Pırtûka rojê: Xezal

Malbata nivîskara pirtûka Xezal Sîma Semend ji Bidlîsê koçî Ermenîstanê kirine û demdirêje li wê dijîn. Di sala 1933’an de li navça Axbaranê ya Ermenistanê Sovyeta kevin hatiye dinê. di sala 1958’an de fakulteya fîlolojiyê ya Zanîngeha Êrîvanê xelas kiriye û paşê bûye redektora beşa kurdî ya radyoya Êrîvanê. Di radyoyê de bi amadekirina bernameyên zarokan xwe xistibû dilê zarokên kurdan.
Li kêleka xebatên radyoyê nivîskariyê jî dike. Despêkê ji ceribandina çîrokek kin a bi navê ‘Xezal’ ku navê xwe ji qehremana çîrokê digirt di sala 1960’an de nivîsiye. Mijara çîrokê jiyana keçek ciwan a xwendekar ku dixwaze beşa bijîşkiyê bixwîne û têkoşîna wê ya li hemberî malbat û derdora wê ye.