Portreya Rojê : Audrey Hepburn

Lîstikvana Audrey Hepburn a xelata lîstikvana herî baş girtîye her demê li gel kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heyî cîh girtiye û timî jiyana xwe ji bo kesên di tengaviyê de xistiye metirsiyê.

 
Navenda Nûçeyan - Lîstikvana sînemayê ya nayê jibîrkirin Audrey Hepburn di 4’ê Gulana sala 1929’an de li navçeya Ixelles a Belçîkayê li devera Brukselê ji dayîk bûye. Di sala 1935’an de bavê Audrey dest ji malbata xwe berdide. Tişta ku bû sedem Audre bale bike ew bû. Tevî ku gelek sal derbas jî bûn, her tim bi tirsa wê hin kes wê bihêlin û bi tenê bimîne dijiya. Di temenê xwe yê zaroktî de dest bi baleyê dike, bi destpêkirina şerê cîhanê yê duyem re li gel dayika xwe diçe Hollandayê. 
Di pêvajoya Hollanda ji aliyê artêşa Alman ve tê dagirkirin de Audrey ji bo rêxistina Têkoşîna Hollandayê dixebite. Piştî Hîtleran çavkaniyên xwe yên li Holandayê birin Almanyayê xelaya zivistanê çêbû gelek mirovan di wê demê de ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Xwes piştî şer biçe perwerdeya baleyê bibîne lê ji ber tendirustiya fizîkî ku di demên şer de winda kiribû nikaribû bale bikira wê demê fêm kir ku êdî nabe balerîneke baş. Audrey macbûr bû ku dayika xwe xwedî bike û ji ber vê jî di Muzîkala Londrayê de dest bi lîstinê kir.
Xelata lîstikvaniya herî baş girt
Piştî pêşniyaz ji B Hollywood digre berê xwe dide sînemayê. Di fîlma bi navê Roman Holiday de rola prenses lîst û cara yekem di vî fîlmî de rola sereke lîst û bi saya vî fîlmê xelata Akademiyê ya jina lîstikvana herî baş girt. Di gelek fîlmên wekî Breakfast at Tiffany’s û my Fair Lady di nav de bûn de lîstiye.
Audreya ku rojên di nava şer de qet ji bîr nekir, bû qasida baş a UNICEF’ê pênc salên dawî yên jiyana xwe ji bo rizgariya jiyana kesên din derbas kiriye. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe li ba kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hebû cihê xwe girt.
Audrey di 20’ê Çileya sala 1993’an de li mala xwe ya Îsvîçreyê ji ber penceşêra kolonê jiyana xwe ji dest da.