Pırtûka rojê: Rûyê mê di şer de nîne

Nivîskar : Sivîtlana Elîksîfîtş
Di cîhanê de bi hezaran şer çêbûne hin ji wan dem dirêj hin jî dem kurt . hinek agahiyên van şeran hatine dîtin û hinek di nav cesedên miriyan de winda bû, gelekan nivîsand , lê her dem mêran li ser mêran dinivîsand .
Tiştê ku me li ser şer naskir tim bi dengê zilaman dihat bihîstin, em giş dîlên xeyalê zilam in û hestê wan yê ser şere û dîlên gotinên zilama ne, Lê jin her dem bê deng bû.
Di şerê cîhanê yê duyem de melyonek  jinên Soviyêtî di her aliyê şer de cihê xwe girtin.
Sivîtlana pir pirs di derbarê rola jinê di şer de danîbû pirs ev in ; 1- Jinên ku parastina xaka xwe û karê xwe di dunyaya zilaman de kirin çima şerê parastina dîroka xwe nekirin?
2- Kanîn hest û gotinên wan?
"Dunyayeke veşartî heye û şerê wan diyar nîne."