Jiyannameya Rojê: Ebru Tîmtîk heta kêliya dawî daxwaza edaletê kir

Ebru Tîmtîk, greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza darizandineke adilane dabû destpêkirin veguherand rojiya mirinê û di roja 238’emîn a çalakiya xwe de di 27’ê Tebaxa 2020’an de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Parêzer Ebru Tîmtîk di sala 1978’an de wek yekem zaroka malbateke xizan a ji Dêrsimê hate dinê. Ebru Tîmtîk a ku malbata wê ji Xozat a Dêrsimê ye, li Xarpetê ji dayik bû û li vir mezin bû.

Ebru Tîmtîk a hêj 7 salî bû bavê xwe winda kir, ji bo ku di warê aborî de alîkarî bide malê neçar ma di temenê xwe yê biçûk de hem bixwîne hem jî bixebite. Neheqî û bêedaletiyên ku di zarokatiya xwe de jiyabû, di pêşerojê de wê kir parêzvanê mafên mirovan. Piştî ku perwerdeya xwe qedand, wekî parêzerek ciwan gelek dozên binpêkirina mafan girt ser xwe.

Tevî hevpîşeyên xwe hat girtin

20 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Buroya Hiqûqê ya Gel ku bi KHK’ê hatibûn girtin, di 12’ê Îlona 2017’an de bi hinceta îfadeya şahidê veşartî hatin binçavkirin, piştî 9 rojan e hatin girtin. Îdîaname bi îfadeyên şahîda veşartî hat amadekirin.

Her 17 parêzerên ku derketin danişîna ewil a li 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin hatin berdan, lê dema îtîraz li biryarê hat kirin, heman heyeta dadgehê îtîraz qebûl kir û jî nû ve biryara girtina parêzeran da. Heyeta dadgehê guherî.

Heyeta dadgehê ku di 20’ê Adara 2019’an de biryara ragihand, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê " 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ebru Tîmtîk, 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê jî li Aytaç Unsal birî. 18 parêzerên ku di çarçoveya dosyayê de hatin darizandin bi giştî 159 sal ceza girtin.

Guh nedan raporan

Ebru Tîmtîk bi daxwaza darizandina adîlane di 2’ê Çile de dest bi greva birçîbûnê kir Hevpîşeya wê Aytaç Unsal di 2'ê Sibatê de bi heman hincetê dest bi greva birçîbûnê kir û piştgirî da Ebru Tîmtîk. Di 5'ê Nîsanê de greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê. Her du jî tevî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya der barê rewşa wan a tenduristiyê de "Nikarin li girtîgehê bimînin" jî, nehatin berdan. Ebrû Tîmtîk di roja 238’an a çalakiya xwe de, ango 27’ê Tebaxa 2020’an li Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoya Stenbolê ya bi zorê lê dihat girtin, jiyana xwe ji dest da.