Ji bajarê pêxemberan Rihayê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê

Rêhevalê şervana YPJ’ê Nûda Gulbahar a di 25’ê Nîsana 2017’an de di encama êrişên dewleta Tirk ê li ser Qereçox a Dêrîkê de jiyana xwe ji dest da Şemal Reşîd li ser têkoşîn û jiyana wê axivî.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo - Di 25’ê Nîsana 2017’an de Navenda Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel li Qereçox li Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê rastî êrîşa balafirên şer ên Tirk hat, li wir navenda ragihandinê û radyoya Rojava hebû, di encama erîşa hawayî de 20 şervanên YPG û YPJ şehîd ketin di nav de 2 nûçegihanên ragihandina YPG jî hebûn û 18 şervanên din jî birîndar bûn. Yek ji Şervanên YPJ’ê yê di encama êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da Nûda Gulbahar e.

Ji Rihayê berê xwe da têkoşîna azadiyê

Şervana YPJ’ê Nûda Gulbahar di 5’ê Nîsana 1991 li navçeya Bêrecuk a Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Nûda Gulbahar di sala 2015’an de berê xwe da rojavayê Kurdistanê ji bo azadiya jinan li hemberî DAIŞ’ê têkoşiya, piştre çû navçeya Dêrikê bû pêşenga Tabûra Ciwanên Şoreşger. Nûda Gulbahar li navçeya Dêrikê ya girêdayî Qamişlo li ser çiyayên Qereçox di encama erîşa hawayî ya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da.

Rêhevalê şervana YPJ’ê Nûda Gulbahar a di 25’ê Nîsana 2017’an de di encama êrişên dewleta Tirk ê li ser Qereçox a Dêrîkê de jiyana xwe ji dest da Şemal Reşîd li ser têkoşîn û jiyana wê axivî. Şemal Reşîd gotinên Nûda Gulbahar a “Em di riya şehadetê de ne, dema em şehîd ketin asta têkoşînê bilindtir bikin” bibîr xist û got, “Heya dawiyê em ê li pey doza wan bin.”

 ‘Ez ji dilê wê yê bi qasî cîhanê mezin gelek bi bandor bûm’

Şemal Reşîd diyar kir ku Nûda Gulbahar bi şev û roj ji bo rizgariya welat têdikoşiya û got: “Ez bi niştimanperweriya wê û dilê wê yê fireh bi qasî hemû cîhanê mezin, gelekî bi bi bandor bûm, min ew di tabûra ciwanan Tabûra Şehîd Nûda de nas kir, wê demê min karê çand û hunerê dikir ji me hat xwestin em biçin wan ciwanan perwerde bikin, ji wê demê ve min ew nas kir û têkiliya me roj bi roj xurtir bû malbata min jî pê bi bandor bû. Berî şehîd bikeve karê wê li derveyî herêmê derketibû û xwest em hev bibînin, dem nebû hemû malbata min bidîta ji min re got karê min li derveyî herêmê heye ez ê biçim û xatir xwest, min jê re got em ê careke din hev bibînin got ez ê vegerim, min dûrbûna wê nepejrand.”

‘Gelê heremê xwedî li şehîdên xwe derket’

Piştî 4 rojan Şemal Reşîd nîvê şevê dengek bihêz dibihîse ew balafirên dagirkeriya Tirk li ser çiyayê Qereçoxê bûne û wiha qala erîşê dike: “Berî roj hilbê, em çûn nexweşxaneyan, gelek şehîd û birîndar hebûn, saet 7’ê sibehê gelek kes ji herêmê çûn çiyayê Qereçoxê ji bo daxuyaniya der barê êrîşa Tirk bidin, bi yek dengî îsbat kirin ku çiyayên Qereçox bi şehîdên xwe serbilind e, dema ez gihîştim wir dîmen gelekî dijwar bû, her qoncikek ji Qereçoxê bi bîranînên wan şehîdan tijîbûn.”

‘Em ê li pey doza wan bin’

Şemal Reşîd wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Min nizanibû hevala min Nûda Gulbihar li çiyayê Qereçoxê ye, ne jî min dizanibû ku ew şehîd ketiye. Dema vegeriyam malê hevalek ji min  re got şehîd ketiye. Lewre bi lez ez çûm nexweşxaneyê kesê ew xeber neda min lê piştî hewldanên min gotin şehîd ketiye.”

Şemal Reşîd di dawiya axaftina xwe de dibêje: “Şehîd Nûda Gulbihar cuda bû, êşa şehadeta wê bi min re ye, ew weke xwişkek min bû, Ş.Nûda Gulbihar wesiyeta xwe û hin gotin li pey xwe hiştin digot: “Em di riya şehadetê de ne, dema em şehîd ketin asta têkoşînê bilindtir bikin” ji me re digot dest ji ax û doza xwe bernedin heya dilopa xwîna we ya dawî têkoşîna xwe bilind bikin destkeftiyên şehîdan biparêzin, em jî li ser soza xwe ne û îro em soza xwe li pêş hemû şehîdên riya azadiya welat nû dikin em ê tola xwîna wan hildin û li ser şopa wan bin.”