Kesayetek serhildêr: Ûveyş Ocalan

30 sal di ser wefata dayika Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan de derbas bû. Ûveyş Ocalan bi serhildana xwe ji têkoşîna azadiya jinên Kurd re bû îlham.

Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her dem ji dayika xwe Ûveyş Ocalan îlham girtiye, dema jinbûn û koletiya di bin desthilatdariya mêr a hezar salan de analîz dike û rê û rêbazên azadiya jinan dinirxîne her dem behsa wê dike, behsa serhildana wê, biryardarî û kesayetiya wê ya têkoşer dike.

Abdullah Ocalan dayika xwe wek ‘şerker’ dinirxîne û wiha dibêje:

Ez dizanim ku dayika min kesayetek tekoşer e di emrek biçûk de min fêrî şerkirinê kir. hê jî bandora wê li ser min heye. Dayika min hestek wusa bi min re ava kir. Tu nikarî li ba min bigrî, her dem ji min piştgirî bixwazî, nikarî alîkariyê bigrî, bigrî û nalînan wisa bijî. Bêguman dê bersiva te hebe. Pir paşketî be jî mîna hesta tolhildanê yan jî mezinbûnê. Dayika min serhildan bi xwe bû. Wê serî li ber tu kesê netewand. Mêr bû yan jin bû ferq nedikir, diçû û hesabê xwe dipirsî."

Ûveyş Ocalan di 26'ê Mijdara 1918'an de ji bavekî Kurd û dayikeke Tirkmen li gundê Amara (Omerli) yê navçeya Xelfetiya Rihayê hatiye dinyayê. Di zarokatiya xwe de bi kesekî ji gundên cîran bû, nas nedikir re dizewice. Mêrê ku pê re zewicî ye, jinekê dikuje û li dijî zilma feodal a paşverû ya wê serdemê radiweste û li dijî zilamê ku pê re hatiye zewicandin li dadgehê îfade dide. Piştî van bûyeran ew vedigere gundê xwe û bi Ömer Öcalan re dizewice. Zarokên bi navên Nevde, Binnaz, Havva, Eyne, Fatma, Abdullah, Mehmet, Osman û Alî bi giştî 9 zarok 5 keç û 4 jî kur tîne dinê. Nevde û Binnazê di 4-5 mehî de ji ber nexweşiyeke wan winda dike û paşê kurê wî Elî di 12 saliya xwe de wefat dike.

Bûyîna ewladê baş...

Hevjînê Ûveyş Ocalan Omer Ocalan jî di 17'ê Mijdara 1975'an de jiyana xwe ji dest dide. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Zanîngeha Enqereyê dixwend, piştî du mehan ji mirina bavê xwe agahî digre û 3 rojan li gund dimîne. Ev dê bibe cara dawî ku Ûveyş Ocalan kurê xwe bibîne. Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de li ser gotina dayika xwe ya “Ji min re qumaş bikre” jî wiha got: “Tevî ku min hinek pere qezenc dikir jî ez nefikirîm ku diyariyek ji dayika xwe re bikirim. Dibe ku wê ew xerîb dît, li gorî min ewladbûyîn diviyabû cuda bûya. Her çendî li gorî wan ez ne kurekî baş bûm jî min xwest bi awayekî din bibim kurekî baş. Ji bo min bûyîna kurekî layiq ji bo Kurdistanê şerkirin, fikirandin û afirandina nirxan bû. Bi vî awayî tevî hemû nakokî û pevçûnan dibe ku bi vê awayî ji bo dayika xwe bibim kurekî baş .”

Diyariyek ji kincan hêjatir da

Ûveyş Ocalan ku ji ber nexweşiya şekir rakirin nexweşxaneyê û pêşî lingekî wê jêkirin, di 11'ê Nîsana 1993'an de di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ûveyş Ocalan anîn Amaraya ku lê ji dayik bû, bi beşdariya bi hezaran kesî li cem hevserê xwe Omer Ocalan hat definkirin. Neviya wê Ayn Ocalan di hevpeyvîna xwe de kêliyên wê yên dawî bi van gotinan vedibêje: “Berî ku nefesa xwe ya dawiyê bide, li dayika min û xaltîka Hêwayê mêze kir û keniya. Dipirsin: “Tu çima dikeni?” Dapîra min ji wan re got: “Abdullah gulên kesk zer û sor dide destên min, ez pê dikenim. Ev gotinên wî yên dawî bûn. Ev nîşan dide ku wê fêm kiriye Rêbertî ji kincan hêjatir tiştek daye wê.”

'Werin ser gora min'

Ayn Ocalan di berdewamiya axaftina xwe de behsa beşdarbûna Ûveyş Ocalan a ji bo kongreya Partiya Kedê ya Gel (HEP) dike û wiha dibêje; “Dapîra min ji hemû zehmetiyên ku demeke dirêj dîtiye Rêbertî sûcdar dikir lê piştî ku di sala 1992’an de beşdarî kongreya Partiya Kedê ya Gel (HEP) bû nêrîna wê bi tevahî guherî. Li cihên din ji ber ku dayika Rêbertî bû her dem rastî zextan hat lê di kongreyê de hezkirina gel dît. Bi rojan, bi hefteyan her dem di kongreyê de çi jiyabû ji me re qal dikir. Li wir bi Musa Anter re hevdîtin kir. Piştî kongreyê di demeke kurt de ji qetilkirina wî pir bandorê li dapîra min kir. Min heta niha ji devê dapîra xwe peyva 'Kurdistan' nebihîstibû. Piştî ku ew ji kongreyê vegeriya, bi diya min re rûniştin. Wê ji min re got, 'Tu di nav me de herî biçûk î. Ger rojekê Kurdistan ava bibe, were ser gora me û sê caran biqîre bibêje Kurdistan ava bûye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê têkoşîna dayika xwe ya ji bo jiyanê de wiha dibêje: "Jiyana dayika Ûveyş çîroka jinên ku nikaribûne civakbûna xwe ava bikin û bikevin nava civakbûna ku bi qaliban hatiye avakirin. Têkoşîna wê her çendî li hemberî şerê neheqiyê be jî di milekî de jî teyîsandina nerehetiya jinên ku nikarin çanda xwe ya xwedawend bijî.”

‘Min ê bi hevalên xwe re civakek ava bikira’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paraznameyên de nirxandinek bi wî awayî dike:

“Ger min li hişyarî û êrîşên dayika xwe guhdarî bikira, dibe ku riya trajediyên min jiyane venebûya lê dayika min jî dibe ku sembola çanda xwedawend a herî dawî hatiye ber bi tunebûnê bû. Di zarokatiya xwe ve ez ji sembolan netirsiyam, hewcedariya hezkirinê nedît û min xwe azad hîs kir. Lê min kêliyekê jî ji bîr nekir ku şertê jiyana min tenê namûs û şerefa wî ye û divê ez wê biparêzim. Min ê rûmeta wê biparasta lê bi awayê ku min rast difikirî. Piştî vê dersê, dayika min êdî ji bo min tunebû. Ev xwedawenda ku ji bîra min diçû, min qet pêwîstî nedît bipirsim ku ka ji bo min çi difikire. Veqetandinek hovane lê rastiyek bû. Bibêjim kehanetên wê hebûn an jî nifirên wên bûn, tiştên ku  digot her gav di kêliyên trajîk ên girantir dibûn de dihat bîra min. Ev heqîqet bûn ku yên herî aqilmend nikaribûn tesbît bikin. Ji min re digot ‘Tu pir bi hevalên xwe bawer dikî lê tuyê bi tenê bimînî.' Di rastiyê de min ê bi hevalên xwe re civakek ava bikira.’

Bi vî awayî çîroka jiyana min dest pê dike. Bixwesta jî civakek ku  dayika min bida min tunebû. Jixwe zû de belav bûbû. Tişta ku wê dixwest jiyana biçûk bû."