Portreya Rojê: Fermandara seyîra şerê Awazu yê guherandî: Tomeo Gozen

Şervana Jepon a herî zêde bi şerê xwe dihat nasîn sala 1157’an hatiye dinê. Li Herêma Federala Jeponya şer karê mêran dihat dîtin, Tomeo wê hişmendiyê bi şerê xwe yê nimuneyî şikandiye. Di wê pêvajoyê de ger jinan di şer de cîh girtibana jî tenê ji bo parastina mala xwe û navçeya lê dijî dihatin peyîwirdarkirin, lê Tomeo ew kevneşopî bi ketina êrîşê re şikand. Ev jî di jiyana wê de pêvajoyek nû da despêkirin. Di sed sala 12’an de perwerda şur û tîrkevanan jî dibîne. 
Di pêvajoya şerên Genpai û Awazu de hunera xwe ya şer nîşan da
Di pêvajoya şerên Genpai û Awazu de hunera wê ya şer derket holê. Di şerê Awazu de Tomoe jî weke Uchida Leyoshi û Hatakeyama Shigetada bihêz derket pêş û Samura yan têk birin û bi serketinê navê xwe li dîrokê hêla. 
Pora Tomoe ya reş û dirêj li gel ruyê wê yê bedew li hevhatîbû. Ewqas xweş şur û tîrkevan digirt, bedelê sed şervanabû. Bi gelek fermandarên ji xwe bawer re ket meyîdana cengê û bi ferqek mezin ew binxistin. Di şerê Awazu yê sala 1184’an de, dema hemû şervan ketibûn peyî parastina canê xwe û ji şer sistdibûn, di nava heft şervanan de Tomoe li ser pişta hespê şur dihejand. 
Tomoe ya bi cesareta xwe seyîra şerê Awazu yê guhertî di sala 1247’an de jiyana xwe ji dest daye.