Portireya rojê: Fermandar El Hura û stratejiya şer

Fermandar El Hura di stratejiya şer de serketî û navê xwe bi qehremaniya parêzvaniya bajarê xwe Şevşawin hêlaye.

Navenda Nûçeyan - Hedîl bi nasnavê El Hura tê nasîn di sala 1493’an de li bajarê Şevşavin ê Mexrîbê hatiye dinê. El Hura keça Mewlayî Elî ku di dema xwe de jêhatî û dihat nasîne. Tê gotin ku Mewlayî bajarê Şevşavin avakiriye û pêşengek ê dema xwebûye. El Hura ya ji nava malbatek ronakbîr rabûye jinek jêhatî û bi xwebawerbûye. Bi qasî xwebawerbûnê jî bedew û naskiriye. 
Fermandara Şevşawin El Hura
El Hura bi fermadarek mezin ê artêşa Şevşawin re dizewice. Di pêvajoyên şer û êrîşên ser bajêr de, fermandar ê hevjînê El Hura yê rêveberiya îdarî radestî wê dike. El Hura demekê rêveberiya bajêr dike. Pêvajoya rêveberî û parastina bajêr di aliyê sitratejiyê de pêş dikeve. Dema ku El Hura dibîne Îspani wê êrîş bikin û di aliyê êrîşên deriyayî de pêşketîne, li hemberî wan dikeve nava tevgerê wê çawan bikare bajarê xwe ji êrîşan biparêze. Li gorî wê hêza deriyayê parastina aliyên êrîşên deriyayî bihêz dike. Teknîka şer li gurî behrê avadike û arteşek weke hezên fedayî yên deriyayê binav dike. Ew artêşê birêve dibe û li hember Ispan serî natewîne. Stratejiya şerê El Hura di nava îspanan de tirsek mezin çêdike. Di şer de El Hura li hemberî Îspana  biserdikeve.
Piştî ku El Hura di şer de serdikeve û nahêle Îspaniya welatê wê dagirbike gelê Şevşawin El Huran piroz dibînin û navê bajar bi leqeba wê tê naskirin. Bajar bi navê weke Şevşawin El Hura tê zanîn. Ji wê demê û şon de êdî navê qehremana parastina bajarê xwe kirî, bi navê bajêr re dibe yek û bi hev re derbazî qeyîdên dîrokê dibe.