Li ser komkujiya Mereşê 44 sal derbas bû

Di komkujiya Mereşê de bi sedan kes hat qetilkirin. Jin, zarok, pitik, dayîkên emir mezin di hedefê êrişkaran de bûn. Dîmenên hovîtiyê ji bîr neçûn.

Navenda Nûçeyan – Ji ser Komkujiya Mereşê ya di sala 1978’an de hat jiyîn û bû sedema qetilkirin û birîndarbûna bi sedan kesan  44 sal derbas bû. Salên ku derbas bûn komkujiyê ji bîran însanan nebir.

Di komkujiya ku 19-26’ê Kanuna 1978’an li Mereşê li dijî Elewiyan hat kirin de, li gor agahiyên fermî 120 kes hat qetilkirin, bi sedan kes birîndar bû. Lê li gor vegotina şahidên bûyerê di komkujiyê de zêdetirî 500 kes jiyana xwe ji dest dan. 

Derbarê komkujiyê de li ser 804 kesan doz hat vekirin; ji tawanbaran 29 jê bi darvekirinê, 7 jê bi cezayê heta hetayî, 321 kes jî di navbera 1-24 salan hat cezakirin. Dozên ku li dadgehên rêveberiya awate hatin vekirin, heyanî sala 1991’an dom kir. Ji bo kesên ku ji derveyî darvekirin û cezayê heta hetayî hatine mehkumkirin di asta 1/6 de daxistin hat kirin û cezayên wan hat kêmkirin. Biryarên darvekirinê yên dadgeha rêveberiya awarte jî, ji aliyê darazê ve hat xirakirin. Tawanbarên komkujiyê bi bêcezatiyê hatin xelatkirin.

Bûyer çawa destpê kir?

Pêvajo mîna riya ku ber bi darbeya 12’ê Îlonê ve diçe, hat qebûlkirin. Di pêvajoya komkujiyê de li ser desthilatê Partiya Gel a Komarê (CHP-Cumhuriyet Halk Partisi) hebû, serokwezîrê demê jî Bulent Ecevît bû. 19’ê Kanunê di dema temaşekirina fîlma “Wê roj kengê hil be?” ya ku derhêneriya wê Mehmet Kiliç dike, lîstokvanên sereke Oya Aydogan û Cuneyt Arkin in û “Zilma Komunîst” a li Yekîtiya Sovyetan vedibêje, bombeya deng teqiya. Piştî teqîna bombeyê ulkuciyên ji bo temaşekirina fîlmê kom bûbûn daketin kolanan, êrişî avahiya CHP’ê kirin. Li bajar gotinên ‘Komunîstan, Elewiyên bê Xwedê ava bajêr bi jehrî kirin’, ‘Komunîstan bombe avêtin sînemayê’ belav bû. Roja din bûyer girantir bûn û çayxaneyek ku elewî lê rûdiniştin hat bombekirin. 21’ê Kanunê jî dû mamoste û endamên Komaleya Piştgirî û Yekbûna Hemu Mamosteyan (TÖB-DER)  Haci Çolak û Mustafa Yuzbaşioglu hatin qetilkirin. Di 22’ê Kanunê de bi hezaran kes beşdarî merasîma her du mamosteyan bû.

Mal û karxaneyên Elewiyan hat hedefgirtin

Ulkuciyan êrişî cenazeyê kirin. Karxaneyên hemwelatiyên Elewî hatin talankirin û şewitandin. Di pevçûnan de sê kesên din jî jiyana xwe ji dest dan. Li ser karxane û malên ku berê ji aliyê ulkuciyan ve hatine diyarkirin, nivîs hatin nivîsandin û hatin xêzkirin. Dema dîrok 23’ê Kanunê nîşan da ji hoparlorên şaredariyê û mînareyên camiyê banga komkujiyan hat dayîn.

Jin, zarok û pitik hatin qetilkirin

Di serî de Yorukselîm, li Serîntepe, Magarah û Yenîmahalle yên Elewî lê dijiyan êrîşî malan kirin. Bi çekan guleberdan malan, bombe avêtin û şewitandin. Bêyî ku bêjin jin, zarok, pitik, mêr; Elewî hatin qetilkirin. Kesên ku çek, kevir, dar, batlayan êriş kirin, komkujiyê kirin. Sihara 24’ê Kanunê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Lê tenê polîs û hemwelatiyên Elewî guh dan qedexeya derketina derve. Di dema bûyeran de ji ber ku di nav êrişkaran de polîs jî hebûn, polîsan ji derveyî erkê man. 

Jina 8 mehî dû canî bû û dayîka 80’ê salî

Jinên ku wê demê bûn şahidê komkujiyê tiştên ku jiyane parvekirin. Jinan kirdeya komkujiyê bûn. 17 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn jin bûn. Güllü Ergönül, Fatma Baz, Zeynep Aydoğan, Döndü Ünver, Zühre Ünver, Kezban Usta, Hatice Yılmaz, Gülsen Un, Hatice Görür, Gülsüm Akırmak, Zeynep Nergiz, Sebahat İşbilir, Elif Balta, Esma Suna, Fidan Suna, Fatma Bilmez ve Cennet Çimen... Di nav jinên ku jiayan xwe ji dest dan Esma Suna û Cennet Çîmen bûn sembola qetlîamê. Esma Sûna jinek ciwan bû ku 8 mehî dû canî bû. Cennet Çîmen jî dayikek 80 salî bû ku çavên wê nedidît.

‘Pitik jî wek dayîka xwe miriye’

Tiştên ku Esma Suna jiyaye wiha tê qalkirin:

“Nêzîkî dema jidayikbûna Esma Suna ye. Êrîşkaran bi çekan mala malbata Suna şewitandin, teqemenî û benzînê avêtin malê. Piştre jî deriyên malê bi kel û pelan şikandin, faşîstan ketin hundir û Fîdan, Alî, Fîkrî, Mehmet Suna û Mûsa Funda yên di malê de hatin dîtin gulebaran kirin. Fazlî û Elîf Suna jî bi dar û rêzan bi giranî birîndar dibin û wek mirî tên hiştin. Esma Suna dibêje “We mêrê min û birayên min kuştin, min nekujin, ez ducanî me”. Lê îşkence lê tê kirin. Ew ji bo ku zarokê di zikê xwe de xilas bike, bi bêhêvî diçe kolanê. Lê vê carê ji paş ve gule li Esmayê direşînin û Esmayê davêjin erdê. Ew tê texmîn kirin ku mirî ye. Cîranek li ser milên xwe Esmayê radike nexweşxaneya dewletê. Bijîşk dibînin ku birîna Esmayê giran e û zarokê bi sezeryanî dibirin û dibêjin, em zarokê xilas bikin. Di dema emeliyatê de, bijîjk nikarin hêsirên xwe bigirin. Ji ber ku pitik jî wek diya xwe ji ber derbên ku li zikê diya xwe dixwar mir.”

Ji ber tirsê kes nikaribû wê xilas bike

“Cennet Çîmen yek ji kesên herî emir mezin a Komkujiya Mereşê ye. Dema ku êrîşkar malên din ên taxê dişewitandin û xera dikirin, dayîka Cennet ku çavekî wî ne dît û di çavê din de pir kêm dît, got, 'Çi dibe?' û derdiket derve. Dema qêrîn dibihîse, ji derdorê alîkariyê dixwaze. Kujer dibêjin, 'Were dapîrê, em ê te rizgar bikin', bi milê wê digirin û ji baxçe derdixin kolanê. Bi îşkenceyê li baxçeyê maleke nêzîk tê kuştin.”