Buyera Rojê: Nijadkujiya Ermeniyan

Împeratoriya Osmaniyan di 24’ê Nîsana 1915’an de biriyara ferman ango nefiya Ermeniyan dan. Di êrîşên nijadkujiyê yên binavê sêfo ku tê wateya şur de miliyonek û nîv Ermenî qetilkirin. Ev jimar a tenê derbazî qeyîdên fermî bûne, di rastiyê de hîn zêdetire.

Di 15’ê hezîrana heman salê de sosyalîstê ermenî Paramaz (Madteos Sarkiyan) li gel 19 hevalên wî ronakbîrên ermenî darve kirin. Di nava du rojan de 2 hezar ermenî li bajarê Edenayê qetilkirin, herêmên din jî para xwe ji komkujiyê girtin.

Komkujiyeke din a ku desthildarê Osmanî pêk anîbûn derdora 2 hezar jinên Ermenî di Katedralaya Rihayê de şewitandin. Desthildariya Osmanî bi zanebûn ermanî hedef girtin û di nijadkujiyê re derba kirin, yên man jî koçberî derveyî împeratoriyê kirin.