Portreya Rojê: Şîrîn Elemhulî ya serî li ber sêdarên rejîma Îranê nedaniye
Şîrîn Elemhulî di nameya xwe ya beriya biçe ber darê sêdarê de wiha gotiye: “Ji tiştên min gotî wêdetir ti tiştek ji bo gotinê nemaye. Wan ji min xwestin ku ew çi dibêjin, ez dubare bikim û min wiha nekir. Ji bo çi divê ez girtî bimînim, an jî bême darvekirin? Gelo bersiva wê ji ber Kurdbûna min e?
Navenda Nûçeyan - Şîrîn Elemhulî di sala 1981'an de li gundê Dêmqişlaq ê bajarê Mako yê Rojilatê Kurdistanê hatiye dinê. Di 26'ê Gulana sala 2008'an de li bajarê Tahranê ji aliyê pasdarên Îranê ve tê binçav kirin. Di 19'ê Cotmeha sala 2009'an de li 15’emîn Dadgeha Şuraya Şoreş a bajarê Tahranê tê darezandin û ji ber têkiliya wê ya bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) ê re cezaiyê darvekirinê didinê. Di 9'ê Gulana sala 2010'an de li Girtîgeha Evîn a Tahranê li gel 4 hevalên xwe Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Alî Heyderiyan û Mehdî Îsamiyan hat darvekirin. Dema ku Şîrîn hat darvekirin 28 salî bû. Beriya darvekirinê bi rojekê nameyek nivîsî û bi awayekê şand jiderve. Di nameyê de nehiqûqî destnîşan dikir û biryara di derbarê wan de hatî standin weke biriyarek siyasî pênase dike.
Name wihaye;
‘’îro 2’yê Gulana 2010’an e, dîsa lêpirsîna min kirin…
Ez nizamin ev hevkarî tê çi wateyê, di rewşekê de ku ji tiştên min gotî wêdetir ti tiştekê ji bo gotinê nemabe. Di encam de wan ji min xwestin ku ew çi dibêjin, ez dubare bikim û min wiha nekir. Lêpirsger got: ‘me dixwest par te berdin, lê ji ber malbata te hevkariya me nekir, heya vir (rewş) dirêj kir.’ Lêpirsger bixwe jî li xwe mukir hat ku ez tenê rehîneyek im, di destên wan de. Heya negihîjin armanca xwe wê min li vir ragirin. An jî di encamê de ez ê bême darvekirin û nema azad dibim.
‘Gelo sedema sêdarê kurdbûna mine?’
Ji bo çi divê ez girtî bimînim, an jî bême darvekirin? Gelo bersiva wê ji ber Kurdbûna min e? wê demê ez dibêjim ez Kurd hatime dinyayê û ji ber vê jî min pir êş û mehrûmiyet kêşane. Zimanê min Kurdî ye. Wiha ez bi malbat, heval û nasên xwe re têkîlî çêdikim. Ez bi vî zimanî mezin bûme û zimanê min pira têkîliya me ye. Lê destûr nîne ez bi zimanê xwe biaxivim, bi zimanê xwe perwerde bibînim û destûr nîne ez bi zimanê xwe binivîsim.
Ew îşkenceyên we li ser min pêkanîn, bûye kabûsa şevên min. Ew êş û derda rojane ku ji ber îşkeceyan çêbûne, rojane bi min re ne. Derbeyên ku li serê min hatine xistin, serê min nexweş kiriye. Hin rojan êşên dijwar êrîşî min dikin. Serêşa min ewqa zêde dibin ku êdî ez hay ji xwe namînim. Bi saetan ez ji ser hişê xwe ve diçim û di encam de ji pozê min xwîn diherike. Paşê hêdî hêdî ez têm ser hemdê xwe û şiyar dibim.
Ez dizanim we ev kiryare ne tenê li ser min û malbata min, li ser hemû zarokên Kurdan, bi taybet ên wek Zeyneb Celaliyan û Ronak Sefarzade jî pêk anîye. Çavên dayîkê Kurdan her roj bi bendewariya dîtina zarokên xwe şilî ne. Her bifikar in ka wê çi biqewime. Her ku zîla telefonê lêdixe, ditirsin ku agahiya dardekirina zarokên xwe bibihîzin.
Îro 2’ê Gulana sala 2010 e. Careke dî ji bo lêpirsînê ez birim odeya 209’an a girtîgeha Êvînê. Carek din îtîhamên bêkok dubare kirin. Ji min xwestin ku bi wan re hevkariyê bikim da ku hukmê dardekirinê bişkê. Ez nizamin ev hevkarî tê çi wateyê, di rewşekê de ku ji tiştên min gotî wêdetir ti tiştekê ji bo gotinê nemabe. Di encam de wan ji min xwestin ku ew çi dibêjin, ez dubare bikim û min wiha nekir. Di encamê de ez ê bêm e dardekirin û nema azad dibim.’’