Pırtûka rojê: Pirtûka Çavê Te Çarenûsa Min e

Xada El Seman di sala 1942’an de li Paytexta Suriye Şamê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Li zanîngeha Şamê zimanê înglîzî xwendiye. Di sala 1968’an de li Zanîngeha Emerîka a Beyrudê di wêjeya înglîzî de master qedand. Roman û çîrok jî di navê de ji dehan zêdetir pirtûkên Xada hatine weşandin.
Hinek ji pirtûkên wê evin;
Di sala 1975’an de pirtûka bi navê 75 Beyrud, 1979’an Kabusa Beyrudê, 1962’an Çavên Te Çarenûça Mine, 1973’an Heskirin û 1973’an jî li Beyrudê Zerya nîne. 
Di pirtûka xwe ya bi navê Çavê Te Çarenûsa Min e de li ser lêhurbûnên pêvajoya jiyana mirov ên bextewariyê nivîsiye. Bi xwe jî di derbarê vê pirtûka xwe de wiha dibêje: “Dema ku em bextewar bin qet nayê bîra me ku em ji xwe bipirsin ku bi rastî em bextewarin ya na, em hestiyar dibin bi tiştên ku li hewîrdora me çêdibe.”