Portreya Rojê: Hunermend Daniela Carasco

Di sala 1983’an de li bajarê Santiago yê Şili yê hatiye dinê. Di xwepêşandanên 2’ê cotmeha 2019’an de, bi bilindkirina fiyetê wesayîtên guhastinê dest pê kir û li tevahiya welat belavbû. 
Ew bi cilên palyaço yê li xwe kiribû bû semola xwepêşandanê. 19’ê cotmehê hat girtin û 20’ê jî bedena wê ya bêcan hat dîtin. Cenazê wê bi hesinên avahiya Şaredariya Pedro Aguirre Cerda ya nêzî parka Andre Jarlan a dikeve başurê Santiago yê ve bi awayek hilawistî hat dîtin.  
Hat hînbûn ku Daniela ya weke El Mimo tê bîranîn despêkê rastî tecawîz û îskencê hatiye paşê jî qetilkirine. Sendîkaya Lîstokên Netewiyê Şiliyê (SIDARTE) û rêxistinên jinan bi navê ‘ NiUnaMenos-Chile’ ji bo wê kampanya dan despêkirin û da xwestin.