Pirtûka rojê: Mirina Bêar

Pirtûka binavê Mirina Bêar ku bi zimanê Tirki (Sevgili Arsiz Ölüm) hatî nivîsîn sala 1983’an hatiye weşandin. 
Pirtûk li ser ji jiyana gund û mirovên xwe qutbûn û ber bi bajaran ve çuyînê hatiye nivîsîn. Nivîskar bi xwe qala naveroka pirtûka xwe dike û dibêje: “Xeyalên ku pêknehatîn, ew mirovên ku ez dinava wan de mezin bûme parçe parçe bûne. Ji bo ez fêrî bajar bibim hertim di nava pefçûnan de bûm, hemû deverên laşê min di nava birînan de bû, dema ez di nava pefçunan de ji ew mirovên ku ez pêre mezin bûme cuda mam. Lê belê min li berxwe da ku ez ziman û coşa wan mirovên ku qîmet dida min ku ez wê heskirinê bi parêzim. Ev romane diyariyeke ji bo berxwedaniya min û ew mirovên ku ez pêre mezin bûme.”
Di derbarê nivîskar de: 
Latîfe Tekîn di sala 1957’an de li gundê Karacahevenk ê girêdayî navçeya Bunyan ya bajarê Qeyseri yê Tirkiyê ji dayik bûye. Di sala 1966’an de dema 9 salî bû bi malbata xwe re tê bajarê Istanbulê. Dibistana navîn li liseya keçan ya Beşiktaşê temam dike. Yekem pirtûka xwe ya bi navê Sevgilî Arsiz Ölüm di sala 1983’an de hatiye çapkirin.