Portreya Rojê :Ji pêşengên şoreşa jinê Hind û Seda

Hind û Seda du jinên ku li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê serî netewandin û li hemberî gef û tehdîdên çeteyan jî heta nefesa xwe ya dawiyê ji bo azadiya jinan ked dan. Her du jinên wêrek di têkoşîna tevgerên jinan de bûn wesîleya biriyardariyê.

HÊLÎN GEMO
Hesekê – Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava xebatên xwe bi pergala hevserokatiyê û pêşengiya jinan dide meşandin. Jinên pêşengiyê ji xebatê re dikin dibin hedefa pergala deshilatiya mêran a dibin tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê de dijminiya jinan dike. Dîmenên îşkencekirin û qetilkirina Hevseroka Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef û siyokastkirina endama Kongra Star Zehra Berkel û hevalên wê hindek ji vê dijminahiya li hemberî jinên têgihiştî û pêşeng dide nîşan dan. Seda û Hind jî bi heman hişmendiyê hatin hedef girtin û bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Şêwazê qetilkirina Seda û Hind xemgîniyek mezin li ser herêmê da çêkirin û hemû welatiyên herêmê li hemberî wê bûyerê hêrsa xwe dan nîşandan.
Eslam Letîf El-Xidîr ku bi navê Hind dihat nasîn di sala 2000'an de li bajarokê Til El-Şayîr ê navçeya Deşîşa ya girêdayê kantona Hesekê hatiye dinê. Bi eslê xwe ji eşîra El-Cibûr e. Bavê Hind du caran zewiciye û Hind ji jina duyemîn e, malbata wê ji 9 kesan pêk dihat, 3 keç û 3 kur tevî du dayîk û bavê wan. Xwendina xwe ya seretayî li Dişîşa di dibistana Hedac de qedandiye. Ji ber ku dibistan navîn li gund tunebû ji bo berdewamkirina xwendina xwe diçe navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê. Li mala xalê xwe bi cih dibe û di dibistana Beyrûnî de heya pola 9 xwendiye. Piştî ku bawernameya pola 9 digere vedigere gel malbata xwe li bajarokê Til El-Şayîrê.    
Di temenê 15'e salî de wê dane zewcandin
Hin eşîrên ereb keçên xwe di temenekî biçûk de didin zewicandin. Hind jî dibe qurbana van urf û adatan û di temenê 15 salî de malbat wê bi yekî İraqî re dizewicînin. 3 heyvan bi hevjînê xwe re li Şengalê dimîn e. Piştî 3'ê heyvan dixwaze serdana malbata xwe bike û vedgire Til El-Şayîrê, wê demê Hind ducanî bû. Dema çûn û hatina di navbera sînorê Suriyê û İraqê de hat girtin, hevjînê wê bi hinceta ku rê nema tê vekirin wê berda. Hind li gel malbata xwe ma û zarokek keç anî diniyayê. Keça wê ya niha 5 saliye bi tena xwe xwedî kir.
Gelek caran hewl da ku di kar û xebatên Rêveberiya Xweser de cih bigire û parastina mafê jinan bike, lê ji ber urf û adatan malbatê nedhiştin ku tevlî kar bibe. Piştî têkoşînek bê navber di 1'ê mijdara 2020'an de, di Meclisa Til El-Şayir de dest bikar kir.Jixwe beriya kar jî li bajarê Til Hemîs mehekê tevlî perwerdeyê bibû. Hind pir bi şehadeta Hevrîn Xelef û yadê Eqîde êşiya bû û bi wê êşê xwest hemû jinên cîhanê ji bin zilama deshilatdariyê û tundiya malbat û civakê rizgar bike.  
Barê xwedîkirina du zarokan ketibû ser milê Sedayê
Seda Feysel El-Hermas di sala 1993'an de li bajarokê Til El-Şayîr ê navçeya Dişîşa ya girêdayî kantona Hesekê çavê xwe li jiyanê vekirye. Bi eslê xwe ji eşîreta Cihêşî ye. Heya pola 9 xwendiye, piştre dizewice û dibe dayika du zarokên keç. Niha temenê keça wê ya mezin Meryemê du sal û şeş meh e, Emara ya biçûk  jî salek û şeş mehî ye. Piştî ku du zarokên keç li peyî hev tîne hevjînê wê, wê berdide û barê xwedîkirina her du zarokan li ser milê wê dihêle.
Ew jî mîna Hind gelek caran bi rêveberiyên Kongireya Star re têkilî datanî ji bo ku tevlî kar û xebatê jinê bibe, ji ber çerenûsa wê mîna bi hezaran jinan bû. Malbatê, wê ji xewin û xeyalên wê bêpar hiştin. Piştî gelek hewildanan ew jî di 1'ê mijdara 2020'an de dibe Hevseroka Meclisa Deşîşa. Ji ber ku Hind û Seda ji heman bajarokî bûn, di eyînî sal, mehê de daxwaza wan pêk hat û ketin nava xebatê. 
Heya 8 rojan cenazeyên wan nehat veşartin
Hind û Seda gelek caran ji hêla DAİŞ'ê ve rastî gefên serjêkirê dihatin, lê dev ji doz û xeta xwe ya têkoşînê bernedan. Di 22'ê çileya 2021'an de çeteyên DAİŞ'ê êrîşî mala wan kir, hemû endamên malbatê di odeyekê de girtin, tiştek bi malbatê nekirin ji ber armanca wan ya sereke Hind û Seda bû. Dest û çavê Hind û Seda girtin û birin, paşê bi awayekî hovane cenazeyê wan ê îşkencekirî hatin dîtin.
Piştî qetilkirina wan, hîn jî malbatên wan rastî gefên DAİŞ'ê dihatin. Ji ber vê yekê heya 8 rojan cenazeyên wan nehat veşartin. Di 31'ê çileya 2021'an de li navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê wesîqeya şehadeta wan hate xwendin û cenazeyê wan li cihê lê jidayîk bibûn Til El-Şayîr spartin axê.