Portreya Rojê: Koordînetora çalakiyên bibandor ên Sofrajetan Christabel

Christabel Harriette Pankhurst hê zarok ew û xwişka xwe Sylvia bi dayika xwe re li qadên têkoşîna ji bo bidestxistina mafê jinan hevaltî kirin.

Navenda Nûçeyan - Dame Christabel Harriette Pankhurst 22’ê îlona 1880’an di nava hewayê rêxistinkirina jinan de çavên xwe li jiyanê  vekiriye. Dayika wê Emmeline parêzvana mafê jinan, bavê wê Richard jî bawermendek sosyalist ê piştgiriya mafê jinan dikirbû. Mala wan weke rawestgeha hevdîtina sosiyalîstanbû û gelek mirovên xwediyê nêrînên dewlemend li mala wan diciviyan. Li gel nêrîna dayik û bavê xwe yên sosyalîst, timî ji nêrîna mêvanên dihatin malê jî bandor dibû. Nîqaşên bi mirovên zana re hîn zêdetir berê wê dida xwendin û lêhurbûnê. Ji ber pirsgirêkên siyasî û hewandina kesayetên di nezla deshilatiyê de nêrîna civakê xiradikin malbatê koçî Londrayê kir, piştî demekê cardin vegeriyan Manchester ê.
Christabel koordineya çalakiyên bibandor kiriye
Keça pêşenga tevgera sofrajetan Emmeline ya mezin Christabel bi cesaret û hêza berxwedanê ya dayika xwe mezinbûye. Sala 1903’an li gel dayika xwe, xwişka xwe Sylvia û çar jinên dinê Yekîtiya Polîtîk û Civakiya Jinan (WSUP) ava kirin. Christabel û dayika xwe pêşengiya wê dikin û di rêveberiyê de cîh digirin. Piştî avakirina saziyê, Christabel diçe bajarên dinê koordîneya kampaniyeya çalakiyan dike û çend çalakiyên bibandor lidardixin. Di vê saziyê de her diçe taktîkên teknîkî pêş dixin û bala jinan didin ser tevlîbûna xebatan.  
Ji bo tevlîbûna mitîngan jin rêxistin dikir 
Di çarçova xebatan de dest bi lidarxistina mitîngên mezin kirin. Bi tevlîbûna hezaran jinan li Meydana Parlementoyê mitîngek lidarxistin. Mitîng bi girtin û binçavkirinên girseyî ket rojeva raya giştî. Bi şêwazên girseyî girtinan, îşkence û ji bo şikandina çalakiyên greva birçîbûnê xwarin danê dixwestin jinan ji têkoşînê durbixin. Jin hîna li qadanên wan jinan têde bi îsrar serkeftin bidestxistîn têdikoşin û hebûna xwe nîşan didin.  
Di 13’ê sibata sala 1958’an de, li Santa Monica Kaliforniya ABD’ê jiyana xwe jidest daye.