Portreya Rojê: Inessa Fyodorovna Armand

Siyasetmedareke komunîst a Fransayê 8’ê Gulana sala 1874’an de li Parîsê ji dayik bûye. Yek ji endamên Bolşevîkan e û wekî femînîstek jiyana xwe li Rusyayê domandiye.

Navenda Nûçeyan - Di sala 1903’an de tevlî partiya karkeran a Rusyayê sosyal demokrat bû. Ji ber karê bêzagonî di Hezîrana sala 1907’an de hat girtin û piştre du salan surgunî Mezena Başûrê Rusyayê hat kirin. Li wê Lenîn dinase û ji ber jêhatîbûnên xwe di gelek karên taybet de cîh digire. Di nava Yekîtiya Sovyetê de weke alîkara Lenîn dihat binavkirin. Di Mijdara sala 1908’an de karî ji Mezinê bireve û herî dawî ji bo biçe Parîsê li gel Vladimir Lenîn ji Rusyayê derdikeve.

Di sala 1911’an de li Rojhilatê Awropayê bu sekretera komîteya rêxistinên biyanî. Di sala 1920’an de rêveberiya konferansa yekem a jinên komunîst a navneteweyî kir. Di bihara sala 1920’an de dide diyarkirin ku divê ji bo azadiya jinan bi aliyên berfirehtir guhertin were çêkirin.

 Di 21’ê Îlona sala 1920’an de ji bo bi koma xwe re li gel rêveberê komîteya Nalchik hevdîtin bike derdikeve derve û li wê derê nexweşiya Kolerayê digre. 24’ê Îlonê di temenê 46 salî de jiyana xwe ji dest dide.

Li Meyîdana Sor bi merasîmeke li gel sîroda netewî hat oxirkirin û li Goristana Moskova ya dîwarê Kirimlî spartin axê. Di wê pêvajoyê de Înessa yekem jin bû merasîmek wiha ji bo wê tê çêkirin.