Pirtûka Rojê: Uncle Tom's Cabin

Romana bi navê 'Uncle Tom's Cabin' (Kulûbya Apê Tom) bi zimanê înglîzî hatiye nivîsandin. Di sala 1852'an de hatiye weşandin. 

Nivîskar naveroka romanê li ser koledariyê û li hemberî wê fikira serhildanê di nava civaka xwe de belav belavkirinê nivîsandiye. Nivîskar ji ber cesareta di nivîsandina vê pirtûkê de nîşandayî rastî gelek pirsgirêkan hat, li gel hemû zoriyan jî nivîsîna van mijaran dewam kiriye.
Nivîskar di beşek romana xwe de ji bo zarokên xwe ev rêzik nivîsiye: “Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re rewa dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim û wek agir hêsir ji çavên min dihatin xwarê.”
Nivîskar Harriet Beecher Stowe
14’ê Hazîrana 1811’an li  Litchfield a Connecticut a DYE yê hatiye dinê û di nava malbatek dîndar de mezin bûye. Îlana firotina koleyan a 22’yê cotmeha 1852’an di rojnameya Nashvilleyê de derketî wek delîl nîşan dide û li ser dinivîse.
Bi romana xwe ya bi navê Kulûbeya Apê Tom, li hemberî koledariyê fikra serhildanê belav dike û herî zêde bi vê pirtûkê tê nasîn. Di kovara Heart and Home de jî nivîsên divê hemû qadên pîşeyî ji jinan re vebe dinivîse û tevlî xebatên mafê dengdana jinan dibe.
1’ê Tîrmeha 1896’an di temenê 85 salî de Hartford Conncticut a DYE yê jiyana xwe ji dest daye.