Portreya Rojê: Elmas Eren

Hayrettin Eren 21’ê mijdara 1980’an hati binçav kirin. Piştî wê dîrokê êdî malbatê jê agahî negirt. Dayika wî Elmas Eren bi salan li kurê xwe geriya. Li Meydana Galatasarayê bi salan li gel malbatên dinê yên windayan li şopek, agahiyek û qe nebe mezarek xwestin. Wê got: “Ez bi dîtina yek hestiyê kurê xwe jî razî me.” Lê nebû. Dayika Elmas a 39 salên jiyana xwe bi lêgera kurê xwe derbaskirî bi wê hesretê çavên xwe li jiyanê girt.