dikirin û zarokên xwe mezin dikirin.

Liliyan Wald di nivîseke xwe de wiha behsa têkoşîna jinan dike; “malên tendûrîstiyê hem li ser jinên ku lê diman û hem jî li ser cîranên wan xwedî bandoreke gelek baş bû. Li vir jiyîn di hêla zanyarî de mirovan dewlemend dike. Ji bo ku peywendiyên civakê û parvekirin pêşbikeve mecalên ku mirov nikare xeyal bike pêşve dibirin.”

Jinan, hemşîre û bijîşkan, ji bo nexweşiyên zirav û nexweşiyên din ên ku bi peywendiyên cinsî derbas dibûn, hemû hêzên xwe kirin yek û gel perwerde kirin. Heta wê demê antîbiyotîk nehatibû ditîn, lê çawa dikarîn van nexweşiyan kêm bikin perwerdeya hîjyênê didan. Li bersiva pirsa çawa xwe biparêzîn digeriyan.

“Pirsgirêkên mercên nebaş ên xebatê”

Tevgerên tendûrîstiyê dema ku ev erka xwe ya parastina tendûrîstiyê dikirin, di xîzmetgûzariya xwe de ferq û cewaziya reng, rêgez, ziman û ol nedikirin. Li beşa Rojavayê Gundê Henry Street ji bo reşikan xizmet didan. Tendûrîstî giredayî bernameye sosyaliteyê bû. Ji bo koçber û feqîran pêdîviya tenduristiyê didan. Di heman demê de çanda azadî û wekheviyê jî di nava civakê de pêşdixistin.

Lavînya û hevalên xwe tenduristiya civakê, karkerên zarok û tevahî karkeran bi hev re dest digirtin û wiha digotin; “Eger ku pirsgirekên mercên nebaş ên xebatê, demdirêj kar kirin û karkerên zarok çiqas hebin pirsgireka tenduristiya civakê jî her tim wê hebe. Ji ber wê divê em têkoşîna xwe di van mijaran de jî dabeş bikin.”

Têkoşîna tenduristiya tevgera civakê bê navber berdewam kir. Li gorî girtekên fermî sala 1914’an li Gundê Henry Street ê xebatkarên tenduristiyê di hemû temenan de bi 3 hezar û 535 nexweşiyên zirav re elaqadar bûne û di nav van de rêjeya mirînê ji sedî 8.05 bûye. Di heman wextê de nexweşxaneya fermî ya New Yorkê bi hezar û 612 nexweşan re eleqedar bûye û rêjeya mirînê ji sedî 31.2 bûye. Têkoşîna hevbeş jî perspektifa demokrasiyê û sîstema piştgiriyên jinan ava kiriye. Ji hemşîre, kedkar, sûfrajet, alîgirên aşîtiyê û sosyalîstan re rêya têkoşînê vekirin.

“Li gorî deshilatiyê hemwelatî tenê mêrin”

Ev jinên têkoşer têgîna baviksalariyê ya qada taybet jî ji niqaşê re vekirin û tevgera tendûrîstiyê wiha dinirxandin: “Niqaşên demokrasiyê çiqas vebe, wê ewqas jî hêza baviksalariyê têk biçe. Hemwelatî li gorî desthilatdaran tenê rêgezên nêr yanî mêr in. Têgînên ku baviksalariyê di nava civakê de cih kirine tenê bi perwerdeya demokratîk dikarin bên çareserkirin. Li gundê Henry Street herî zêde jin hebûn, gelek ji wan jî karkerbûn. Bi her yekê re eleqedarbûyîn, çareseriya xwarinê, aligiriyê aşîtîyê, civakbûyînê, dadweriyê, feraseta hemwelatîbûyînê di nav wî gundî de dixwestin pêşbixin.

“Hemşîre xwediyê enerjiyek bê dawîne”

Lavinia wiha behsa xebata hevalê xwe dike; “bi hêz, zelal û wêrekin. Xwedî enerjiyêke bêdawî ne û jinên bi israrin. Karê wan ê esasî paqijya hemû qirêjiyan bû. dixwestin li qadeke gelek fireh paqijiyê bikin. Tenê ne li hemberî qirêjiyên ku tên dîtin, qirejiyên fîzîkî ango nexweşiyan têkoşîn didan, di heman demê de li hemberî qîmet nedana hevûdû, bêberpirsyartî, rizîna polîtîk, pêşbaziya bê exlaqî û dijminatiyê jî têkoşaneke bêhempa dimeşandin.”

Pirtûka farmakolojiyê

Lavinia derbarê dermanan de pirtûkek farmakolojiyê nivîsandiye û têde behsa hemşîretiyê jî kiriye û daye zanîn ku pirsgirêka hemşîretiyê ji pirsgirêka jinan serbixwe nine. Di semînerên girêdayî dîroka hemşîretiyê de behsa pirsgirêka civakê ya perwerdehiyê, aborî û mafê dengdana jinan kiriye. Di têkoşîna bi destxistina mafê dengdana jinan de cihê xwe girt, beşdarî çalakiyan bû û çend caran hate girtin. Heta dema ku beşdarî merasîma definkirina bavê xwe dibe tê girtin. Di dema hilbijartinê de dixwaze mafê xwe yê dengdanê bi kar bine, çûye ser sandoqan.

Lavinia têkoşîna xwe û erkê xwe ya tendûrîstiyê di hevsengiyekê de dimeşand. Ji bo avabuyîna rêxistinên hemşîreyan a navnetewî pêşengî kir. Di sala 1910’an de nivîsa “hijyen, Exlaq û keramet ê” nivisand. Nexweşiyên zayendî û her du rêgez çawa dikarin xwe biparêzin, mijarên makaleyên wê bûn.

“Divê hemşîre di qada navnetewî de xwe rêxistin bikin”   

Lavinia 23 sal gerînendetiya kovara hemşîreyên Emerîkayê kir. Di kovarê de makaleyekê ser jiyana hemşîreyan dinivîsine û wiha qala têkoşîna wan dike; “divê hemşîre di qada navnetewî de jî xwe birêxistin bikin.”Di serî de hijyen, di derbrê zanyariyên tendûrîstiyê de bi rêya seminer û meqaleyên di kovarê de nêrînên xwe bi civakê re parve dikir. Di ferqêdebû ku nezanîn li ser jinan bandoreke gelekî neyînî dike, ji ber wê jî zanyariyên xwe bi civakê re parve dikir. Di heman demê de bi hemu hêza xwe li dijî şerê netewî û navnetewî derdiket. Heta 1’ê Îlona sala 1940, jiyaneke tije têkoşan, ked û azad jiya. 17’ê nîsan 1956’an jî di temenê 98 salî de li Chambersburg a Pensilvanya yê çu ser dilovaniya xwe.