Portreya Rojê: Evîndara heqîqetê Dilovan Gever

Hezkiriya jiyana azad, evîndara rastiyê, çavkaniya hêz û moralê Dilovan Gever, di oxira ragihandina hovîtî û dagirkeriya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da. Rêhevala Dilovan û endama ragihandina YPJ`ê Nûpelda Herekol wiha dibêje: "Şehîd Dilovan bîranînên xwe di dil û rihê me de hişt. Wê hêzeke ne normal û xwestekeke bêdawî bi me re ava kir."

 
BERÇEM CÛDÎ
EYN ÎSA- Dewleta tirk di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrîşeke berfireh bi armanca dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Çawa ku şervanên QSD, YPJ`ê û YPG`ê her wiha gelê herêmê bi erka xwe ya parastina xaka xwe rabûn, tevahî nûçegihan û rojnamevanên azadiyê yên li herêmê rola xwe di ragihandina rastiya dewleta tirk û berxwedaniya li dijî dagirkeriyê de lîstin. Di encama tevgera dagirkeriya  dewleta tirk û çeteyên wî, di meha Cotmehê û Mijdara 2019`an de 4 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 13 kes jî birîndar bûn. Ji cangoriyên ragihandina heqîqetê endama navenda ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Dilovan Gever di dema şopandina êrîşên dewleta tirk ên bi mebesta dagirkirina kantona Girê Spî di 13`ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dide. 
Dîlan Olmez bi nasnav Dilovan Gever di sala 1994`an de li Gevera Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik dibe. Dilovan di nava malbateke welatparêz û li cihekî çiyayî mezin dibe. Dema ku çeteyên DAIŞ`ê di 2014`an de êrîşî Kobanê dikin, Dilovan xwedî li banga seferberiyê derdikeve. Bi biryar, vîn û hêzeke xurt sînoran qut dike û derbasî Kobanê dibe. Bi eşqa azadiyê û têkoşîneke mezin li dijî çeteyan serî hildide û weke şervaneke YPJ`ê bi DAIŞ`ê re şer dike. Bi rizgarkirina Kobanê re Dilovan derbasî perwerdeyê dibe û pişt re di 2015`an de kar û xebatên arşîvê dike. Ew bi hêzeke mezin nasnameyên bi hezaran cangoriyên azadiyê çêdike, roj bi roj girêdana xwe ya bi doza azadiyê re xurtir dike. Piştre di 2018`an de derbasî xebatên navenda ragihandina YPJ`ê dibe. 
Dilovan bi dilsozî û xwestek pêşniyar dike ku nûçegihaniya şer bike. Li ser vê bingehê ew berê xwe dide pêngava rizgarkirina Dêrezorê û bi pênûs, dîmen û wêneyên xwe tunekirina DAIŞ`ê radigihîne. Dilovan bi heman biryardarî û wêrekiyê di dema êrîşên dewleta tirk ên di 9`ê Cotmeha 2019`an de, berê xwe dide kantona Girê Spî. Ew cihê xwe di cenga rûmetê de digre, rastiya li Girê Spî û êrîşên dijwar radighîne. Di encama bombebarana dewleta tirk de Dilovan Gever di 13`ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dide. Dilovan bênavber bi pey rastiyan diket û dixwest tevgera dagirkeriyê ji raya giştî re ragihîne. Hêjayî gotinê ku navenda raghandina YPJ`ê gelek cangorî weke Eylul Nûhilat, Şîlan Aras, Agirî Yilmaz, Rohanda Xemgîn û Dilovan Gever dan. Bi wesîleya 2`yemîn salvegera Dilovan Gever, endama navenda ragihandina YPJ`ê Nûpelda Herakol ji ajansa me re behsa bîranîn, kesayet û bandora têkoşer Dilovan kir.  
"Ji şehadetê hêz digirt û sonda xwe pê re nû dikir"
Nûpelda Herekol di destpêka axaftina xwe de wiha behsa hevdîtina xwe ya bi Dilovan Gever re kir: "Min Dilovan di 2016`an de nas kir, ew wê demê li bajarê Kobanê û bi taybetî li Miştenûrê dima. Wê demê pênagava rizgarkirina Minbicê bû û şerekî dijwar hebû. Her wiha gelek şehadet çêdibûn. Gelek zehmetî hebûn lê moral, coş û xwesteka serkeftinê jî di asteke bilind de bû. Min di nava wê coşê de şehîd Dilovan nas kir wê karê arşîvê dikir. Dilovanê arşîva şehîdan digirt, ji malbata wan re radigihand û bi merasîma wan re mijûl dibû. Karê wê ne hêsan bû, ji ber ku wê rojane şehîd didît û bi malbatên wan re mijûl dibû. Min carekê ji şehîd Dilovan pirsî ku ew çawa dikare ewqas hest û bûyeran bijî. Dilovanê bersiv da min û got: "Tişta min li ser piyan dihêle ew e ku her şehadetek sondekê bi min re ava dike. Her sondek dihêle ku ez gavên xwe xurtir bavêjim û nekevim. Bi min re hêzeke cudatir ava dibe, heger mirov wiha bigre dest û wateya şehadetê wiha nas bike wê bi mirov re hêz ava bibe."
“Bi dildarî kar dikir”
Dilovan Gever bi xwestek û hezkirineke mezin beşdarî qada ragihandinê bû. Nûpeldayê bal kişand ser vê yekê û got: "Têkoşer Dilovan di sala 2018`an de derbasî xebatên ragihandina YPJ`ê bû. Dema wê rastî û girîngiya xebatên çapemeniyê û bi taybetî di beşa leşkerî de nas kir, Dilovanê dixwest ku berxwedanî û rihê di çeperên şer de tê jiyîn, ji tevahî cîhanê re ragihîne. Bi taybetî ji bo ku têkoşîn û pêşengiya jinan bi raya giştî re parve bike, her roj di xwe de tiştên nû ava dikir û xwe fêr dikir. Ji bo xwe erkeke mezin didît ku wê çawa deng û rengê jinên şerker ragihîne. Li ser vê bingehê ew beşdarî pêngava rizgarkirina Dêrezorê bû û heta dawiya wê şopand. Heta niha jî dîmen û wêneyên ku wê kişandin di arşîva me de ne û em her tim bi kar tînin."
"Berhemên nemir li pey xwe hiştin"
Têkoşer Dilovan heta kêliya dawî ya jiyana xwe li pey armanca xwe bû. Nûpeldayê di domandina axaftina xwe de girêdana Dilovan Gever bi xebatên ragihandinê re wiha bi lêv kir: "Keda ku şehîd Dilovan da, em heta niha jî berhemên wê dibînin. Dilovan wiha bû digot; çi dibe bila bibe, rastiyeke me heye ew jî şehadet e. Lê ji bo ku mirov şehadeta xwe pîroz û watedartir bike divê li pey xwe berheman bihêle. Wê ev rastî di qada ragihandinê de dît ku digot ez ê di şopandina heqîqetê de berhemên nemir li pey xwe bihêlim. Wê di vê çarçoveyê de xebata xwe ya herî dawî li Girê Spî da meşandin ku bi hêsr û vîneke mezin hovîtiya dewleta tirk ji raya giştî re ragihand. Şerekî gelek dijwar rû dida lê ji ber ku ew jineke ewqas bi hêz bû, ji şehadetê neditirsiya, heta kêliya dawiyê jî heqîqet dişopand."
"Ez deyndara xwesteka Dilovan im"
Nûpeldayê di dirêjiya axaftina xwe de 2`yemîn salvegera şehdadeta Dilovan Gevger bi bîr anî û got: "Şehîd Dilovan bîranînên xwe di dil û rihê me de hişt. Ji ber vê dema ku ew tê bîra me, em hêzeke ne normal jê digrin. Her çendî şehadeta wê ji bo me giran be jî ewqas jî hêz da me. Wê her tim ji min re digot Nûpelda pêwîst e tu jî cihê xwe di nava ragihandinê de bigrî da ku em bi hev re kar bikin. Xwesteka wê, bi min re jî daxwaz ava kir. Ez piştî şehadeta wê derbasî xebatên ragihandina YPJ`ê bûm. Ji ber vê mixabin derfet çênebû ku em bi hev re kar bidin meşandin. Ez deyndara xwesteka şehîd Dilovan im, ji ber vê heta ku ez di nava vê xebatê de bim, ez ê karê xwe baştir bikim û daxwaza wê nîvco nehêlim."
"Em ê xeyalên Dilovanê bi cih bînin û li pey şopa wê bin"
Endama navenda ragihandina YPJ`ê Nûpelda Herekol axaftina xwe bi van gotinan bi dawê kir: "Di rastiya rêxistina me de her şehadet û bedelek li pey xwe hebûn û hêzê ava dike. Me bi hezaran bedelên giranbuha dan heta ku em gihîştin vê rojê. Bi saya van bedelan me nirxên azadiyê nas kir. Ji ber vê şehadet li cem me ewqas pîroz e. Wê her şehadetek me mezintir û bi hêztir bike. Çi dibe bila bibe, em deyndarên gel û şehîdên xwe ne. Bi taybetî ew xeyalên wan ên dîtina Rêber Apo, Kurdistan û mirovahiyeke azad ku ji bo wê canê xwe feda kirin. Heta ku em sax bin, em ê riya wan boşopînin da ku xwestekên şehîd Dilovan pêk bînin. Nebicihanîna xeyalên hevalên me, ji bo me îxaneta herî mezin e. Li ser vê bingehê em îxanetê ji bo xwe qebûl nakin û em ê her tim li pey şopa hevriyên xwe bin."