Portreya Rojê: Emîna El-Elseyid

20’ê Gulana 1914’an li Misrê hatiye dinê. Di temenê zaroktî de ketiye nava lêgerînên cuda û xwe pêş xistiye. Hê 14 salî ket nava xebatên Yekîtiya Jinên Misrê û bi wêrekî pêşengiya kampanyayek nû ya ji bo jinên Misirî kir.
Di sala 1931’an de Zanîngeha Fouad El-Ewel xwendiye. Piştî xwendinê di kovara El-Misewer de xebitî. Serokatiya Navenda Rojnamevanên Misrê Dar El-Hîlal kiriye û yekem jina sernûsera kovara navdar a jinan ya bi navê Hawa ye.Nivîsên wê herî zêde li ser wekheviya zayendîbûye. Di sala 1995'an de li Misrê jiyana xwe ji dest da.