Pirtûka Rojê: Ez malala me

Pirtûka ez melala me ku bi zimanê inglizi (I Am Malala) hatî nivîsîn 8'ê Cotmeha 2013'an hatiye weşandin. Naveroka pirtûkê li ser çîroka jiyana nivîskara ciwan Malala Yousafzaî û têkûşîna wê ya ji bo bidestxistina mafê xwendinê ye. Pirtûka ji 5 beşan pêk tê bi 40 zimanî hatiye wergerkirin.
Beşên pirtûkê wihane;
Beşê yekem çîroka jiyana malala beriya tevgera Talaban, bi navê (qeble talaban) hatiye berhev kirin. Beşê dûyemîn çîroka jiyana Malala piştî ku tevgera Talaban derket holê şîrove dike bi navê (wadî Elmewt) geliyên mirinê ye. Beşê sêyemîn bi navê sê gule û sê jin (selas risasar selsa feteyat ) ye. Beşê çaremîn bi navê di navber jiyankirin û mirinê de (beyne elheyat û mewt), Beşê pêncemîn bi navê jiyanek din ( El-heyat saniya) ye hatiye nivîsîn. Pirtûk bi hemû beşên xwe behsa jiyan û tekoşîn nivîskar Malala Yousafzaî dike.
Nivîskar; Malala Yousafzaî
12’ê Tîrmeha 1997’an li Mingora Pakistanê hatiye dinê. Ji ber nûçeyên amade dikir bû mijara belgeselek a New York Times ê. Bi Têkoşîna wê ya komkirina du miliyon îmzeyan pergala perwerdê nû kirin û zarokên keç jî girtin dibistanê. 9’ê Cotmeha 2012’an dema ji dibistanê vedigeriya malê Talîbanan ew siyokast kirin û ji serê xwe giran birîndarbû. Li gel wê jî xwe ticarî paşde neda û xebata xwe ya ji bo xwendina zarokên keç dewam kir.
Ji aliyê Netewên Yekbûyî ve 12’ê Tîrmehê roja rojbûna Malala weke ‘Roja Malala’ hat îlankirin. Di sala 2014’an de weke jina herî ciwan a Xelata Nobelê girtî derbasî dîrokê bû. Bi dahata xwe ya ji xelatê girtî li Pakistanê dibistan vekir.