Portireya rojê: Nivîskar Alice Walker

Nivîskar, helbestvan û aktîvîsta Feminîst Alice Walker 9’ê Sibata sala 1944’an, ji malbatêk feqîr di nava heşt xwişk û birayan de ya herî biçûk tê dinê. Her çendî di heşt saliya xwe de bi çeka destê birayê xwe çavêk xwe windakiri be jî ev ji bo wê nebû asteng û hêjmarek zedê helbest, roman û çirok nivîsiye. Di sala 1960’an de weke aktîvista mafê mirovan bi Martin Luther King re xebitiye. Dema ku li zanîngeha New yorkê dixwend  ji ber ducanbûna ku nedixwest ji mirinê felitî û bi awayek ne qanûnî kurtaj bû. Her çiqas li Misinniyê zewaca di navbera nijadan de qedexe bû jî, di sala 1967’an de bi  zora dayika xwe bi  zilamekî yahudî re hat zewicandin û keçek wê çêbû. Dibin barê dayiktî, nivîskarî û mamostatiyê de hîs kir ku fetisiye ji ber wê jî sala 1976’an dawî li zewaca xwe anî. 

Bi romana xwe ya bi navê ( The Color Purle,1982) ‘Ji Rengan Xemrîn’ bû yekemin jina li Afrika- Amerika  xeleta Pulitzer wergirtî. Pirtûka wê di sala 1985’an de ji aliyê Steven Spielberg ve bi navê  ‘Salên Xemrîn’ bû filîm. Mijara Romana Ji Rengan Xemrîn li ser nîjatperestî, cudakarî, cudahiya di navbera zayen de, Muhafazakarî, meranî û jinbuyînê bû.
Di cîhana serdestiya zilam de reşîk cûda dihat dîtin. Tiştên ku Alice jiyayî ewqas giran û şermezar bû, bi dengek bilind ji xwedê re jî nedigot, tenê bi nivîsandinê digot. Di nava wê jiyana  giran de tecawûz, tundî, di temenê zarok de zewicandin û pir xebitandin hebû. Evîn û zilm, bawerî û xirabî di nav hevdabûn. Dema Alice, hêz û çoşa di hindirê xwe de dibine wê demê veguherîna wê despê dike.
Romana wê ya Ji Rengan Xemrîn a di sala 1983’an de Xeleta Pulıtzerê girtî hem jî romaneke ku dewlemendiya xwe ji çirokên jinên berxwedêr di heman demê de çiroka zilamên ku êşa stembariya xwe ji jinê derdixe ye jî.