Portreya Rojê:Jiyanek tijî şer: Sakîne Cansiz

Li gor heqîqeta welatek ku li ser dagirkeriya bêrawestan tê meşandin jinbûn, xwe bi rihê şer û têkoşînê tijîkirinê ferz dike. Şer û jin... ango têkoşîn û jin, dû rastiyên ku li ser kaniya heqîqeta hebûn-xwebûnê bi hev re diherike ye. Yên ku xwe di nav vê rastiyê de helandine bûne pêtên agirê azadiya jinên Kurd û heta tevahî jinên cîhanê. Yek ji jina ku di nav kaniya heqîqeta hebûn-xebûnê bi jiyana xwe ya tijî şer û têkoşînê bûye pêşeng û afirînerê xeta azadiya jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê Sakîne Cansiz (Sara) e.

 
Navenda Nûçeyan - Jina têkoşer, şoreşger, sosyalîst û lêgerînvana mezin a azadiyê Sakîne Cansiz bi nasnav Sara tevahiya jiyana xwe veguherand qadekî şer û ji bo azadiya jinê têkoşiya. Sakîne Cansiz weke navê pirtûka xwe ya bi navê “Jiyana Min Her Tim Şer Bû”, ji zarokatiya xwe heyanî roja şahadetê, bi şerê xwe yê azadiyê bû pêşenga tevahî jinên azadîxwaz ên cîhanê. Sakîne Cansiz di sala 1958’an de li gûndê Textêxelîl yê girêdayî Dersîmê di nav malbatek Elewî ya ku rastiya telteleya Dersîmê ango telteleya 38’an jiyaye, hat dinê. Lewra weke keçekî serhildêr a yek ji nêwiyên berxwedana Dersîmê çavên xwe li dinê vekir.  
Ger mirov behsa jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz bike divê mirov behsa rastiya ku lê jidayik bûye bike. Telteleya Dersîmê ango bi navekî din qirkirina Dersîmê ya 38’an rastiyek wisa ye ku di dîroka cîhanê de qirkirinek bi vî awayî nehatiye dîtin. Di dîroka Komara Tirkiyê ya wê demê nû hatiye damezrandin û hebûna xwe jî li ser qirkirina gelê Kurd daye avakirin de cara yekemîn çekên kîmyewî di qetlîama Dersîmê de hatiye bikar anîn. Dengê qêrîna jinên Dersîmê ên ji bo nekevin destê dijmin xwe ji zinaran de avêtin hêj li ser çiyayên Dersîmê, av û çemên Dersîmê deng vedide.  Belê, Sakîne Cansiz bi nasnav Sara di nav rastiya malbatekî ku ji qirkirinek bi vî awayî rizgar bûne çavên xwe li dinê vekir, gavên xwe yê yekemîn avêt. 
"Salên zarokatî û ciwantiyê "
Sakîne Cansiz hêj di zarokatiya xwe de bi çîrokên qirkirina Dersîmê yên ku ti caran ji bîr naçe mezin bû. Di salên xwe yên dibistanê de ji xwendinê pir hezdike. Sakîne hêj ji zarokatiya xwe de mîna çemê biharê yê, nikare li cihê xwe bisekine diherike nava jiyanê û her tim bi kesên derdora xwe re şer dike. Bêguman şerê wê yê herî mezin li hemberî dayika wê û ferzkirinên civakî ye. Mirov dikare bêje ku rihê wê yê şoreşgeriyê hêj di zarokatiya wê de xwe nîşan dide. Dema ku serdema wê ya ciwantiyê destpê dike, êdî naskirina wê ya fikrên çepgir û sosyalîzmê pêş dikeve. Di sala 1971’an de êdî dikeve nav lêgerînên naskirina sosyalîzm û azadiyê. Di sala 1974’an de komên ciwanan ên bi dahûrandina “Kurdistan mêtinger e” dest bi şoreşa azadiya gelê Kurd dikin, nas dike. Lewra piştî naskirina komên ciwan ên azadîxwazên Kurdistanê, bi derketina xwe ya ji malê, li hemberî fêrbûnên civakî serî radike û beşdarî vê koma ciwanên azadîxwazên Kurdistanê dibe ku wê demê weke “talebe” dihatin nasîn. 
"Jin, Kurd û Elewî"
Ew him Kurd, him Elewî û him jî jin bû. Xwediyê sê nasnameyan... sê nasnameyên ku her sê jî di bin mêtîngerî, dagirkeriyê de ye û li dijî hebûna wan, tûnebûn li ser tê ferzkirin. Lewra bûyîna xwediyê her sê nasnameyan jî bar û berpirsiyariyekî hîn mezintir dide ser milê Sakîne ya ku bi taybetî girîngî dide têkoşîna azadiya jinê, li her cihê ku lê dimîne hewil dide jinên li derdora xwe birêxistin bike. Ji jinên karker ên li fabrîkayan kar dike heyanî jinên xwendewanan xwe digihîne hemû jinên ji beşên civakê û wan birêxistin dike. Gelek caran ji ber êrişên dijmin, li cihên ku qet nayê hişê mirov, li bin merdîvanan û cihên dûrî çavên dijmin û xayinan an jî li her cihî jinan kom dike, bi wan re pirtûkan dixwîne, nîqaş dike û gavên yekemîn ên şoreşa azadiya jinê davêje. Bi vî awayî êdî, weke jinek Kurd û Elewî erka pêşengiya têkoşîna azadiya jinê hildigre ser milên xwe. 
"Kurdistan mêtînger e"
Meşa ku bi fikrê “Kurdistan mêtînger e” destpê dike, gav bi gav mezin dibe û li tevahî dilên ku ji bo azadiyê lê dide, belav dibe. Piştî salên 1974’an ku bi awayekî çalak beşdarî xebatên rêxistinkirina tevgera azadiya Kurdistanê dibe, êdî di nav kadroyên pêşeng ên PKK’ê de cihê xwe digre. Dema ku dîrok 27’ê Mijdara 1978’an nîşan dide, li gûndê Fîs ê naçveya Lîce ya ser bi Amedê ev koma şoreşgerên Kurdistanê kongreya damezrandina PKK’ê lidar dixin, Sakîne Cansiz jî weke jinek Kurd û Elewî ya şoreşger, sosyalîst di nav vê kongreyê de cihê xwe digre. 
Li hemberî her cûre îşkenceyan li berxwe da û sir neda
 
Êdî piştî damezrandina partiya azadiya Kurdistanê, êrişên faşîzmê jî li seranserê Bakûrê Kurdistanê zêdetir dibe. Piştî qetlîama Mereşê ya ku di navbera dîrokên 19’ê û 26’ê Kanûna 1979’an hat pêkanîn, hêzên faşîst ên dewleta Tirk gav bi gav amadekariyên darbeya leşkerî dikirin. Di heman salê de Sakîne Cansiz tevî komek rêhevalên xwe li bajarê Xerpêtê hat girtin. Dema dîrok gihişt 12’ê Îlona 1980’an li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê li hemberî hêzên sosyalîst û şoreşger bi armanca tûnekirina meylên şoreşgerî yên civakê û hêviyên wan ên daxwaza jiyanek azad darbeya leşkerî hat pêkanîn. Di pêvajoya vê darbeyê de Sakîne li Zindana Amedê bû ku ev zindan bi şêweyê îşkenceyên herî hovane û dijî mirovahiyê navdar bû û her wiha ev zindan bi taybet ji bo bidestxistina îradeya pêşengên şoreşger hatibû amadekirin. 
"Di şexsê Esat Oktay de, tif kir li ser rûyê faşîzmê "
Esat Oktay Yildiran yek ji îşkencekarê vê zindana îşkenceyê bû. Bi destê wî, bi fermanên wî gelek îşkenceyên namerdane, ji derveyî mirovahiyê ku rûmeta mirovahiyê ti caran nikare qebûl bike, hat pêkanîn. Qalkirina Zindana Amedê gelek zehmet e. Ji ber kesên ku li vê zindanê wê pêvajoyê jiyane jî nikarin bi hêsanî bûyer û îşkenceyên vê zindanê bilêv bikin. Bê guman di zemînek bi vî rengî yê ji bo şikandina îradeya şoreşgeran her cûre rêbaz û sepanên qirêj û kîret dihat bikar anîn de li êriş û îşkenceyên li ser şoreşgerên jin hêj zêdetir bû. Di wê zîndanê de gelek îşkenceyên giran li ser Sakîne hat pêkanîn. Îşkenceyên zayendî lê hatin kirin, çena wê hat şikandin û gelek tiştên cûda... Sakîne Cansiz di vê pêvajoya zor de li hemberî her cûre îşkenceyan li ber xwe da. Dema ku bi fermana Esat Oktay li ser wê îşkenceyên herî giran tê pêkanîn û daxwaz dikin ku ew xwe radestî wan faşîstan bike, jina şoreşger Sakîne Cansiz di şexsê Esat Oktay de tif dike li ser rûyê hêzên faşîst ên ji derveyî mirovahiyê û nûnerê pergala baviksalarî ya dijminê nirxên civaka exlaqî-polîtîk dike. 
"Hûn nikarin me dadgeh bikin, bi tenê gel dikare me darezîne"
Rûxmê hemû îşkenceyan jî ew li qowişa jinan, birînên jinên li gel xwe dipêçe, bi wan re eleqedar dibe û hewil dide da ku êşên wan siviktir bike. Wisa ku kesên li zindana Amedê mane, van pêvajoyên ku ji bo rûmeta mirovahiyê pêvajoyên herî giran in vedibêjin, destnîşan dikin ku “wê pêvajoyê tenê li qowişa jinan kesek teslîmiyetê qebûl nekiriye û sedema vê ya herî mezin jî hebûna Sakîne Cansiz e.” Di pêvajoya kaşo dadgehkirina şoreşgeran mîna beşekî ji tiyatroyê ji derveyî rastiyan hatiye amadekirin, li hemberî dadger ê faşîst disekine û jê re dibêje: “Hûn nikarin me dadgeh bikin, bi tenê gel dikare me darezîne.” Her wiha parastina parêzeran jî qebûl nake û jê re jî dibêje: “Pêwistiya min bi parêzeran nîne ez dikarim xwe biparêzim.” Sakîna Cansiz ku li dijî her cûre îşkenceyan li berxwe da, di pêvajoya 12 salan a bi îşkenceyên herî giran re rû bi rû dimîne ji bilî Zindana Amedê li zindanên Xerpêt, Meletî, Bursa û Çanakkale yê ma. Ruxmê hemû îşkence û sepanên dijî mirovahiyê yên 12 salan Sakîne li girtîgehê bû sembola berxwedanê. Wê di van hemû merheleyan de serî nedanî û sir nedan. 
"Têkoşîna xwe gihandina xeyalên azadiyê berneda "
Jin û welatek azad xeyala wê ya pêşî û dawiyê bû. Lewra bi ti awayê, rûxmê hemû êrişên faşîzmê yên ji derveyî mirovahiyê jî dest ji van xeyalan berneda û bû lêgerînvana xeyalên xwe yên azadiyê. Ew yek ji wan pêşengên mezin ên xwe gihandine kêliya azadiyê bû. Bi qasî ku dîrokê di kêliyê de jiyan dikir û kêliyê jî bi hemû coş û hezkirina xwe ya jiyanek azad û tijî şer, dixist xizmeta pêşerojên azad û afirandina civaka azad. Sakîne Cansiz di sala 1991’an de piştî derketina ji zindanê têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam kir. Bi awayekî bêhtir çalak di nav têkoşînê de cihê xwe girt û çû Akademiya Mahsûm Korkmaz a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li wê beşdarî yekemîn konferansa zindanan bû. Demekî li Filistîn, Sûrî û Rojavayê Kurdistanê ma û paşê li çiyayên Kurdistanê di nav refên gerilayên azadiya Kurdistanê de cihê xwe girt. Demekî dirêj li çiyayên Kurdistanê ma, beşdarî konferans û kongreyên tevgera Jinên Azadên Kurdistanê û Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bû. Paşê di xebatên partiyê yên Ewropayê cihê xwe girt. 
"Komkûjî û qomloya Parîsê"
Di hemu dîrokên şoreşa gelan de, yên ku herî zêde bûne hedefa faşîzmê, jinên bicesaret pêşengtiya şoreşa azadiya jinan û gelan dikin e. Peşêng, afirîner û yek ji damezrînerên tevgera azadiya Kurdistanê Sakîne Cansiz a tevahî jiyana xwe da şerê azadiya jin û civakê jî, mîna berdewamiya komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1999’an ji aliyê nîjadperest û hêzên faşîst ên Tirk ve hat hedefgirtin. Di 9’ê Çileya 2013’an de ku kaşo dewleta Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di nav pêvajoya çareseriyê de bû, li Parîs a Fransa yê bi komployek namerdane li dijî pêşenga sosyalîst, azadîxwaz a jin û gelên Kurdistanê Sakîne Cansiz, bi destê tetîkeşê MIT’ê Omer Guney êrişê sûîqastê hat pêkanîn. Di encama êrişê komployê de sê jinên şoreşger ên afirîner û pêşenga tevgera azadiya Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara), ji rêveberên KNK ên Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û pêşenga tevgera ciwanên Kurdistanê Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin. 
"Rêya diçe azadiya jinê bi têkoşîna Sara yê bûye"
Sakîne Cansiz navê afirandinê ye. Navê hêvî û baweriyê ye. Sembola zarokên agir û rojê ye. Ew mîna çemê biharê bû û bi geşbûniya biharê diherikî ber bi azadiyê ve. Ew tenê parçeyek ji agirê azadiya Kurdistanê nîne; ew petê ku agirê azadiyê pêxistî ye. Li gel çanda Elewiyan ti caran agir nayê tefandin, ji lewra tefandina agirê mîna gunehekî tê dîtin. Jina Kurd û Elewî Sakîne Cansiz jî agirê azadiyê yê ku di dilê xwe de bi şerê xwe yê lêgerînê geş dikir, ti caran kêm nekir. Berevajî ew agirê azadiyê ku bi şerê xwe geş kir bi herkesî re parvekir. Bê guman dê ti caran qal kirina Sakîne Cansiz têr neke. Wê kêm bimîne hevok û pêyvên li ser rûpelan. Ji ber ku ew lêgerînvana mezin a evînê û şervana mezin a azadkirina evînê ye. Tevahiya jiyana xwe bi şer û têkoşînê da şerê azadiya jinan û di her kêliyê jiyana xwe de têkoşiya. Ji ber wê ye ku rêhevalê wê yê 40 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz dibêje: “Jiyana Sara mînak e. Azadbûna jinê têkoşîna Sara ye.” 
"Ji bo min wê her tim şer hebe"
Belê wê tevahî jiyana xwe ya tijî şer, da azadiya jinan û gelê Kurdistanê. Ji ber wê, ew bi xwe ji bo şer û xeyalên xwe wiha dibêje; “Ez wekî kesayet, gelek ji şer hez dikim. Ez bawer nakim ku şer heta demek diyar dom dike û paşê diqede. Ez dibêjim di xeyalên min de jî, wê heya dawiyê şer bidome. Ango divê di Kurdistaneke serbixwe de şer bi awayê herî mezin û bi îhtişam hebe. Utopyaya min a herî mezin Kurdistanek e ku tê de şer tê kirine û şerek mezin lê heye, lê li ser bingehên wekhev a azadî jê hatiye afirandin e. Ez xeyal dikim ku derdora hemû Kurdistanê, çiya û kevirên wê bibe kulîlk. Li hîn cihan hêj heye. Kulîlkên pir xweşîk hene, şilêrên pir xweşîk hene, daristanên xweş hene, lê dijmin wan bi lez tune dike. Yanî hema bêje qadek ku bombe û guleyên dijmin lê neketiye barandin nema ye. Di vê wateyê de min dixwest her aliyê Kurdistanê bi kulîlkan bixemile. Xeyala min a Kurdistanek ku bi kulîlkan hatiye xemîlandin heye.”
Ev çend rêzikên li jorê rastiya jiyan û şerê wê yê heqîqetê nîşan dide. Qeyî piştî van çend peyîvên wê yên tejî wate êdî çî dikare bê gotin ji bo jiyanek wiha bi wate û di rohaniya nîrvanayê de xwe derbas kirî. Ji xwe ya ku herî bedew û zelal behsa şer û têkoşîna xwe dike ew bi xwe ye.