Jiyanek ji bo jinan hatiye fêdakirin: Fermandar Jiyan Tolhildan

Fermandar Jiyan Tolhildan a ku ji destpêka avabûna YPJ’ê heta asta wê ya profesyoneliyê xwedî kedeke mezin e, heta nefesa xwe ya dawî jî hewl da berxwedana wan jinên ciwan ên ku bi cesaret şerê tarîtiyê dikin bigihîne tevahiya cîhanê.

ÊVA ZÊDO

Hesekê – Selwa Yisûf bi nasnav Jiyan Tolhildan di sala 1982’an de di nava bedewiya xwezaya Efrînê de çavên xwe li jiyanê vekir. Cîh, dem û hewaya ku mirov tê de mezin dibe bandorek mezin li ser mirovan dihêle. Ji lewra di wê dem û çaxa zaroka malbatek Efrînî ya ku dê di pêşerojê de bibe Fermandar Jiyan Tolhildan û pêşengî ji şoreşa jinê re bike, mezinbûna wê ji dîroka ku nû li Rojhilata Navîn bi navê hemû jinan û gelan şax dida bêxeber nînbû. Li ser wê kokê mezinbûna Jiyan Tolhildan, hişt ku di cîhên herî zor de jî bi xwe bawer be. Ji ber wê bû ku di nava eniyên cengê de bi cesareta ji jinên efsanewî yên beriya xwe girtî bi ser dijmin de diçû. Ew jî dibû çîrokek neqediyayî ji bo jinên ciwan ên di bin berpirsiyariya wê de şer dikirin. Ji lewra Jiyan Tolhildan hem bi şerkeriya xwe ya di qada leşkerî de, hem jî di hunera rêveberiyê û di qada siyasetê de ji bo azadiya gelê xwe û cîhanê têkoşîneke bê eman meşand.

Hemû heval bi xwe re dixistin nava tevgerê

Şoreşgera ku navê xwe di kûrahiya dîroka welatê şoreşa jinê de bi hunera bedewiyê hiştiye, teqez divê mirov bi dîroka şoreşê re binirxîne. Ji ber ku ew û şoreşa jinê li hev hatine û bi girêdanek ku tu giyanwer qet bi tu şêweyî nikare ji hev cuda bike û cuda binirxîne, hevgirtî ne. Li her devera ku lê bû bi xwe jiyan bû û bi pênaseya navê xwe re lihevhatî û herikbar bû. Sekn û melûlbûn li derdora wê nebû, hemû heval bi xwe re dixistin nava tevgerê. Di bîrdoziyê de wek zelaliya avê dibiriqî, ji ber wê herikîna wê jî lihevhatî û xweşik bû.

Di avakirina YXG-YPG’ê de cihê xwe girt

Gelê herêmê di sala 2011’an de bi navê Yekîneyên Xweparastina Gel a ku ji keç û xortên herêmê pêk dihat, hêzeke parastinê rêxistin kirin. YXG bi awayekî fermî di sala 2012’an de hat îlankirin. Heman salê YXG bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe ji nû de saz kir û bi vî awayî ciwanên Kurd ref bi ref berê xwe dan nava hêzên YPG’ê. Wan ji bo parastina gelê xwe bajar bi bajar yekîneyên parastinê mezin kirin. Her ku yekîne mezin kirin, ji pêkhateyên dinyayê jî tevlîbûn çêbûn û gelên dinyayê jî azadiya xwe di serkeftina Kurdan de dîtin.

Ji bo ewlehî û azadiya hemû jinan YPJ

Bi mezinbûna YPG’ê re jinên ku cihê xwe di nav de digirtin, biryara avakirina yekîneyên xweser ên jinan dan. Jinên Rojavayê Kurdistanê di 4’ê Avrêla 2013’an de Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) îlan kirin. Fermandar Jiyan û Roj di xwerêxistinkirina jinan a di bin banê YPJ`ê de di aliyê xurtkirina xeta parastinê de roleke diyarker leyîstin. Jiyan û Roj dû fermandarên pêşeng ên destpêka avabûna YPJ’ê ne. Her ku çû hezên YPJ’ê di taktîk û stratejiya şer de bipêş ketin. Yekîneyên Antî Terorê (YAT) jî nîşaneya profesyoneltiya şervanên YPJ’ê ye. Fermandar Jiyan Tolhildan jî ji destpêka YPJ’ê heta asta wê ya profesyoneliyê xwedî kedeke mezin e û di fermandariya Yekîneyên Antî Terorê de erkdar bû.

Ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin

Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ji bo tevahî gelê cîhanê li hemberî DAIŞ’ê têkoşîn meşandin. Ev sê jinên şoreşger ên jiyana xwe ji bo azadiya gelan fêda kirine, di 22’yê Tîrmeha 2022’an de li bajarê Qamişloyê dema ku ji Forma Şoreşa Jinê derdiketin, ji aliyê dewleta Tirk ve bi balafirên bê mirov hatin qetilkirin. 

Hemû dinya bû şahidê wêrekî û qehremaniya ciwanên Kurd

Bi têkoşîna ku YPG û YPJ`ê li ser axa Bakûr-Rojhilatê Sûrî meşandin, hemû cîhanê şahidiya wêrekî û qehremaniya keç û xortên Mezrabotanê kirin. Ev têkoşîna ku hêvî da hemû cîhanê, ji aliyê gelek welat û bereyên azadîxwaz ve piştevanîyeke xûrt dît. Îro ew şervan û fermandarên ku pêşengiya şerê azadiya gelan kirin û li hemberî DAIŞ’ê şer kirin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin.

Jiyan Tolhildan li taxa Şexmeqsûdê li hemberî gelek komên çete parastina gel kir. Di dîroka gelê Kurd de şerê Şexmeqsûd wek mînaka şerê gelê şoreşgerî tê nirxandin. Fermandar jiyan jî wek fermandarek jin, bi şerê xwe yê di kolênên taxa Şexmeqsûd de navê xwe di dîrokê de nivîsand.

Di sala 2013’an de Ebû Bekîr El Baxdadî yê ku xwe wek Xelîfe bi nav dikir, da zanîn ku bi eniya El nûsra re bûne yek û navê xwe jî kirine Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê. Fermandar Jiyan di 2013’an de li Serêkaniyê li hemberî çeteyên El Nûsra jî parastina gel û welatê xwe kir. 

Tolhildana jinên Êzidî

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi armanca ku gelê Êzîdî ji jenosîdê re derbas bikin, êrîşî Şengala ku di sînorên Iraqê de ye, kirin. Hêzên hikûmeta herêma Kurdistanê ên ku qaşo ji parastina Şengalê berpirsyar bûn jî, bi emrê fermandarên xwe ji Şengalê reviyan û gelê Êzîdî bi qirkirinê re rû bi rû hîştin.  Li hemberî vê yekê YPJ û YPG gihîştin hawara jin û zarokên Êzîdî. Şengal li ber çavê hemû cîhanê rastî qirkirinê dihat. Çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê serê jin û zarokan jê kir. Li hemberî vê rûreşiya dîrokî Fermandar Jiyan bi armanca gelê Êzîdî ji qetlîam, destdirêjî û jenosîdê xilas bike, di sala 2014’an de li Cezaayê tevlî vekirina korîdora ewlehî û mirovî bû.

Ji bo Girê Sipî ji destê çeteyên DAIŞ’ê were xilaskirin, bajarê Kobanê û herêma Cizirê bigêhê hevdû, di sala 2015’an de bi navê Şehîd Rûbar Qamişlo pêngava rizgarkirinê hat destpêkirin. Fermandar Jiyan di vê pêngava dîrokî de wek fermandarek jin cihê xwe girt. Bajarê Girê Sipî di encama keda şoreşgerên dilmezin ên weke fermandar Jiyan Tolhildan de ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgar kirin, lê Girê Sipî di sala 2019’an de vê carê jî ji aliyê dewleta Tirk a faşist ve hat dagirkirin.

Di Mijdara sala 2015’an de hezên YPJ, QSD û YPG’ê ji bo rizgarkirina bajarokê Holê di sê baskan de dest bi pêngava azadiyê kirin. Şervanan dema berê xwe dan bajarokê Holê hemû bajar ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû mayînkirin. Fermandar Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê bê ku yek kêlî jî bi metirsî nêz bibin gund bi gund bajaroka Holê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Ji bo çeteyên DAIŞ bajarekî stratejîk e. Ji ber ku DAIŞ vê herêmê wek baregehek leşkerî ya xweamadekirina êrîşan bikar dianî. Fermandar Jiyan Tolhildan bi rihê Jina Kurd a ku parastina axê weke parastina hebûn û nasnameya xwe dibîne pêşengtiya rizgarkirina Şedadê ya sala 2016’an jî kir.

Çeteyên DAIŞ’ê bajarê Minbicê jî dagir kiribûn û di bin zext zora DAIŞ’ê de jiyaneke zehmet dijiyan. Gelê Minbicê xwe bi navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rexistin kiribûn û ji bo rizgarkirina Minbicê bang li şervanên azadiyê kirin. Şervanên YPJ, QSD û YPG’ê ji bo Minbicê rizgar bikin, di sala 2016’an de berê xwe dan Minbicê. Fermandar Jiyan bi sedan şervanên YPJ, QSD û YPG re bajarê Minbicê ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar kirin. Cardin rêveberî û parastina bajêr radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Ked û tekoşîna Fermandar Jiyan Tolhildan di vê pêngavê de wê tu car neyê jibîrkirin.

Tarîtiya serdemê bi destê şervanên YPJ û YPG’ê di Adara sala 2019’an de li Baxozê têk çû. Dêrazor keleha herî dawî ya çeteyên DAIŞ’ê bû, piştî Reqa û Minbic hewld didan li vê herêmê xeyalên xwe yên Xilafeta nû zîndî bikin. Xeyalên çeteyên DAIŞ’ê wek dîmenên xweradestkirinê hat dîtin bi pêşengtiya fermandarên weke Jiyan Tolhildan heybetek wiha hat nîşandan ku çeteyan li hemberî şervanên YPJ, QSD û YPG çok danî. Ev serkeftina dîrokî di bin Fermandartiya Jiyan Tolhildan de pêk hat.

Di operasyona Kampa Holê de pêşengî kir

Jiyan Tolhildan wek fermandara Yekîneyên Antî Terorê bi hêzên koalîsyonê re hevbeş di gelek operasyonên taybet ên li hemberî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê lidar xist de cîhê xwe girt. Ne tenê cîhê xwe girtin, role sereke jî  lîstin. Operasyona Kampa Holê ya ku di sala 2021’an de hat lidarxistin, yek ji van operasyonan e. Di encama van operasyonan de gelek amadekariyên şaneyên DAIŞ’ê deşîfre bûn û pêşiya êrîş û metirsiya mezin a li ser Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê hat girtin.

Belgefîlma ‘Serpêhatiya Jiyan’ hat çêkirin

Li ser kesayet û jiyana Jiyan Tolhildan bi navê ‘Serpêhatiya Jiyan’ a ku serpêhatiya gelek jinên Bakûr Rojhilatê Sûrî ye, ji aliyê Haluk Ûnal ve di sala 2017’an de hat belgekirin û weke belgefîlmek hat pêşkêşkirin. Ji jinên pêşeng û fermandarên xwedî ezmûn, Jiyan Tolhildan ji bo têkoşîna ku li hemberî DAIŞ’ê meşand, li Başûrê Kurdistanê hêjayî xelatê hat dîtin. Jiyan Tolhildan di gelek platform û komcîvînên ku bi armanca vegotina têkoşîna YPJ’ê hat lidarxistin de wek jinek şoreşger a pêşeng cîhê xwe girt û ji cîhanê re qala berxwedaniya YPJ’ê kir. Komcîvîna navneteweyî ya ku di sala 2019’an de li Qamişlo hat lidarxistin de wek Fermandareke YPJ’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîn kiriye, bi armanca çareseriya vê belaya cîhanî cihê xwe girt. Jiyan Tolhildan di gelek pêngavên rizgarkirinê de wek jinek fermandar a pêşeng cîh girt û ji bo civakê ji DAIŞ’ê biparêze, têkoşiya.  

‘Dibistana Jiyan Tolhildan’ hat vekirin

Piştî şehadeta wê di 25`ê Cotmeha 2022`an de fermandariya YPJ`ê li ser navê Jiyan Tolhildan dibistanek YPJ`ê ya ji şervanên jin pêk tê vekir. Di dibistana perwerdeyên bîrdozî û pîşeyî tên dayîn de heta niha du dewre hatine dîtin. Dewreya dawiyê ber bi qedandinê ve diçû dema êrîş li ser Bendava Tişrînê çêbû. Wan jî li gorî rewşa şer cîhê xwe di nav berxwedanê de girtin. Şagirtên dibistanê tevî fermandarên xwe di eniyên berxwedana Tişrîn û Qereqozaxê de cîhê xwe digirin. 

‘Timî em bi jîrbûna wê bawer bûn’

Xwişka Jiyan Tolhildan Bêrîvan Hisên Husif têkildarî merheleyên zarokatiya wan axivî. Bêrîvan da zanîn ku Jiyan Tolhildan xwişka wan a mezin bûye, ji ber wê xwe ji hemû tiştên wan berpirsyar dîtiye û wiha domand: “Ji lîstika nava zarokan heta dema em diçûn dibistanê timî Jiyan parastina me dikir û nedihişt zarok li me bixin an jî niheqiyê li me bikin. Em jî her tim bi wê bawer bûn û me pişta xwe dispart jîrbûna wê.”

‘Dema şehîd bû me bawer nedikir’

Bêrîvan da zanîn ku wê her tim Jiyan Tolhildan ji bo wan cîhê serbilindiyê be û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya şoreşê de ew êdî ji bo hemû jinên welat bûbû cîhê baweriyê. Ew êdî ne tenê xwişka me ya mezin bû, fermandara hemû jinên welatê me bû jî. Ji ber wê bû dema şehîd ket me bawer nedikir. Weke ku ticarî tiştek bi Jiyan nayê û tiştek bi wê nikare. Heta dema hevalê Şervan Kobanê wana hatibûn mala me ji bo agahiya şehadeta wê bidin malbatê jî, me bawer nedikir. Em difikirîn hevalê Şervan wana hatine serdana me. Wisan di jiyanê de herikbar bû, kesek ji me bawer nedikir ku wê tiştek bi wê bê.”