Portreya Rojê: Ji jinên reşik ên destpêkê nasnavê bijîşkî girt Rebecca Crumpler

Rebecca Davis Lee Crumpler a ku bi isbatkirî her tişt bi xebata dijwar û disiplînê gengaz e, bûye nimûne û modela kedê ji bo bijişkên reşik, jinan û pêşeroja zarokan.

 
Navenda Nûçeyan - Her çend Rebecca Davis Lee Crumpler di sala 1831’an de li Delawere ya Amarikayê li gel ku bi azadî ji dayik bûye jî ne tenê ji ber reşik bû û eleqeya wê ya ji bo tendirustiyê bû zehmetî didît, di heman demê de ji ber jinbûnê jî rojane bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dima. Wextê dijiya ji ber zoriyên dîtibû êdî difikirî ku qada bijişkiyê ne qadek guncaw e ji bo reşikan. Xaltiya wê ya li Pennsyluaniayê dijiya ew xwedî kiriye. Xaltiya wê alîkariya cîranên xwe dikir, dema ku yek nexweş dibû derman ji wan re dibir û ji derveyî nas û cîranên xwe ji bo kesên din jî dibû alîkar. Ev hemû bandorê li jiyana wê dikir û di pêşerojê de ji bo xebata wê ya bijîşkiyê jî dibû îlham. Di sala 1850’yan de li Massachusettsê wekî perestiyarekê kar kir. Ev jêhatîbûna wê di demek kin de ji aliyê berpirsên nexweşxaneyê ve tê ferqkirin û ji bo hîn zêdetir di beşa xwe de pispor bibe wê didin xwendin. Li Boston New England Female Medical College ku (yekem dibistana bijîşkî ya jinan e li cihanê) tê pêşwazîkirin. Li vir beşdarî waneyan dibe û di 24’ê sibata 1864’an de mezûn dibe. Bi serkeftinên xwe dibe yekem jina Efrîqî ya pileya bijîşkiyê girtî. Li Bostonê dibe bijîşka çend malbatan. Di şerê hundirîn ê sala 1865’an de koleyên ku nû azad bûne bi lez û bez hewcedariya wan bi derman û bijîşkan hebû, ew jî ji bo dermankirina wan koleyan diçe Virginiayê. 
‘Ez bi hestên dildar ên xaltiya xwe mezin bûm’
Di şerê sala 1883’an de wekî bijîşka xwendî ceribandin di pirtûka xweya bi navê A Book medical Discours de nêrînên xwe wiha aniye ziman: ‘’Ji ber ku ez ji aliyê xaleta xwe ya dildar ku her car dibû alîkar ji bo nexweşan û li Pennsylvaniayê gelek sûd daye nexweşan ve hatime mezinkirin, ez bi wan hestên xaltiya xwe yên baldariya ji bo nexweşan mezin bûm û vê yekê bandorek wisa li min kiriye ku ji bo başkirina nexweşan dikarim biçim her deverê û di her şert û mercan de bixebitim. Di tevahî jiyana xwe de ji bo başkirina nexweşan a ji destên min hat min kir. Ji sala 1852’an heya 1860’an bi giştî heşt salan li gel bijîşkên cuda min xizmeta tenduristiyê kir.  Gelek caran dema min li Charlestown, Middlesex County, Massachusetts ên min wekî mala xwe pejirandî derbas bû. Ji van bijîşkan min nameyên ji bo pêşiniyara li New England Female Medical College yên xwendinê girtin û paşê jî ji vê dibistanê bi dereceya doktorayê mezûn bûm.” 
Timî xebata wê ya sereke tenduristiya jin û zarokan bû
Cewherê hezkirina wê bi salan di nava civaka reşik de dihat zanîn. Piştî şer, bijîşkên reşik ên ku li başûrê Efrîqayê kar dikirin bi şêwazek giran ji nijadperestiyê bêzar dibûn. Ji bo dermankirina koleyên reşik sala 1866’an tevli bijîşkên reşik ên din dibe. Freedmens Bureau (Piştî şer dema avakirina rizgariya koleyên Afro-Amerikayî dibû alîkar dema rizgariya ji koletiya ji aliyê kongreya DYA’yê  pêk hat). Bi komên civakî re xebitî. Sala 1869’an jî bi hevjînê xwe Beacon Hill re vedigere Joy Street a Bostonê. Rojên xwe yên dawî bi alîkarîdayîna jin û zarokên  pêdiviya wan bi alîkariyê heye derbas kir. Sala 1895’an jî çavên xwe li jiyanê girt lê serkeftin û mîrateya wê berdewam dike.
Bi isbata her tişt bi xebata dijwar û disiplînê gengaz e, bûye mînak û modela bijîşkên reşik, jin û pêşeroja zarokan. Di pêvajoyek ku nasnavê bijîşkiyê girt de ji civaka ku di navê de dijiya alîkarî nexwest. Ji nîşeyên di tevahî jiyana xwe ya bijîşkiyê de ket rê û pirtûka bi navê ‘A Book of Medical Discourses’ nivîsî. Pirtûka ku diyarî tenduristvan û dayikan hatiye kirin, girêdayî tenduristiya jin û zarokan bû. Bi boneya bîranîna wê sala 1989’an du jinên bijîşk ji bo piştevaniya bijîşkan civaka Rebecca Lee ava kirin.