Pirtûka rojê:Pirensesa Mahkumkirî

Romana binavê “The Constat Princess” (Pirensesa Mehkumkirî) sala 2012’an ji çapxaneya Artemîs derketiye.

Nivîskar Philippa Gregory naveroka wê li ser hêrsa jina bi navê Katherina ya pêşengiyê û astengiyên derdikevin pêşiya wê ye. Dema amadekariyên di pêşerojşê de taca qiralîçebûnê dane ser serê xwe û xanadenê bi rêve bibe ratî astengiyên dijwar tê. Ji bo bicîh anîna xeyalên xwe hewil dide bi birayê Arthur ê beredayî Henrî re bi zewiciya, dayik û bavê Henrî li dijî vê zewacê radibin. Di wê pêvajoyê de hêza Katherinayê nayê nîqaşkirin, weke dayîka xwe di demarên wê de xwîna şerkeran di herikî. Ji bo bigihe armanca xwe tîşta pêwîst wê bikira. Di vê oxirê de di jiyana xwede derewa herî mezin dike û ji bo vê derewê berdewam bike divê li derewa xwe xwedî derkeve.

Niviskar Philippa Gregory                                                                                                          

Di 9’ê çileya 1954’an de li Kenya yê hatiye dinê. Ji zanîngeha Sussex mevzun bûye, pîştre li zanîngeha Edinburgh ê perwerdeya doktora temam kiriye. Di sala 1994’an de li zanîngeha Kingston weke Akademîsyen dest bi kar dike. Hemû pirtukên wê romanên li hevhatina dirokê ne. Bi romana zarokan ya bi navê Ejderhayê biçuk li hemû cihanê hatiye nasîn û rastî eleqeyek mezin hatiye.