Portreya Rojê: Ji jinên pêşengên civaka Êzidî Hediya Şemo

Hediya Şemo kula fermanên li ser Êzidiyan ji dilê xwe derdixe û bi hestên germ tevli şoreşa jinan dibe. Hediya dibêje: “Dibe ku dagirkeran, fermanên di dîroka me de nenivîsandibin lê îro em weke jinên Êzidî bi ked û xebata xwe di nava rûpelên nivîsandina vê dîrokê de ne. Hesteke pir xweş e ku jinên Êzidî ji nava fermanan bigihîjin asta hevserokatiyê û xwedî nirx û hebûn bin.”

ROJ HOZAN
Qamişlo -Jina Êzidî Hediya Şemo li gundê Til Xatûnê yê girêdayî navçeya Tirbespiyê Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 1973’an ji dayik bûye. Hediya dayika 5 zarokan e û niha ji bo birêxistinkirina Civaka Êzidî di nav tevgera xebatê de ye. Di salên 1990’î de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye û heya roja îro bênavber ked dide. Hediye jineke xwedî cih û gotin e di nav Kurdên Êzidî de û cihê rêzdariyê ye di nav mirovên ji hemû neteweyên din de. Hediye ji dîroka fermanên li ser Civaka Êzidî pir bi bandor bûye ji ber êrîş û planên li ser vê civaka ku xwedî rehên dîrokî ye û mixabin dagirkerên Kurdistanê her dem siyaseta qirkirinê li ser vê civakê dane meşandin. Hediye di gelek xebatan de cih girtiye di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de mora jinên Êzidî li şoreşa jinan xistiye. Têkildarî mijarê Hediye şemo ji me re behsa jiyan û têkoşîna xwe ya di nava xebatên birêxistinakirina Civaka Êzidî de kir.  
Pêvajoya jiyan û zarokatiya Hediya Şemo 
Hediya behsa pêvajoya jiyan û zarokatiya xwe kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez li gundê Til Xatûnê yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ji dayik bûme. Heya temenê 6 salî li gundê xwe mam û weke hemû zarokan bi bextewariya jiyanê re dijiyam. Piştî wê ji ber kêmbûna derfetên kar û rewşa aborî malbat derbasî navçeya Tirbespiyê bûn û li wir jiyana xwe domand Em di taxeke ku Kurd, Ereb,Êzidî, Xirîstiyan lê dijiyan diman û tu cudahî di navbera me de tunebû. Têkiliyên me pir xweş bûn û em bi xweşî û nexweşiyan li kêleka hev bûn. Jixwe heya refa 12’an min xwendiye. Di dibistanê de jî hevalên min ji hemû neteweyan hebûn û ji hev re em pir rêzdar bûn. Di temenê 19 salî de ez bi kurmamê xwe re zewicîm û niha 6 zarokên min hene. Min zarokên xwe jî  li ser esasê ruhê danûstandin, hezkirin û tevlibûna bi hevalê xwe re mezin kirin. Di temenê biçûk de min weke jineke Êzidî bîr û baweriyên xwe nas kirin, li gorî rê û resmên Êzidatiyê min jiyana xwe borand. Ango bi giştî wisa min jiyana rehet bi derdorê re diborand lê her mijarek bingehîn di mêjiyê min de wekî teqînê mabû. Çima civakên ku Kurdên Êzidî nas nakin wisa xwe ji wan dûr dixin û çima dîroka me tijî ferman e?
Çîrokên fermanan ên ku Hediya ji dayik û dapîra xwe hîn bûye
Hediyayê bal kişand ser çîrokên fermanên bi ser Kurdên Êzidî de hatine ku ji dayik û dapîrên xwe bihîstiye û wiha domand: “Dema min wisa rehetiya jiyana xwe hîs dikir, pir caran ez difikirîm çîma civaka Êzidî li derdor û derve bindest e. Çîrokên fermanê di temenê biçûk de ji me re nedihatin gotin, ji ber wê Êzidî ji derdorê pir ditirsiyan û hin mirov hebûn Êzidiyan di nava xwe de qebûl nedikirin. Wisa heya ez têgihîştim û min li çîrokên dayik û dapîran guhdar kirin ku bi rastî jî jiyana Êzidiyan ne rehet e weke min xeyal dikir. Dayika min jî ji devokiya dayika xwe digot ku em bi eslê xwe ji Şengalê ne û bi fermanan re wisa li welatên din bi cih bûne. Behsa hemû detayên komkujî, qetilkirin, firotin û zordariya li ser Êzidiyan dikirin lê em ne di wê ferqê de bûn heya me bi xwe jî fermana sala 2014’an bi destên DAIŞ’ê jiya. Deshilatdaran dîrok û civaka me bi rijandina xwîna mirovan reş kiribûn û veşartibûn lê dema mirov li ser fermanê şahid be wê bikeve ferqa asta wê  hovîtiyê. Gundê me xera kirin, mirovên me qetil kirin, civaka me perçiqandin, dîroka me winda kirin û axa me dagir kirin. Wisa li me kiribûn ku Êzidî şaş hatine vê cîhana qirêj û pêwîst e rehet nejîn. Xwestin koka me ji erdê rakin, di rûbelên dîrokê de navê me derbas nekirin û ji ola me nefret dikin. Yanî heya niha tu bersiv ji pirsa xwe re min nedîtiye çima ewqas hovîtî li ser Êzidiyan hat kirin? Tiştên ji me re hatin gotin jî hemû bi riya çîrok û dengbêjan me bihîstibû lê dîrokeke wê ya nivîsandî heya roja îro tunebû.”  
Li ser mirovên Êzidî serdestiya rejîma Baasê hebû
Hediya bal kişand ser zordariya rejîma Sûriyeyê ya li dijî Kurdên Êzidî û wiha pêde çû: “Dema ez mezin bûm, min ferq kir ku li welatê em lê dijîn em ne xwedî maf in. Em bê nasname bûn dewletê heya salên demdirêj weke hemwelatiyên biyanî em bi nav dikirin û dema salên dawî nasname dan me li ser wê ola me guherandin. Yanî weke mirov bibêje pêwîst e tu li gorî me bijî, yan em te qebûl nakin. Ez bi vê yekê pir dêşiyam û ji ber wê min nikaribû xwendina xwe di zanîngehê de jî berdewam bikira. Her çiqas şaristanî bi pêş ket jî lê mêzekirina li civaka Êzidî nehat guhertin. Dibe ku dagikeran û fermana dîroka me nenivîsandinbin lê îro em weke jinên Êzidî bi ked û xebata xwe di nava rûpelên nivîsandina vê dîrokê de ne.”
Tevlibûna nava kar û xebatê  
Hediya di salên 1990’î de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye û bi kedeke mezin destkeftiyên jinan parastiye. Têkildarî tevlibûna nava ked û xebatê wiha dibêje: “Destpêkê weke hemû jinên civakê min alîkarî dida Tevgera Azadiyê û malbatên biçûk bi rêxistin dikirin. Lê bi demê re min di asta fikir û felsefeya Rêber Apo de kesayeta xwe jî bi rêxistin kir. Min parezname û pirtûkên Rêber Apo xwendin, herî zêde mijarên wekî mafên civakên bindest û azadiya jinan bala min dikişandin. Êdî weke jineke Êzidî ez amade bûm bibim yek ji pêşengên şoreşa jinan. Destpêka şoreşê, dema navçeya Tirbespiyê ji rejîma Baasê hat rizgarkirin, fersendek bû ji min re ez kula fermanên li ser Êzidiyan ji dilê xwe derxim. Bi avakirina sazî û dezgehên herêmê re min di Rêveberiya Mala Jin de cihê xwe girt, şoreş nû bû ji bo wê pêwîst bû em kombûn û keda jinan qezenc bikin. Li kêleka jinên Kurd, Ereb, Xirîstiyan me xebata xwe dida meşandin, min kêfxweşiya serkeftinê bi şoreşê re jiya. Piştî xebata Mala Jin ez di Hevserokatiya komîna taxa xwe de xebitîm û ji komînê derbasî Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem bûm.  Hesteke pir xweş e jinên Êzidî ji nava fermanan bigihîjin asta hevserokatiyê û xwedî nirx û hebûn bin. Paşê hat xwestin ez weke nûnera jinên Êzidî derbasî rêxistina jinan Kongreya Star bibim bi xebatek têr û tijî ji Kongreya Star derbasî beşa siyasî ya Pratiya Yekitiya Demokratîk PYD bûm û weke Hevseroka navçeya Tirbespiyê hatim hilbijartin. Yanî ez di hemû qadên şoreşê de xebitîme û min mora jinên Êzidî li wan xebatan xistiye.”
Xebatên rêxistinkirina Civaka Êzidî
Hediya Xebatên xwe yên rêxistinkirina Civaka Êzidî anî ziman û wiha bi dawî kir: “Helbet bi firehbûna dezgehên Rêveberiya Xweser re pêwîst bû weke Kurdên Êzidî, em dezgeheke xwe ava bikin. Li ser vî esasî di konferansa yekemîn a Jinên Êzidî de li Herêma Cizîrê me mala Êzidiyan li sê herêmên Rojavayê Kurdistanê Cizîr, Kobanê, Efrîn ava kir. Bi rizgarkirina Şengalê re jî têkiliyên me li wir zêdetir bûn me dikaribû li Şengalê jî jinan birêxistin bikira û jinên Êzidî li Rojava û Şengalê bigihîştanda hev. Rêxistinkirina civaka me ya Êzidî li Şengalê bersiva herî xurt bû ji dîroka fermanan re ku îro dîrokeke Êzidiyan tijî têkoşîn û ked tê nivîsandin li şûna dîroka zordarî û koletiyê. Bi konferansa duyemîn a Tevgra TAJ’ê ku li Kantona Şehbayê di sala 2020’an de hat lidarxistin weke tolhildana jinên Êzidî ên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin me Tevgera Xweser a jinên Êzidî li Rojavayê Kurdistanê jî ava kir. Niha weke Endama Koordînasyona Tevgera Xweser a Jinên Êzidî li Rojavayê Kurdistanê kar dikim û di heman demê de di Hevserokatiya (PYD) de cih digrim. Armanca min ew e jinên Êzidî bi rêxistinên jin ên li tevahî cîhanê werin naskirin. Li ser vî esasî heya ji min bê ez ê nasname û hebûna civaka xwe biparêzim.”