Pirtûka Rojê: Min dilê xwe bi bedewiya çiyayan neqişandiye

Rojnivîsa Gurbetellî Ersoz a bi navê 'Min dilê xwe bi bedewiya çiyayan neqişandiye' 1’ê Adara 2014’an ji weşanên Aramê derketiye.
Naveroka wê li ser rojên Gurbetellî Ersoz yên li çiyayên Kurdistanê di nava Tevgera Jinên Azadên Kurdistanê de bi hemû kite kitên wê ye. Îlhama navê wê ji bedewiya ava şîn û ava basya girtiye. Dema ku ji lutkeya çiya ber bi jor li wan du baskên avê yên rengê wan cuda dinêrî ku ber hev de dirêj dibin diherikin û diçin bê ku têkevin nava hev, hema lênûsa xwe ya ku paşê bûyî rojnivîsa wê ji berîka xwe derdixe û bi sernava Min dilê xwe bi bedewiya çiyayan neqişandiye despê dike. Ji wê û şon de di her firsendê de hinek caran li ber roniya agirê şevê, hinek caran li ber tava heyîvê bê ku dem derbas bike di nava rojê de dîmenên çiyayên pir jê hez kirî bi jiyana xwezayî ya bi hevalên xwe re di nava hev de dinivîse.