Pirtûka Rojê: Jiyana Min Her Tim Şer Bû

Yekem Berga pirtûka ''Jiyana Min Her Tim Şer Bû'' Sala 2015’an ji Weşanxana Azadî derketiye. Naveroka sê bergên pirtûkê li ser jiyan û têkoşîna pêşenga Partiya Karkerên Kurdistanê, şoreşger û siyasetmendara Kurd Sakîne Cansiz bi nasnav Sara ye.

 
Sakîne Cansiz a xwedî jiyanek tijî şer û têkoşîna bêrawestan, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Jiyana Min Her Tim Şer Bû’ de bal dikşîne ser berxwedêriya jinên Dersîmê û serpêhatiya xwe ya gavên yekemîn ên şoreşgeriyê bi zimanek herikbar vegotiye. Di pirtûka ku ji sê bergan pêk tê de ji zarokatiya xwe heyanî destpêkirina lêgerînên xwe yên azadiyê, beşdarbûna xwe ya partiya azadiya Kurdistanê û tavahî jiyana xwe ya berxwedaniyê ku ji zindanan heyanî çiyayên Kurdistanê û Ewropayê berdewam dike, vedibêje.
“Eger jiyan şer be û bi wate be wê demê şer dewam dike”
Jina şerker û nivîskara jiyana xwe ya tijî şer li ser heqîqet û rastiya pêvajoyên ku di pirtûka xwe de vegotina wê kiriye wiha ye; “Em Kurd bûn, ji bo welatê xwe û gelê bindest divê têbikoşin û bi gelên din ên bindest re nexşerêyekê têkoşînê diyar bikin. Hestekî xweş bû. Em di atmosferekî man û nemanê de bûn. Her roj êşa mirinê hebû. Di rewşekî wiha de îradeya te hebe û tu bi mirinê bikenê, tu yê dijmin û mirinê jî bitirsînê. Di rewşeke berevajî de jî tirsa mirinê wê te bibe xiyanetê. Li aliyeke mirin, li aliyekî jiyan. Çavê te li xiyanetê be wê di rûyê te de xuya bike. Wê rûye te wekî ku tirs û bêhêvitiya miştibe nexweşik bibe. Her tim tu yê bi tirs be, bigrî, xwe veşêrî û her tim bitirsî. Tu yê ji jiyanê vegetê û bi kesî re neaxivî. Eger jiyan şer be û bi wate be wê demê şer dewam dike.”  
‘Dema ku min nivîsand ez li wan rojan vegeriyam’
 Sakîne Cansiz (Sara) ji bo pirtûka xwe ya Jiyana Min Her Tim Şer Bû wiha dibêje; “Di pirtûkên xwe de min panoramaya şer xêz kir. Min bi vî şerî çi kir, çi wenda kir, ez gihîştim ku derê. Dema ku min nivîsand ez li wan rojan vegeriyam. Dibe ku bi nivîsên xwe min heqê tiştên jiyayî nedabe. Dibe ku min hin bîranîn baş negotibin. Her tim gumana wê yekê bi min re hebu. Gelek Caran min digot xwezka hinek din binivîsandana. Bi taybetî nivîsandina Amedê ne hêsan e. Lê divê ew tişt li dîroka nivîskî werin zêdekirin. Her tiştê bi me re, rastiya me nîşan dide û versiyonek giştî ye.”